spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatê gerok

Welat êdî di torbe de ye, torbeyek spî û sivik, li hembêza bavek bi rûmet, welat li kolanên amedê digere di torbeyek spî û lal de. Welato welato, tu kengê ketî nava vî torbê spî tu kengê û li ku wisa sivik û bêdeng mayî li hembêza bavek birîndar? Çi dikî tu welato, li ser bedena te torbeyek spî… Yê xelkê war e ji wan re welat, can e mal e hewar e, yê xelkê mîrate ye ji bo wan welat, parastin û xwedî ye. Lê tu welato, tu çi dikî di nav vê torbê spî da? Xwe li kîjan hebûn û nebûnê wer dikî ku dilê me wiha diperitînî?

Welat di qutiyek kargoyê de ye êdî, li Mêrdînê di hembêza dayikek serberz de me dimêzîne; wisa li me nemêzîne.

Welato, em ji şerman mirî ne. Di qutiyek kargoyê de rêwiye welat. Wek guleyek dibuhure ji dilê me. Welato welato, tu bûyî gule û di qutiya qargoyê de li dilê me geriyayî. Qey rêyek din nîn bû welato, te jî nikaribû torbe û qutiyên xwe wek ê xelkê tije hêvî bikira, tije rihan û zêr, tije kevir û rûbarên dilgeşiyê?

Welat di qutiyek kargoyê de mal bi mal digere, ji xwe re hêlîn çê dike di bin çengê zarokekê de; carnan li kolanên dilê pîrejinekê, carna li fikara jinekê, carnan jî li hêrsa mêrekê. Welato welato tu bûyî qutiyek kargo û çi digerî li gêjgerînekên bîr û sibeyên me; qey te jî nikaribû wek welatê xelkê qutiyên bobelat û kuştinê bikira qutiyê şahî û şengiyê û ji me re bişanda?

Welat di qutiyek biçûk de li hembêza du dayikan razayî ye; ma qutî ne teng e welato, konên çol û çiya, deşt û newal, best û bajarên te? Qey çawa ku di demek dîrokê de cihûtî û welatê wan bibû xweliya li firinên Naziyan ku tu jî niha tenê bûyî hestiyên li qutî û torbeyan? Welat di çend torbe û qutiyan de bi rê ketiye; li Amedê, Mêrdîn Şirnex û Şengalê. Ma qey tu nawestî welato? Ewqas bê sekn digerî serî û dil ji me re nahêlî. Ma qey te jî wek me war nîne welato? Wiha digerî û jiyanê di gangola dorvegera bêdawî de digerînî? Welat niha di torbe û qutiyan de ye; em nikarin ji nedîtîve werin, ên di wan torbe û qutiyan de ne, ne xerîbên me ne, nasnama me bi xwe ne. Heta ku ew wisa di vê geriyana bêdawî da bin, dê şingeşinga şûrên qederê ji ser hebûna me kêm nebe. Heta ku ew li wir bin em ê jî nikaribin li vir bin. Heta ku ew wisa di nav zarîna bîr û siberoja dîrokê de bin, guhên tu kesî bê olan namînin. Olan didî,  olan didî tu welato di hinava hebûna me de. Têgehek dinî êdî tu; welatek din, giyaniyek din a destpêkê û dawiyek din î. Ma tu çend qutî û torbeyî welato li hembêz û ser milê me. Çiqas giran, çiqas sivik, çiqas nêzik ,çiqas dûr î? Tu çend qutî û torbeyî welato li ser sibeyên dil û hişên me. Welat niha bilbilek şeydaye di qutî û torbeyan de li ser milê me dixwîne; bixwîne welato, lê te jî tu war nîne. Welat niha di hembêza dayik û bavên pakrewanan de ji mijangên me derbas dibe. Oxir be welato tu di qutî û torbeyan da jî bî, ji gerdûnê mezintir, ji bêdawîtiyê dirêjtir î. Welat niha di torbe û qutiyên devgirtî de di geriyana xwebûnê de ye; bigere welato…

Min ên di qutî û torbeyên te de bûne bêdengiya hewarê, em in ên di destê dê û bavan ên leriziyayî de li şekirê îdê geriyayî. Ew destên di gihîştinan de jî tenê mayîn. Li Şengalê, li Amed, Şirnex û Wanê rêwiye welat, rêwiyek ji serdema Med û Zelaniyan mayî; dimeşe, tevî xewnan betal dike. Tevî rastiyan şaş dike ev meş. Lê li bin baskên teyrên bahozan de kulîlkan vedike. Li Kobanê dibe ava kaniya kurdan, li Zagrosan heyveron e;  welat êdî gerokek dînewer e em tev li pey wî bîrewer.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê