27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xanzad: Yekem Koma Jinan a Rokê

Sozdar Koçer

Di demên dawî de gelek vîdeoyên heta niha nehatibûn parvekirin û di arşîva şexsan de bûn êdî bêhtir dikevin rojeva me. Em bi baldarî û kêfxweşiyek mezin li van vîdeoyên kevn dinêrin, weke ku valatiyek din a dîrok û çîroka me kurdan êdî bi van dîmenan tê dagirtin û delîlên wê jî hene. Herî dawî vîdeoya Ciwan Haco, Yilmaz Guney û hin navdarên din li konsereke Parîsê hate weşandin. Û niha jî vîdeoya koma rokê ya jinên kurd li Hewlêra başûrê Kurdistanê di medyaya civakî de belav dibe ango ji nû ve tê belavkirin ku êdî haya gelek kesan ji vê kom û çîroka komê çêdibe.

Dema meriv li vîdeoya wan a kevn dinêre, tê de çend jinên çeleng, bi cilên xwe yên kurdî û bi gîtara basê, akordeyonê û gelek enstrumanên dîtir,li ber xaniyekî kevirîn di nav gul û şênkahiyê de konserekê didin. Hejandin û heybeta wan ya di ber strangotinê de, di heman demê de meriv têdigihîje ku ev vîdeo di sala 1983’an de hatiye kişandin. Endamên komê xwerû jin in û şêwaza muzîka wan ya rokê ye, kêfxweşî û şaşwaziyek gelek mezin xwe li me dipêçe!

Heta niha dema em li terza rokê ya di zimanê kurdî de bifikriyana, her tim dîmenê çar mêran, tevî gitara wan ya basê û enstrumanên din dihat ber çavên me. Belê, Koma Wetan. Di bîra me de vîdeoya wan a bi dîmenên reş û spî ya ‘Filîto Lawo / Şemê’ maye.Yekem koma roka kurdî bi navê Koma Wetan – Koma Welat di sala 1973’yan de hat avakirin. Koma Wetan heta îro jî bi serkêşiya Kerem Gerdenzerî hîn jî tê naskirin û guhdarîkirin.
Bi tenê çend sal piştî Koma Wetan li başûrê Kurdistanê li Hewlêrê koma rokê ya yekem a jinên kurd bi navê Khanzad – Xanzad tê avakirin.

Dema meriv bixwaze ji bilî vîdeoya wan bêhtir li çîrok û agahiyên der barê komê de bigere, mixabin meriv ewqas pir çavkaniyan nabîne. Li gor çavkaniyan ez dikarim bêjim ku yekem car Savan Abdulrahman îsal nivîsek bi zimanê inglizî li ser danasîn û hevpeyvîna bi endamên kevn re parve kiriye. Meriv bi tenê di vê nivîsê de hinek agahiyên der barê komê de werdigire.

Li gor çavkaniyên heyî ev kom bi saya Wirya Ahmed hatiye avakirin ku teqez em wî tevî saza wî di gelek vîdeo, program û konserên qenalên cur bi cur de nas dikin. Ji Med Tv bigîre heta Stêrk Tv’yê. Wirya Ahmed di destpêka sala 1980’yî de li Hewlêrê Koma jinan daye avakirin, wî roleke gelek mezin di komkirin û perwerdekirina enstruman û stranbêjîyê de leyîstiye. Wirya Ahmed menajerê Koma Xanzad bûye û gelekî hewl daye ku jinan tevlî koma jinên Xanzad bike.

Di wê demsalê de helbet avakirina komeke jinan a muzîkê û hebûna wan a di festîval û konseran de ji aliyê civakê ve nedihate pejrandin. Koma Xanzadê di dema xwe de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Lewre zexta civaka paşverû û baviksalarî li hemberî Xanzadê gelekî mezin bû. Digel wan nerazîbûn û neyîniyan jî wan xebatên xwe bi domdarî meşandin.
Pişti Koma Xanzadê bi giştî li Kurdistan û Iraqê bi nav û deng bû, êdî Rejima Baasê jî ji komê haydar bû. Di wê demê de şerê Iraq û Îranê rû dida. Rejima Baasê dixwest ku Koma Xanzadê ji bo propogandaya Rejimê stranên siyasî vebêje. Wan gelekî hewl da û zext li menajerê komê Wirya Ahmedî kirin, ku ji bo Rejimê kar bike. Wî ev pêşniyaz qebûl nekir.
Pişti zexta zêde ya Rejimê, menajerê komê neçar dimîne dev ji komê berde. Piştî çûyîna wî, koma Xanzadê mecbûr dimîne ji bo partiyên siyasî stranên propogandayê ango ji bo Rejima Seddam Huseyîn stranan vebêje. Zêde berdewam nake, koma jinan ji ber zext û rewşa awarte ya şer êdî belav dibe. Gelek ji wan jinan berê xwe didin Ewropayê û gelek ji wan jî li Kurdsitanê dimînin.

Ger ev kom belav nebûna, wê rê û xebatên wan ên salên pişt re ji bo me tevan diyar bûna. Koma ji kurdan pêk hatibû dê mecbûr bimana ku ji kujerê xwe re stran bigotana û pesnê Seddam bidana. Xwesteka wan jî ev bû. Çi wahşetek!
Mixabin ev koma Jinan bû qurbaniya siyasta Rejima Baasê. Ji ber ku stranên wan bi fermî nehatin qeydkirin, ew bi tenê bi vîdeo û çîrokên xwe hene. Nifşê me yê nû divê xwedî li van çîrok û gavên dîrokî derkevin! Divê em têbigihijin ku beriya me gelekan rê ji me re vekiriye, divê em ji wê derê dest bi têkoşîn û meşa xwe bikin.

Çima navê Xanzad ?

Yek ji tiştên herî balkêş jî navê Komê ye. Jinan navê komê bi zanebûn hilbijartine û wisa xwedî li jinên jêhatî, çeleng û jixwebawer ên ku roleke gelek girîng di dîroka me kurdan de leyîstine, derdikevin.
Li gor çavkaniyan di dawiya sala 1600’î de Mîrîtiya Soran yek ji mîrgehên kurdan a li başûrê Kurdistanê bûye. Piştî şerê Çaldiranê Împaratoriya Osmanî qismekî mezin ê Kurdistanê dike bin serweriya xwe. Di vê demê de, Mîrîtiya Soran xwe li dijî xwestekên Osmaniyan bi hêz dikin û axa xwe fireh dikin. Di sala 1534’an de Împaratorê Osmaniyan Silêman dikeve ferqa mezinbûn û bandora vê herêma serbixwe û dikeve metirsiyekê. Ji bo ku Mîrîtiya Soran ji bo Împaratoriya Osmaniyan nebe pirsgirêk û li dijî wan dest bi berxwedanê neke, Osmanî Begê Soran Ezdînşêr qetil dikin. Pişti kuştina wî Mîrîtiya Soran dewrî Huseyîn Beg tê kirin. Kurê Mîr Huseyînê Soran Seyfedîn, dixwaze tolê hilîne û Mîrîtiya Soran dîsa ava bike. Ji bo vê yekê ew û Şahê Erdelanê xwe dikin yek û Mîrîtiya Soran ji Huseyîn Beg distînin. Demek dirêj şerê desteserkirina Mîrîtiya Soran berdewam dike. Gelek şer û kuştin çêdibin. Herî dawî di sala 1620’î de Mîr Silêman tevî xwişka xwe Xanzadê Mîrîtiya Soran bi rê ve dibe. Piştî Mîr Silêman tê kuştin Xanzadê weke yekem şaha Kurdistanê cihê birayê xwe digire û Mîrîtiya Soran êdî di bin hêza wê de ye. Tê gotin ku Xanzadê hêzeke ji 30.000 şervanî bi rê ve dibir û Mîrîtiya xwe ji Sefewiyan diparast. Serweriya wê ji Soran heta Herîrê berfireh bû. Ji bo Xanzadê kelehek hatibû avakirin ku nêzikî Hewlêrê ye, ev keleha bilind nîşaneya serwerî, hêz û parastina Mîrîtiya wê bû.

Cara yekem e ku jinek kurd bi çelengî, hêz û jîrbûna xwe welatek bi rê ve biriye. Dibe ku gelek kes çîroka Xanzadê nizanibin an jî bi tenê çîrokên jinên deh salên dawî yên parçeyên ku em lê dijîn bêhtir di hişê meriv de bin. Divê çîrokên din ên her parçeyên Kurdistanê jî wek mîrateya me tevan were dîtin.
Îro meriv bi tenê li başurê Kurdistanê kêm zêde çîroka wê dizane, gelek saziyên civakî, avahî, qadên vekirî, kom û rêxistinên jinan navê wê hildane, Koma Muzikê jî navê Xanzadê hildabû. Ji bo hemûyan jî Xanzadê nîşaneya berxwedan û tekoşîna Jina kurd e.