6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zivistaneke dijwar li hêviya Ewropayê ye

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê  Josep Borrell hişyarî da ku zivistanek dijwar li benda Ewropayê ye û dê ew yek di mehên pêş de bêtir zelal xuya bike.

Borrell got ku girêdayîbûna Ewropa bi enerjiya Rûsyayê biryarên wê yên siyasî asteng dike û Yekîtiya Ewropayê dixwaze ji vê rewşê xilas bibe.

Rûsyayê di van rojên dawî da xuyakirin ku divê hemû welatên ku gaza Rûsyayê dikirin bi roble ango bi  pereyên Rûsyayê bikirin, ne bi awro û dolaran.

Piştî vê daxuyaniya DYA’yê jî daxuyaniyek da û got ku Rûsyayê meseleya gazê wekî çekekî li dijî Ewropayê dimeşîne. Der barê vê mijarê de daxuyaniyek bi navê Meclisa Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê hate weşandin, di daxuyaniya de wiha hat gotin: “Mixabin ne tiştekî xerîbe ku Moskovayê bi berdewamî gazê wekî çekekê li dijî Ewropayê bikar tîne.”

Ji aliyekî din ve qutkitirina Rûsyayê ya ji gazê re hişt ku buhayê wê li Ewropayê zêde bibe û vê yekê pêşî li nerazîbûna gelê Ewropayê ya li dijî hikûmetên wê vekir.

Hêjayî gotinê ye ku hema bêje gaza hemû welatên Ewropayê ji Rûsyayê tê. Heke Rûsyayê firotina gaza xwe rawestîne dê ev yek bibe wekî kabûsekî ji bo gelê Ewropayê.