6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

20 rojnameger hatine fîşkirin

Rojnameger Azîz Orûç di kanûna 2019’an de dema ku dixwest bi ser Ermenistanê re derbasî Ewropa bibe, hêzên Ermenistanê wî radestî Îranê kirin. Orûç, ji aliyê Îranê ve li ser sînorê Tirkiyeyê û Îranê hat hiştin û bi hewldanên xwe hat navçeya Bazîdê ya Agiriyê. Orûç, di 11’ê kanûna 2019’an de li Bazîdê hat girtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin û pişt re hat berdan. Doza  Orûç hêj didome. Fîşkirinên rojnamegeran ku Midûriyeta Giştî ya Polîsan bi armanca îstîhbaratê kiriye li dosyeya doza Orûç hat zêdekirin. Di heman dosyeyê de hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû jî bi îdiaya “bi zanebûn û xwestin alîkariya rêxistinê kiriye” û alîkarî daye Orûç tê darizandin. Hat zanîn ku bi belgeyek îbareya veşartî tevî Muftuoglû 20 rojnameger hatine fîşkirin.

Emniyetê ev fîşkirin sipartiye agahiyên îstîhbaratî yên der barê Cemaeta Fethûllah Gulen de û hat diyarkirin ku nivîsên rojnamegeran di kovara bi navê “Journalist Post” de derketine. Hat zanîn ku kovara navborî têkiliya wê bi rêxistina Gulen re heye û agahiya şexsî yên der barê rojnamegeran de hatine berhevkirin.

Serokê TGS’ê jî hatiye fîşkirin

Tevî Muftuoglû û Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş 20 rojnameger hatine fîşkirin û navê wan di vê belgeya veşartî de derbas dibe. Di girteka fîşkirinê de tê gotin ku Muftuoglû û Dûrmûş nivîs şandine vê kovarê re û ev girtek di 24’ê gulana 2022’yan de hatiye îmzekirin. Ev daxwaza fîşkirinê li ser fermana Midûriyeta Giştî ya Polîsan pêk hatiye û ev fîşkirin wek giştînameyek ji midûriyetên polîsan ên bajarên Agirî, Enqere, Antalya, Amed, Gîresûn, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kocaelî, Sêwaz û Trabzonê re hatine şandin. Her wiha di belgeya veşartî de hatiye gotin ku divê ev agahî bi tu kesî û saziyan re neyê parvekirin.

Di dosyayê de delîlên sûcê nîne

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû der barê fîşkirina lê hatiye kirin de wiha axivî: “Hevalê min ê rojnameger Azîz Orûç ji Îranê hat derxistin û şandin Tirkiyeyê. Ji ber ku Azîz li derve ma û malbata min jî ji ber ku li wir bû, bi min re ket têkiliyê. Ji ber ku malbata min li Bazîdê dijî, min daxwaz kir ku Azîz li mala me bibe mêvandar. Ji ber pêdiviyeke wisa sade, însanî û hevaltiyê bavê min di heyama yekem de hat girtin û 8 mehan di girtîgehê de ma. Der barê min de bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kiriye’ doz hat vekirin. Dema em li dosyaya dozê dinêrin ji bilî tiştên ku min gotiye tu delîlên ku sûc tê de hene nîne. Lê belê belgeyek veşartî ji hêla polîsan ve tê şandin da ku di der heqê min de têgihiştinek çêbikin. Bi vê belgeyê armanc dikin ku ez di vê dozê de wek sûcdar an jî bi terorê re nîşan bidim ku bêm cezakirin.”

‘Ez ê karê rojnamegeriyê bidomînim’

Muftuoglû, diyar kir ku bi van belgeyan dixwazin fikr û ramanên rojnamegeriyê wekî sûc nîşan bidin û ev tişt got: “Ji ber ku min ji bo kovarekê gotarek nivîsandiye ango ji bo ku ez karê xwe dikim der barê min de ev doz vekirine. Di heman demê de ez nûnerê rêxistineke pîşeyî me û gotara ku min nivîsandî jî ji bo gihandina têkoşîna komeleya me û zehmetiyên rojnamegerên kurd hatiye nivîsandin. Ji ber ku ez peywira xwe dikim têm darizandin. Ji bo Serokê TGS’ê Gokhan Dûrmûş jî heman tişt hatin kirin. Ev di dosyaya min de derket holê ku me ji heman hejmarê re nivîs şandiye. Careke din destnîşan dikim ku doz çi dibe bila bibe ez ê karê rojnamegeriyê bidomînim.”