8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekgirtina kurdan

Hêz û partiyên kurdistanî îro ne bêçare ne bi kujerên xwe re hevkariyê bikin û pêwîstiya wan nîne ji bo li dijî partiyeke din a kurdan xwe bihêz bikin li tifaqa bi neyaran re bigerin

‘‘Emma ji ezel Xwedê wisa kir

Ev rûm û ecem li ser me rakir

Namûs e li hakim û emîran

Tawan çi ye şa‘ir û feqîran’’

Mamoste yê mezin, zaneyê neteweyî Ehmedê Xanî li serdema Kurdistan di navbera osmanî û sefawiyan de bû du beş, hawara xwe digehîne serkêş û rêberên wê serdemê. Mîr û emîran vedixwîne helewesta yekitî û namûsgêriyê da tifaqa xwe çêbikin û welatê xwe rizgar bikin. Îro jî zane û dilsoz dikin hawar da serok û serkêşên civatê bêne ba hav û çareyekê ji tifaqê re bibînin. Heke newin gel hev û vê fersendê winda bikin, divê zanibin, tu tawanê gel û şervanan nîne. Hemû tawan di stûyê kesên xwe pêşeng dibînin û tifaqê çê nakin de ye.

Gel îro ji dil û can dixwaze kesên weke Diyako yê Med zana, dadwer, bihêz û xwedî bawerî bibîne. Hêvî û xeyala pêşengên karibin hêza tevger û partiyan nêzîk hev bikin û tifaqê çê bikin, dike. Li pêşengên karibin giyan û mêjiyên di nav qirêja bindestiyê de ronî bikin, digere. Dizane pêwîstî bi pêşengên guh nedine Beko Ewanên tifaqê têk didin (xirab dikin) heye.

Ji ber vebûna deriyê azadî û rizgariyê dibîne, zarokên xwe yên herî hêja qurban dide. Bi saya wan pakrewanan hişyariya neteweyî di nav gel de bi pêşdikeve. Dîsa bi saya wan lehengan gelek welat û dewletan deriyê xwe ji dîplomasiya kurdan re vekirin.

Hêz û partiyên kurdistanî îro ne bêçare ne bi kujerên xwe re hevkariyê bikin û pêwîstiya wan nîne ji bona li dijî partiyeke din ya kurdan xwe bihêz bikin li tifaqa bi neyaran re bigerin.

Li vê dema tekoşîna neteweyî ber bi rizgariyê ve diçe û gel ji her demê bêhtir nêzîkî azadiyê bûye, neyar jî bi hemû hêz û îmkanên xwe dixwazin rê li ber vê pêşveçûnê bigirin. Dîsa dixwazin bi destên hin serok û serkêşên kurdan deriyê li ber rizgariyê vebûyî bigirin.

Divê hemû kesên xwedan wijdan û welatperwer bi yek dengî bang bikin û bêjin ‘‘yên tifaqê têk bidin (xirab bikin) ne ji me ne û bêjî ne.” Bêjin, ‘‘ew çeka berê wê li zarokên kurdan vegere çeka neyara ye. Heke ne çeka neyar be, ew çek li hember cangoriyên rizgariyê nateqe…’’

Serxwebûna xwe winda kirine

Lê divê ev yek jî were zanîn, hemû gelên di dîrokê de ser bi xwe bûne û piştre serxwebûna xwe windakirine, pir zehmetî kişandine heta ji nû ve tifaqa xwe çêkirine. Bi hev re karkirin ji bona wan hertim bûye karê herî zehmet. Ji ber dema ew ji nû ve dixwazin navê xwe li rûpelên dîrokê binivîsin, dilnexwazên wan ji bona pêşî li wan bigirin, her tiştî dikin.

Ev dewletên Kurdistan di nav xwe de parve kirin jî, hemû derfetên xwe ji bona kûrkirina nakokiyên di navbera kurdan de bikar tînin. Ev siyaset bi sedên salan e, tê bikaranîn. Heta roja îro hêzbûna xwe di bêtifaqiya kurdan de dîtine.

Ji bona tifaqa hêzên kurdan têk bibin (xirab bikin) her tiştî dikin û dê bikin jî. Ji demeke gelek dirêj ve ye, ev dewlet bi hest û nêrînên kurdan dileyîzin. Ew qasî zêde bi wan lîstine, karê herî zehmet ji bona hêzên kurdan bûye tifaqa bi hev re karkirinê.

Divê tu kes ji wan bawer neke

Em her roj dibine şahidê gotin û kirinên tifaqê têk bibin û ji bêtifaqiyê re li bihana digerin. Berî referandûma başûrê Kurdistanê jî hin derdoran digotin, Tirkiye û Îran ji bona serxwebûna Kurdistanê amade ne. Hin zane û dilsozên dostên doza Kurdistanê jî digotin, Ev dereweke pir mezin e, divê tu kes ji vê bawer neke. Bi mebesta kurdan bixapînin û dîsa berê çekên kurdan bidine hevûdu wisa bêdeng disekinin. Beko Ewanên nanê xwe ji nakokiyên partiyên kurdan dixwin her digotin, ‘‘dewletên dinyayê û yên li derdorên me amade ne serxwebûna Kurdistanê nas bike. Bila pêşî serxwebûn were beyankirin û piştre kongera neteweyî were komkirin.’’ Bi wê derewê dixwestin kurdên xewn û xeyalên serxwebûnê dibînin, bixapînin. Ne Tirkiye, ne Îran, ne Sûriye û ne Iraq ne wê rojê, ne îro û ne tu wextan nebûne dost, her demê bûne dijminên pir bi tahlûke. De îcar dê çawa li başûr Kurdistaneke serbixwe nas bikirina? Ji serdema dewletên osmanî û sefawî heta serdema van hikûmetên îro, hemû hikûmetên hatine ser textê hikûmdariye bi dek û dolabên cuda li pêşberî xwebirêvebirina kurdan rawestiyane.

Heke ji destên wan were, ne naskirina serxwebûnê, dê federasyona li başûr û xweseriya li rojavayê Kurdistan hene jî têk bibin.

Rêveberên van dewletên Kurdistan di nav xwe de parvekirin ji bona kurd nebin xwedî mafekî herî biçûk, bi hemû hêza xwe li hemberî wan şer dikin û li herderê li dijî wan dixebitin. Vê aşkere dibêjin. Pêşveçûna kurdan ji xwe re ji her tahlûkê, tahlûketir dibînin.

Ya aliyê me ne yan jî aliyê kurdan‘

Weke tê zanîn Amerîka, Rûsya û dewletên din yên rojava bi salan alîkariya van dewletên nîjadperest kirin. Ev sed salin bi alîkariyên ji wan dewletan digirin, kurdan dikûjin. Lê îro ji ber hin ji wan dewlet têkiliyan bi kurdan re çê dikin, nerazîbûna xwe tînine ziman û wan tehtîd dikin. Ji dewletên têkiliyên xwe bi kurdan re çêkirine re dibêjin, an hûn ê bi me re bin an hûn ê bi kurdan re bin. Vê aşkera dibêjin û vê daxwaza xwe venaşêrin.

Ji ber wê divê hemû hêzên kurdistanî, vê yekê fêm bikin û bi derewên dagîrkeran nexapin. Rêveberên van dewletên dagîrker, heta li welatê xwe hebûna kurdan qebûl nekin, an qebûl bikin, lê mafên wan bi her awayî weke mafê nîjadên xwe nepejirînin, dê yek ji van dewletan li tu beşan nebin dost û nabin piştevanê tu hêzên kurdistanî. Li hin beşên Kurdistanê hin ji van dewletên dagîrker piştevaniya hin partî û komên kurdan bikin jî, ev ji bona bi destên wan zerarê bidine hêzên ji wan ditirsin û ji bona xwe xeter dibînine.

Divê serok û serkêşên kurdan zanibin, dermanê hemû derdan ji hev hezkirin li hev guhdarkirin bi hev re karkirin û zanîna çêkirina tifaqê ye.

Divê tifaqa kurdan çêbibe

Kurdistan welatekî pir rengîne, gelek zarav, ol û rolên cuda, gelek partî û komên cuda hene.

Bi vê zanînê divê serok û serkêşên kurdan li tifaqê bigerin û kar ji bona yekgirtinê bikin. Hemû dizanin, tiştê kurd li ser çokan dayî rûniştandin, nezanîna bi hev re karkirin û yeknegirtine. Ji bona wê berî her tiştî, divê siyasetmederên kurdan xwe fêrî bi hev re karkirinê bikin. Ez ê bi vê gotina pêşiyên kurdan dawî li mijara xwe bînim. ‘‘Heke hûn nebin yek, hûnê biçin yek bi yek.’’