2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Wê berxwedan bi ser bikeve’  

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan şewitîne li Baroya Wanê destpê kirine 14 roj li pey xwe hişt. Îro du malbatên din jî tev li çalakiya Nobeda Edaletê bûn. Komaleya Jinan a STAR’ê ku li Wan û navçeyên wê xebatên xwe didomîne, serdana malbatan kir. Seroka Komeleya Jinan a STAR’ê Parêzer Dîlan Kunt Ayan destnîşan kir ku daxwazên xizmên girtiyan ên di warê maf û azadiyan de daxwazên mirovî ne.

Endama Komeleya Jinan a STAR’ê Rojbîn Bor diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya malbatan û wiha got: “Li çar parçeyên Kurdistanê maf û azadiyên bingehîn hatine binpêkirin. Em berxwedana dayikan û gelê kurd dizanin. Ev berxwedan wê bi ser bikeve. Em bi dayikan re ne.”

Dayika girtî Nejdet Abî Meryem Abî ku di çalakiya Nobeda Edaletê de cihê xwe digire got: “Kurê min di encama îxbarekê de hat girtin. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne. 45 sal ceza lê hat birîn. Pirsgirêka mîdê ya kurê min heye. Weke dayikekê ez niha li vir im. Dengê girtiyan bibihîzin.  Em edalet û wekheviyê dixwazin. Em zarokên xwe tenê nahêlin.”

Dayika Girtî Hişyar Abî Zehra Abî jî got: “Kurê min 9 meh in di girtîgeha Meletiyê de ye. Weke dayikekê ez bang li her kesî dikim. Bila piştgiriya me bikin. Ez hemû malbatên girtiyan vedixwînim vir. Bila ew jî werin. Bila girtîgehan vekin. Em êdî naxwazin tu dayik bigirîn.”