26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du taybetiyên mirov: Hevxemî û bêxemî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Di vegotinê de; çi bêje an jî gotina ku ji devê mirov derdikeve, peyamekê dide kesê/a ku guhê wî/wê li ser gotin û vegotinê ye. Ew vegotin, fikra kesê ku wateyê dide bêje û gotinê, ku wê li gorî xwe rave û şîrove dike, bi xwe ye.

Famkirin bêyî vegotinê, vegotin jî bêyî guhdarîkirinê pêkan nabe. Famkirineke baş bi guhdarîkirineke baş, guhdarîkirineke baş jî bi vegotineke baş watedar dibe.
Di vegotinê de derbirîn, rastgotin û watedarkirina têgihê, têgihiştinê hêsan dike û dibe sedema têkiliyên erênî; belê berevajîkirin, şewişandin û çilvirandina têgihê jî watedarkirina têgihê asteng dike û dibe sedema têkiliyên neyînî. Vegotin û bilêvkirin çiqas nêzîkî wateya têgihê ya rastîn be, têgihiştin, ravekirin û şîrovekirin jî ew qas nêzîkî rastiya wê ye. Vegotin û bilêvkirin çiqas dûrî wateya têgihê be, têgihiştin, ravekirin û şîrovekirin jî ewqas dûrî rastiya wê ye.

Gava ku têgihek were navandin, berî her tiştî pêdîvî bi tarîfkirin û nasandina wê heye. Agahî, zanebûn û veguhastina têgihê çi qas xurt be, famkirina wî jî ewqas hêsan dibe. Xislet û xisûsiyetên mirovî, takekesî û civakî hemû bi saya bilêvkirin, navandin watedarkirina têgihê pêkan dibe. Bi vê minasebetê em dixwazin hinekî li ser du têgihên dijber ên ku wekî du taybetiyên mirovî tên zanîn, rawestin. Ev herdu têgih ango taybetî; yek jê hevxemî û ya din jî bêxemî ye.

Bêjeya ‘hevxemî’yê hemwateya peyva ‘empatî’yê ye ku ji peyva yewnanî ya ‘pathei’ ku tê wateya ‘hesîn’ an jî ‘hishisîna êşê’ der bûye û hatiye dariştin. Ev bêjeya yewnanî pey re derbasî zimanê îngilîzî û gelek zimanên din jî bûye û li peyva ‘empathy’yê dageriyaye.
Hevxemî, tê wateya huta (melekeya) ku mirov xwe dixe şûna kesê pêşberî xwe. Ango; têgihiştina hest û hizra kesên din; parvekirina bi pejnkerî û hestyarî ya derd û kulên wan; sivikkirna êş, azar, kar û barê wan; çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên wan û hwd. hemû bi saya hevxemiyê pêk tên.
Hevxemî, taybetiya mirovî ya erênî ye. Hişmendiya mirovên hestyar, pejnkar û alîkar e. Xisleta kesên bikêr, kardar vîndar e. Xusûsiyeta kesên mirovhez, dilxwaz û dilnewaz e. Hevxemî, hesta kesên gelparêz, pêşbîn û xweşbîn e. Liv û bizava kesên dildar, cefakar û fedakar e. Dilsoziya kesên peşinde, rêzdar û girambar e. Hêvxemî hesta hezkirinê ya mirov ber bi bawerî, ewledarî û rêzdariyê ve dike. Kesên dilpak, rêzdar û ewledar li kesên pêşberî xwe guhdarî dikin û derd û xemên wan baş fam dikin. Her gav xwe dixin şûna kesên pêşberî xwe; êş û kulên wan sivik dikin û ji derdê wan re dibin derman.

