5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê HDP tev li hevdîtinên Komîsyona Destûra Bingehîn nebe

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku bi kesên Destûra Bingehîn bin pê dikin re Destûra Bingehîn nayê çêkirin û ev tişt got: “Em ê tev li hevdîtinên Komîsyona Destûra Bingehîn ên ji bo ‘ser nixumandinê’ nebin.”

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê hevdîtinên Komîsyona Destûra Bingehîn ên ji bo ‘ser nixumandinê’ ku wê sibê dest pê bikin de daxuyaniyên girîng dan. Beştaş, der barê mijarê de diyar kir ku hewldana AKP-MHP’ê ya ji bo “azadiya ser nixumandinê” menevreyeke hilbijartinê ye û ev tişt got:

“Dê sibe li Komîsyona Destûra Bingehîn pêşniyarqanûna AKP-MHP’ê ya têkildarî ser nixumandinê were nîqaşkirin. Em pir baş dizanin bê ka guhertina Destûra Bingehîn ya demekî kin beriya hilbijartinê tê çi wateyê. Welêt di nava xizantiyê de digevêze û şerê jiyanê dike. Di her qadê de têkçûnek heye lê di rojeva bloka îktîdarê de manewrayên hilbijartinê heye. Hewldanên wan ji bo manîpulekirina raya giştî ye. Pêşniyarqanûna guherandina Destûra Bingehîn jî yek ji van hewldana ye. Mijara ser nixumandinê kirin parçeyeke kampanyaya hilbijartinê. Dê hewl bidin civakê dabeş bikin û piştgiriya bo xwe xurt bikin. Bi biryarên AYM û DMME’yê nakin.”

HDP tev li hevdîtinên komîsyonê nabe

Di berdewamê de Beştaş, destnîşan kir ku wê tev li hevdîtinên komîsyonê ku wê sibê dest pê bikin nebin û wiha axivî: “Dema ev pêşiyar ket rojevê, me helwesta xwe aşkera kiribû. Me gotibû ku divê maf û azadî bi awayekî giştî werin destgirtin. Lê bersiva vê nedan û piştre jî pêşniyarqanûna xwe amade kirin û pêşkeşî komîsyonê kirin. Me bersiveke erênî nedabû koma AKP’ê. Em nikarin bibêjin ku AKP-MHP di vê mijarê de jidil in. Heta duh şirîkê biçûk gef li AYM’ê dixwar ku partiya me bigire. Heman şirîkê biçûk, ji bo girtina partiya me kampanya da destpêkirin û bi AYM’ê doz dan vekirin. Yên ku ev doza girtinê dayîn vekirin û biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê bi AYM’ê dayîn kirin jî bloqa AKP-MHP’ê ye. Bi kesên makeqanûnê nas nakin û bin pê dikin re makeqanûn nayê çêkirin. Lewma jî em tev li hevdîtinên komîsyona Destûra Bingehîn nabin. Weke HDP’ê me biryar da ku tev li hevdîtinên sibe nebin. Me biryar da ku nebin beşeke vê kampanyaya hilbijartinê.”