4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatiyên Behdînanê daketin qadê

Nerazîbûna xelkê başûrê Kurdistanê ya dijî nebûna xizmetguzariyê dewam dike. Şevê din li ser rêya sereke ya Şêxan a Duhokê, qezayek trafîkê çêbû. Di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xelkê herêmê sedema qezaya trafîkê bi xirabûna rê ve girêdan. Welatiyan piştî cenazeyê 5 kesên ji heman malbatê spartin axê, li dijî nebûna xizmetguzariyê daketin kolanan. Welatiyan rêya sereke ya navbera Şêxan û Elquş li trafîkê girtin. Welatî ji hikumetê dixwazin ku xizmeteke baş bê kirin û rêyên wan bêne çêkirin. Li gorî agahiyan nerazîbûna welatiyan hîn jî dewam dike.