2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin

Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê hat kuştin, bi dirûşma “Tu jî golek biavêje tiryakê” Tûrnûvaya Futbolê li dar xistin. Fînala Tûrnûvaya Herêma Marmarayê hat lidarxistin. 12 jê jin bi giştî 152 tîm di tûrnûvayê de lîstin. Baskê tûrnûvayê yê Stenbolê di fînala mezin de 6 tîm hatin hemberê hev.

Tîman man fînalê li Tesîsên Kuluba Sporê yê Karadolap a li Eyupsultanê maçê li dar xistin. Di maçê de tîmên zarok, tekil û jinan hatin hemberî hev. Beriya maçê bi sedan kes govend gerandin û coşa xwe nîşandan. Di şahiya maçê de welatiyan dirûşmên wek “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Kemal Kûrkût nemir e”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Bi sedan kesên li ber stranên kurdî govend gerandin silav ji Semra Guzel re şandin û dirûşma “Semra Guzel rûmeta me ye” berz kirin. Her wiha pankarta “Kemal Kûrkût nemir e. Em te ji bîr nakin” hat daliqandin.

Tîmên zarokan

Di tûra ewil de tîmên “Zarokên rojê” û “Pêşeroja me” hatin hemberî hev û tîm wek hev man. Piştre ji tîmên tekil “Koma Hevra” û “Nûjiyan” bi coşek mezin lîstin. Di dawiya maçê de tîma “Nûjiyan” bi ser ket.

Tîmên dawî tîma jinan a rojnamevanan “Çapemeniya Jinên Azad” û tîma Tevgera Jinên Azad (TJA) “Siya jinê” hatin hemberî hev û tîma jinên çapemeniya azad bi ser ket.

Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Sevda Tosûn, parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglû û Zuleyha Gulum, hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, edîtora JinNewsê Nişmiye Guler axivîn û pîrozbahî li tîman kirin.

Tîmên ku xelat wergirtin xelatên xwe diyariyê 16 rojnamevanên kurd ên di meha hezîranê de li Amedê hatin girtin, kirin.