26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatên (G7) îro ji bo rewşa Afganistanê dicivin

Îro lîder û rêveberên  welatên G7 ango DYA, Îngilîstan, Îtalya, Almanya, Fransa, Japonya û Kanadayê ji bo biryareke hevbeş der barê Afganistan û helwesta ji Talîbanê bidin, li hev dicivin.

Tê payîn ku mijara sereke ya vê civînê mijara dirêjkirina mayina leşkerên hevpeyman ên li balafirgeha Kabulê be.

Wekî tê zanîn li gorî peymana bi Talîbanê re heta 31’ê vê mehê divê hemû leşkerên biyanî xwe ji Afganistanê vekişînin. Li gorî rewşa heyî dibe ku ew dem têra derxistina hemû kesên dixwazin ji Afganistanê derkevin, neke.

Gelek welatiyên Afganistanê yên ku bi salane li dijî Talîbanê alîkariya hêzên biyanî dikin, ditirsin ku Talîban tolê ji wan hilîne, lewre jî ji ber vê tirsê bi hezaran kes dixwazin ji Afganistanê birevin.

Pentagonê da xuyakirin ku heta niha hewcedarî bi dirêjkirina mayina leşkerên li Afganistanê heye lê li gorî rewşa heyî ew dê were nirxandin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên DYA’yê heta niha wan derdora 50 hezar kesan ji Afganistanê derxistine lê hê jî bi hezaran li derdora balafirgeha Kabulê li hêviya derketine rawestiyane.

Fransa û Almanyayê bang li DYA’yê dikin ku heta dawî kesên bixwazin ji Afganistanê derkevin werin derxistin û heke hewce bike dema vekişîna leşkerên biyanî ji bo demekê were dirêjkirin.

Ji aliyekî din ve berdevkê Talîbanê Suhêl Şahîn diyar kiribû ku divê leşkerên biyanî di dema xwe de ji Afganistanê derkevin. Her wiha kesên dixwazin Afganistanê terk bikin dikarin bi seferên normal ên balafiran jî vê yekê pêk bînin.