8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwekuj hatiye binçavkirin û berdan!

Ahmet Arîf Dag ê ji Çewligê hêj 21 salî bûye, di sala 2018’an de bi çar hevalên xwe re tev li DAIŞ’ê bûye. Bavê wî Fatîh Dag der barê kurê xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Ahmet Arîf Dag niha 24 salî ye diyar kiriye ew bûye xwekujê DAIŞ’ê û muhtemel e êrîşa xwekuj pêk bîne. Navê vî Ahmet Arîf Dag di lêpirsîna Komkujiya Gara Enqereyê ve di 10’ê cotmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat derbas dibe. Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Enqereyê têkildarî Komkujiya Enqereyê doz vekir û danişîna dozê di 7’ê mijdara 2016’an de dest pê kir. 16 bersûc firar in û 19 girtî ne û bi giştî 36 bersûc tên darizandin. Dosyeya bersûcên firar ji dosyeya bersûcên girtî hatiye veqetandin. Dadgehê ceza dabû bersûcên girtî û di cotmeha 2020’an de cezayê van bersûcan hatibû erêkirin.

Ahmet Arîf Dag, Mucahît Atli, Samet Berdîbek li gel ji bersûcên doza Komkujiya Enqereyê Mehmetdîn Baraç ê nasnav “Omer Hattab” di adara 2016’an de li Çewligê tên binçavkirin û piştî îfadeyan bi biryara kontrola edlî tên berdan. Piştî tên berdan tev li DAIŞ’ê dibin. AMED