Hestên hevxemiyê bi kesên bêhest û dilkevir re peyda nabe. Lewre ew ne xema kesî dixwin û ne jî di xema tiştekî de ne. Kesên ku ne xemxur bin nikarin hevxemiyê pêk bînin û qenciyê bikin. Qencî, fedakariyê û fedakarî jî ked û zehmetiyê divê. Fedakarî, tenê ne ked û zehmetiya di ber nefsa canê xwe de ye; berevajiyê wê qenciya di ber kesên din de ye. Hestên fedakariyê bi dilnermî, xwîngermî û hezkirinê distewin. Hezkirin bi xwe fedakarî ye. Fedakarî xêrxwazî ye. Xêrxwazî qenciyeke bêgerew û bêberjewendî ye. Hêza ku bi hezkirinê pêk tê, yekîtî û hevgirtinê pêkan dike û meriv arasteyî fedakariyê dike. Fedakarî lûtkeya qenciyê û asta dilpakiyê ya herî berz û pîroz e. Tiştê ku mirov ber bi qencî, xêrxwazî û fedakariyê ve dike hevxemî ye. Hêza ku mirov ber bi hezkirinê ve dike jî dîsa hevxemî ye. Heke hevxemî (empatî) tune be; xwîngermî (sempatî) û hezkirin jî tune ye.
Hevxemî, bi kêrî alîkarî, piştgirî, hevkarî û parvekirina pirsgirêkên civakî û pêwendiyên navbera mirovan ên rojane jî tê. Mirovên hevxem hevdû bêtir fam dikin. Hevxemî, têkiliya navbera mirovan xurtir, danûstandin, rêzdarî, hezkirin û têgihiştina wan zêdetir dike. Kesên ku bi hestên hevxemiyê nêzîkî mirovên din dibin, dikarin bi hêsanî dest biavêjin karê wan û alîkariya wan jî bikin. Kesên hevxem, baştir dikarin zanebûn û agahiyên xwe veguhezin kesên derdora xwe û pirsgirêkên xwe yên takekesî û civakî bi wan re parve bikin û bi hev re li çareseriyê bigerin.

Kesên ku bi hestên hevxemiyê tev digerin û xema mirovên din dixwin wekî kesên ‘hevxem’ an ‘xemxur’ tên binavkirin. Hevxemî, ji baldarî, hestyarî û pejnkariyê tê. Hevxemî an jî xemxurî taybetiyeke mirovên dilsoz, dilgerm û dilnerm e. Qencî, hestyarî, hevkarî û alîkarî hemû bi hevxemiyê ve girêdayî ne. Hevxemî, xemgînbûna ji bo kesên din e. Bi vegotineke din hevxemî; xemgîniya li gel an jî li pêşberî kesên ku belayek hatiye serê wan an jî ew kesên ku bi pirsgirêkên xwe rû bi rû mane.
Çawa ku hin têgih bi dijber û dijwateya xwe watedar dibin, hevxemî jî bi dijwateya xwe ya ku wekî ‘bêxemî’yê tê zanîn, watedar dibe. Bêxemî, tê wateya xemnexuriyê. Xemnexurî, bêxemiya mirovên tiral, keslan û sersar e.

Bêxemî, taybetiyeke mirovî ya neyinî ye. Hişmendiya kesên qels, xemsar, guhnedêr e. Xisleta kesên bêhêz, bêkêr û bêxêr e. Xusûsiyeta kesên xweperest, xêrnexwaz û dilnexwaz e. Hestê mirovên xweparêz, xwebîn û xudbîn e. Liv û bizava kesên berjewendperest, pexîl û çavnebar e. Bêxemî, qelsiya mirovên dilhişk, ezez û xweparêz e. Hêza xweparêz, mirov ber bî berjewendiyên demdemî, rojane û kesane ve dike. Mirovên ku xwe nexin şûna kesên pêşberî xwe û xema wan nexwin, nikarin wan baş fam bikin. Mirovên ku li kesên pêşberî xwe baş guhdarî nekin, nikarin êş û kulên wan, kar û barê wan sivik bikin û ji derdê wan re bibin derman.

Tiştê ku mirov ber bî berjewendiyên kesane ve dike bêxemî ye. Belê tiştê ku ezîtiya takekesî, xweperestî û bêxemiyê têk dibe û mirov arasteyî gelek hestên erênî dike, hevxemî ye. Hestê herî erênî yê ku bandoreke xurt li ser derûniya kesên ku bi hev re di têkiliyê de ne, dihêle û çawaniyê dide ragihandinê jî dîsa hevxemî ye. Hevxemî, bawerî û xwebaweriyeke xurt dide mirovên pêwendîdar û di navbera wan de dilsozî û dostaniyeke mayînde pêk tîne. Hevxemî, jehrkuja tiralî, xemsarî û bêxemiyê ye. Sêwirandina hest û hizrên erênî yên ku her gav di bîra mirov de cih digirin, bi saya hevxemiyê dikemilin û tekûz dibin. Cihê ku hevxemî, xemxurî ê fedakarî lê hebe, bêxemî, xwebînî û xudbînî lê nadebirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê