26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên nexweş: Muhlîse Karaguzel

Hevseroka HDP’ê ya Mûşê ya berê Muhlîse Karaguzel (60) di 9’ê tebaxa 2019’an de ji aliyê polîsan ve bi hinceta ku endama rêxistinê ye hatibû binçavkirin. Piştî ew sewqî dadgehê kiribûn, dadgehê ew şandibû girtîgehê. Piştre jî 8 sal û mehek ceza lê birin. Muhlîse Karaguzel li Mûşê hat girtin û pişt re sirgûnê Girtîgeha Bunyan ya Kayseriyê  kirin.

Nexweşînên Muhlîse Karaguzel ên wek astim, şekir,kolestrol û tansiyonê hene. Bi raporan jî ev nexweşîyên wê hatine teyîtkirin û nexweşiyên wê her diçe giran dibin. Ji ber astimê ew nikare bi rehetî nefes bigire. Bi teybetî jî ji ber nexweşîna şekir zehmetiyan dijî. Ji bo şekir li laşê wê nexe rojê 4 derziyên şekir (însulîn) li xwe dixe. Şekir li pî û çavên wê xistine. Hewceye ji çavên xwe ameliyat bibe.

Muhlîse Karaguzel di nîsana 2021’ê de 2 caran qeyrana dil derbas kiriye û hatiye anjiyo kirin. Bijîşkan diyar kirin ku îhtîmala dîsa qeyrana dil derbas bike heye û dê encamên vê qeyrana dil ya sêyemîn qet baş nîn bin.

Rêveberiya girtîgehê tevî nexweşîna tansiyon û şekir jî xwarinên diyetê nadin Muhlise Karaguzel. Ev jî dibe sedem ku şekir û tansiyona wê tim di asta xetereyê de pêş bikeve. Malbata Karaguzel diyar kir ku ne ji alîkariya hevalên girtîgehê bin ew nikare bi tena sere xwe bimeşe û jiyana xwe bidomîne.

Muhlîse Karaguzel niha li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê dimîne û hewceye ku demildest bê berdan.