7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ya star !

Wa diyar e, gotinên req û qor yên em bi kar tînin, hew zêde bi kêr tên. Her wiha di van demên dawî de, niviskarên kurd hin gotin û têgehan dixin rojeva kurdan, der heqê etîk, moral û estetîkê de dinivîsin. Di kanalên TV’yên kurdan de ev mijar têne axaftin. Aqûbet li serê meydana siyasî jî be!

Hûn dizanin bê kengî hikumet û genaralan li hev kirin û ji sermayeya (kapîtal) “kesk” û “şîn” re deriyên Tirkiyeyê vekirin. Bi alayên “açilim”an Tirkiyeyê xemilandin. Yek ji wan para kurdan ket- “kurt açilimi” ku di wergera wê de serê kurdan tevlihev bû.
Dewleta Tirkiyeyê çenteyê xwe tije kaxizên muqawelê û qanihkirinê kirin û derketin “seferberlig”ê. Em bûn şahidên gelek tiştan; hunermendên ku ji 10 milyon Ewroyan re gotin na! Kurê xelkên ku ji studiyoyên taybetî re gotin na! Keçên ciwamêran ku ji maaşên safî bist û pênc hezar kron re gotin na..!

Relativism

Lê berdevkên dewlet û hikûmeta tirk hin kes jî qanih kirin. Van hevkar û “karkerên” qanihkirî, pişt kul û dawî şil, hin têgînen kevin ji bixêrîka xwe derxistine û belav dikin. Nav li têgeha xwe nakin. Gelo maqûl e ku haya wan ji vî gopalê wan yê bisêhr tune be? Dûrî aqilan e! Em cardin jî bêjin: “Jê re dibêjin, relativism.”
Li gorî remza vê têgêhê her tişt relativ e. Ango li çi sînor û zelalîyeke raman, dîrok, polîtîk û civakî napirse. We gotinên relativistan yê wek: “Ma A ji B ne çêtir e?” bihîstine. Demekê gotin: “Ma sivîl ji eskeran ne baştir in?” Gava ku rastiya rastiyê xwe şanî me da, vêca dev guhertin: “Ma AKP ji CHP û MHPyê ne çêtir e?”
Hindik maye bibêjin: “Ma kêr ji çardexurê ne çêtir e?” Mirov bi kêrê dikare kundiran bike du telaş, xiyaran pê biqeşêre, zebeşan bi kêrê hûr bike lê em ji bîr nekin, kêr jî û çardexur jî mirovan dikujin. Û em dizanin ku di kuştina kurdan de gelek caran kêr bi kar hatiye. Ma ne jixwe?

Di nava xelk û civatê de, li gor disiplînên cuda gelek nav û remzên relativismê hene. “De tişt nabe lo, li a xwe temaşe bik!”, “Lingên xwe lêx û li kêfa xwe biner!” Ev reng relativism ji feydeya ferdî û rojane pê ve çi norm û pîvanan nas nake.

Felsefeya pasifîstan

Relativist carna dilê hev xweş dikin û gotinên siwêdiyan tînin bîra mirov: “Livet har sin gång!” kurdiya wê: “Tiştê bibe betal nabe!” Çarenîvîsa xwe dispêre hêzên li derveyî xwe. Kilîta welatê xwe dide destên dagirkeran. Hêvîşikestî li benda rehma desthilatdaran e.
Taybetmendiyeke relativîstên kurdan heye. Piraniya wan “stanilist û dîndarên” taybet in.
Her ku parî mezin dibe, gotin û cihên wan jî tên guhertin.
Doh “qubla wan” Moskova bû. Piştre berê xwe dan Hewlêr û Silêmaniyê. Ava wan di cokên Kurdistanê re coş nebû!

Bala xwe bidê relativist her tim çav li der, ne li ber deriyê xwe lê li mala xelkê li camcamkan didin. Anha jî li Enqere, Stenbolê û Amedê, rojê şeş caran dixwin.
Ewropiyan ne hema ji ber xwe ve gotine: “Yên mirov li helanê winda dike, mirov li çerx û felekê bi dest dixe!”
Remza wan yek e, navên wan cuda: Kole, War, Har, Bênûr, Kamil, Bêcewher an jî Beyhûda…
Ya star!