3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wateya Meha Remezanê

Qaşo dewletên îslamî ne lê mixabin ne meh û rojên pîroz ne jî mafên mirovan û mafê jiyanê dizanin. Siyasetek û şerekî bişaftin û helandina çand û nirxên li dijî civakê dimeşînin

Meha Remezanê ji bo civaka misilman meheka pîroz e, tê gotin ku li gorî ola îslamê di vê mehê de divê hemû mirov xwe ji gunehan biparêze û bi aştiyane tev bigere. Der barê taybetmendiya Meha Remezanê de em bi endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Meleyên Amedê (Amed Alîm-Der) mele Abdullah Kîno re axivîn.

Mele Kîno diyar kir ku Meha Remezanê hem di alî nirxî de hem jî di aliyê olî de li ser rastkirina jiyanê û vegera mirovahiyê ye û wiha got: “Rojî çawa li umeta Hz. Mihemed hatiye ferzkirin her wiha li ser herçar olên semawî jî di navbera 30 û 40 rojan de hatiye ferzkirin. Rojî ji bo mirovan di hêla şehwetê, xwarin û vexwarina bênirxî de hişyariyek e. Ji bo ku mirov qedir û qîmetê bide wê keda ku ji bo xwarin û vexwarinê tê dayîn û vê kedê bênirx neke.”

Kîno anî ziman ku carinan tê gotin ku rojî tenê ji bo dewlemendan ferz e lê ev zanîn ne zanîneke rast e û wiha pê de çû: “Carinan hinek kes dibêjin ku rojî di wê wateyê de, tenê li ser dewlemendan ferz e lê ev yek ne di cih de ye. Lewra erdnigariya ku pirtûka pîroz (Quran) lê daket, herêma ereban e. Di wê erdnigariyê de havîn û zivistan her tim germ e û ava wê derê jî bi piranî şor e, ji ber vê ye ku ji ava şîrîn re dibêjin ava zemzemê. Lewra ji bo qedrê bidin qût û ava xwe rojî li hemû misilmanan hatiye ferzkirin. Meha Remezanê ji bo ku di hemû demsalan de bê girtin li gor mehê hatiye hesabkirin. Lewra qasî 30 salan çareke tê heman demê.”

Rola rojiyê di tenduristiyê de

Kîno bal kişand ser fêdeyên rojiyê û da zanîn ku di hêla tenduristiyê de jî bandorê li ser mirovan dike û wiha domand: “Lewra ferşikê (mîdeya) mirovan dişibe fabrîqeyê. Waxta fabriqe sal û dozdeh meh bixebite dê hemû amûrên wê xisarê bibînin, her wiha ferşikê mirovan jî bi heman rengî her tim bişixule dê xisarê bibîne. Lê salê çarekê biqasî mehekê têkeve betlaneyê dê xwe bide ser hev. Her wiha divê were zanîn ku rojî ji bo kesên bêtaqet, zarok, nexweş û temenê wî/wê pir mezin ne ferz e. Lê di şûna rojî bigire divê xwarina rojekê weke kefareta rojiya xwe bidin hinek kesên hewcedar.”

Bikaranîna ola Îslamê

Kîno bal kişand ser siyaseta ku di bin navê olî de meşandin û der barê mijarê de wiha got: “Siyaseta ku li ser mazlûman hatiye avakirin ne tenê niha ji dema osmaniyan heta niha berdewam dike. Di vê siyaseta qirêj de ola pîroz jî bi awayekî neyînî her tim hatiye bikaranîn. Mixabin bi peymanên şer welatê kurdan kirin çar parçe, dewleta ku em tê de dijîn parçeyeke ji wan e. Em dikarin bêjin ku li her çar parçeyê welatê kurdan niha siyaseteke înkar û tunekirinê tê meşandin. Her çiqas li hinek cihan navê Kurdistanê hebe jî tu xweseriyeke wan tune ye û hebûna kurdan nayê naskirin. Her wiha di vê meha pîroz de di demên fitarê de balafirên dewleta tirk jî bênavber li ser herêmên kurdan diçin nêçîra mirovan û xwezayê wêran dikin. Qaşo dewletên îslamî ne lê mixabin ne meh û rojên pîroz ne jî mafên mirovan û mafê jiyanê dizanin. Siyasetek û şerekî bişaftin û helandina çand û nirxên li dijî civakê dimeşînin. Heke ev dewlet li gorî şert û pîroziyên îslamê tevbigeriyana niha gelên herêmê ne di vî halî de bûn.”

