spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan weşana 3 bernameyan rawestand

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Başûrê Kurdistanê biryar da ku weşana 3 bernameyên 3 kanalên TV’yan ji bo hefteyekê bên rawestand.

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Başûrê Kurdistanê kanalên televîzyonên Korek TV, Net TV û Kurdmax TV bi fermî agahdar kirine ku 3 bernameyên xwe ji bo hefteyekê rawestînin. Di belgeya hatiye parvekirin de, hatiye gotin ku piştî hefteyekê divê yan naveroka wan bernameyan bên guherandin an jî bi temamî ji weşanê bên rakirin, heger na dê serî li rêyên qanûnî bê dayîn.

‘Bername ne li gorî civakê ne’

Di belgeya agahdariyê wezaretê de, ji bo sedema biryara hatiye wergirtin hatiye gotin ku neveroka bernameyan ne li gorî urf û edetên civak û malbatê ne. Bernameyên ji bo wan biryar hatiye wergirtin ev in: Nightshow, Netgram û Show magazin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku bernameyên navborî bûne sedema nerazîbûna gel û der barê van bernameyan de gelek gilî li Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan hatine kirin.