26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tundiya leşkeran a li dijî 2 rojnamevanên jin

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên di Şaristaniya Mezopotamyayê de Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî Ya Li Dijî  Tundiya li Ser Jinan xwest ku biçin goristana gundê Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun jî di serdanê de amade bû. Lê Polîs û leşkeran hemû gundên li ser rêya goristanê dorpêç kirin û destûr nedan malbat biçin goristanê.

Tundiya leşker û polîsan a li dijî rojnamegerên jin

Leşker û polîsan hemû rêyên diçin goristanê girtin û destûr nedan welatî biçin gundê Sîsê. Leşker û polîsan nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren a ku nûçe dişopand asteng kirin û qayîşa wênekêşê ku di stûyê wê de li qirika wê jidandin û lêdan. Pişt re leşkeran dest danîn ser makîneya Ren û jê re gotin, “Ez dizanim van wêneyan tu yê ji kê re bişînî” û dest danîn ser makîneya wê.

Wênekêşên rojnamegeran desteser kirin

Di wê kêliyê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag wêne û dîmen digirtin. Leşkeran berê sîleha xwe dan ser rojnamevan Akdag û lê xistin dest danîn ser wênekêşa wê. Akdag û Ren ên ku pişt re xwestin bi têlefonên xwe wêne û dîmen bigirin, bi gefa binçavkirinê rûbirû man. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun bertek nîşanî êrişa li ser rojnamevanan da û makîneyên desteserkirî yên rojnamevanan paş de girt.

Dayikan bi gotina “Em dayik in, dilê me dişewite” bertek nîşanî polîsan dan.

Piştî astengiya polîsan, endamên şandeyê li ser rêya gundê Fîsê daxuyanî da. Endama MEBYA-DER’ê Raziye Işiktaş bertek nîşanî astengiyan da û wiha got: “Me xwest em biçin goristanê û Fatîhayekê bixwînin. Lê polisan çûyîna me asteng kir. Ev zilm e, heqaret e. Ev çi edalet e? Xwedê heqê me li erdê nehêle. Me xwest em cenazeyên di nava keviran de ziyaret bikin, lê nehiştin. Em vê rewşê qebûl nakin. Çima ew qas mudaxileyî me dikin?”