Hefteya Bûyîna Pîroz

Kîno ji bo Hefteya Bûyîna Pîroz jî ev tişt got: “Di ola Îslamê de pîrozkirina rojbûna tu peyxemberî nehatiye pîrozkirin û Hz. Muhemed jî tu car negotiye rojbûna min pîroz bikin. Ji bo ola Îslamê ya herî girîng ew e ku rabûn û rûniştin, exlaq û gotinên Hz. Muhemed girîng in û ev jî  weke sunetên teqrîrî tê binavkirin. Her wiha ev rojên ku di hefteya yekemîn a nîsanê bi girseyî û tekakesî tê pîrozkirin.  Rastî roja rojbûna wî ya rast nayê lewra rojbûna Hz. Muhemed rastî şeva 20 a girêdayî 21’ê nîsanê ango şeva 21’ê girêdayê 22’yê nîsanê tê. Pîrozkirina vê rojê di nav gelê ereban de qasî ez dizanim tune ye, tenê li Tirkiyeyê ev weke Hefteya Bûyîna Pîroz tê pîrozkirin lê tu bingeha wê tune ye.

Rastiya Mewlûdê

Kîno da zanîn ku Mewlûd qala rojbûna pêxember dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê di dema ebasiyan de Fexrî Razî û hinek bawermendên derdora wî Mewlûdeke xwarinê amade dikin û li feqîr û fuqareyan belav dikin. Ev di nav heremên belûcî, farisî, pakistanî, peştuyiyan de tê dîtin lê li nav dewletên ereban her çiqas zilm û zordariya xwe çareser nekiribe jî ev tişt nayê dîtin. Lewra gelê ereb ji xeynî sunet û şîretên pêxember tu tiştekî bêbingeh esas nagirin. Ev jî diyar e ku her çiqas di wê rojê de mewlûd were dayîn û hela…hela were kişandin jî di heman demê de rabî bi balafirên şer neçîriya mirovan û qetliama xwezayê bikî tu wateya wê tune ye. Vî tiştî ne Xwedê ne jî pêxember qabûl dike û di ola îslamê de tu cihê vê jî tune ye. Bila ne vê zilmê bikin ne jî vê rojê pîroz bikin. Lewra ev nijadperestî di nav ola îslamê de tune ye.”

Peymana Medîneyê

Konî li ser gotinên ku dibêjin siyaset cuda ol cuda ye re Peymana Medineyê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Her çiqas bê gotin siyaset cuda ol cuda ye jî ev rastiyê pênase nake. Lewra Hz. Mihemed li cem pêxemberiya xwe rêbereke ruhanî, civakî û siyasî ye. Em dikarin Peymana Medîneyê mînak bidin. Di Peymana Medîneyê de diyar e ku bi gelê misilman, xirîstiyan, cihû, muşrîk, henîf re li hev kirin heye ku dikarin bi bîr û baweriya nirxên xwe yên mirovahiyê bijîn. Ev peyman bixwe peymaneke siyasî ye. Em dikarin bibêjin ku ji bo hemû civakên wê çaxê peymaneke erênî ye. Wexta ku kesên êrîşî baweriyên cuda bikin hebûna jî Hz. Mihemed bixwe li dijî wan kesan derdiket û şeref û rûmeta wan diparast.”

Konî li ser hewcedariya siyaseta nerm a îslama esasî de bi ayetên Quranê mînak da û wiha got: “Qada siyasetê qada nermbûyînê ye, di Qurana pîroz de sureya bi navê hucrat ayeta 159’emîn de rêzgirtina li baweriyên cuda gelek vekiriye ku divê di siyaseta ku tê meşandin de nermahî hebe. Dîsa di Qurana pîroz de ji Hz. Mihemed re tê gotin ku heger tu hişk bî, bi çekan êrîş bikî, mirovan darde bikî dê tu kes pêxembertiya te qebûl neke û wê belav bibe û ji te û ji pêxemberiya te birevin.”

Konî di ber dewama axaftina xwe de got ku ev hişyariya ku di wê demê de ji pêxember re hatiye kirin ji ber ku nakeve meriyetê û li hember gelên Rojhilata Navîn şer, siyaset û tundiyeke sosret tê meşandin niha ji îslamê jî dûrketin heye û wiha got: “Di Qurana pîroz de sureyekî bi navê şûra ayeta 38’emîn heye ew jî dîsa behsa xwe rêvebirinê dike ku dibêje bi pergaleke şêwirmendiyê (parlemento) xwe bi rêve bibin, her wiha ji bilî baceyê ji xizanên derdora xwe re ji 10/1 hebûnên xwe bibin alîkar. Bi vê ayetê careke din jî em dibînin ku di wê demê de ol weke siyasetê meşiyaye û di ayetên xwedê de rêzgirtinek li hemberî hemû cureyên jiyanê heye. Jixwe sedema ku karîbûne bi hev re bijîn û bimeşin jî ev bixwe ye.”