26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekarên zanîngehan li başûr daketin qadan

Çalakî û xwepêşandanên xwendekarên zanîngeh û peymangehan ên li dijî nedana xerciya mehane destpêkiribûn di roja sêyem de berdewam dikin. îro jî li Silêmanî, Raperîn, Germiyan, Koye û Soran destpêkirin. Piştî ku duh li Silêmaniyê hêzên ewlehiyê êrişê çalakiya xwendekaran kiribûn, çend xwendekar birîndar bibûn û hinek hatibûn binçavkirin, biryar hatibû dayîn wê çalakiyên wan berdewam bikin.

Di van kêliyan de carek din xwendekarên Zanîngeha Silêmanî, Germiyan, Raperîn, Koye û Soranê daketin qadan û daxwazên xwe tînin ziman. Xwendekar li ber Zanîngeha Silêmaniyê kombûne û diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên wê çalakiyên wan berdewam bikin. Li gorî agahiyên ROJNEWS’ê, xwendekarên Zanîngeha Soran û Zanîngeha Koye jî dest bi xwepêşandanê kirine.

Şevê din xwendekarên zanîngeh û peymangehan