9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yenî: Em ê li pey doza cewheran bin

Menîce Yenî diyar kir ku ji ber wan serî li ber zilma dewletê dananiye her tim dewletê zext li wan kiriye û wiha got: “Heta ku dilopek xwîna me hebe em ê li pey daw û doza cewherên xwe bin.”

Li Kurdistanê di salên 90’î de hêzên dewletê gelek caran bi ser gundan ve digirtin û gundî binçav dikirin. Kesên ku binçav dikirin yan ew winda dikirin an jî ew bi salan di girtîgehan de digirtin. Leşkeran gelek caran sîxurî li malbatan ferz dikirin. Kesên ku sîxwirî qebûl nedikirin, hêzên dewletê îşkence li wan dikir û sirgûn dikirin. Gelek malbat ji salên 90’î heta îro jî hîn dibin zext û zordariya dewletê de ne. Ji van malbatan yek jê jî malbata Yenî ku di 23’ê gulana sala 2022’ an de cenazeyê kurê wan Zîndan Yenî (Dijwar Şerzan) di qutiyê de radestî wan hatibû kirin e. Ji malbatê Menîce Yenî serpêhatiya xwe ji rojnameya me re vegot.

Menîce Yenî diyar kir ku leşkeran di havîna 1995’an de xwe xistiye şeklê gerîlayan û bi ser gundê Başnîqê ve girtiye û ev tişt anî ziman: “Dema leşker hatin gund, pirsa ‘7 hevalê me ji vir rabûne çûne. Hevalên me yên li vir mane li ku ne?’ kirin. Piştre jî hevjînê min wan re dibêjin rêyeke ku dijmin nizanibe nîşanê me bidin. Ew jî dibêjin ‘em rêyeke wisa nizanim’. Hevjînê min di liv û tevgerên wan de fêm dikin ku dijmine. Eynî roj seat di 3:00’ê şevê de bi ser malê de girtin. 25 cemsê mezin leşker anîbûn. Ji leşkaran xwelî bi avêtana nediket erdê. Gotin hûn derî venekin em ê malê bişewitînin jî me derî venekir. Dijmin panzêrê avêt derê pencerê ji ber kir û wisa ket hundir. Li xezûrê min xistin wî li erdê dirêj kirin. Hevjînê min jî ji bo ku li çêlekê binêre li axûrê bû. Çûn li wî jî xistin. Serê xezûrê min girêdan. Wî xistin koxê gewdê wî ji derve hiştin û leşkeran pêl pişta wî kir. Piştre serê mêra tev girêdan û wan birin xistin odeyekê. Jin û zarokan jî li derve xistin rêzê. Ji ber îşkencêyê dengê qîjîna mêra dihat heta derve.”

Ji ber îşkencê ji piya nesekinîn

Yenî anî ziman ku xizmê wê yên ku biçavkirine li Başnîqê 40 roja îşkence li wan kirine û wiha pê de çû: “Dema wan ji hûndir derxistin birin ji ku wan îşkence kiribûn nikaribûn ji piya bisekiniyana leşker ketibûn binê milê wan. Dema wan birin me jî bi kevira da pey pazêran. Piştî ku wan birin em çûn hundirê odê dîwar hemû bûbûn bi xwîn. Wan çar meha girtin. Piştî berdana wan derketina ji gund li me ferzkirin. Em neçar man hatin navenda Amedê. Xezûrê min li gund noka çand. Em jî çûn gund ji bo ku noka biçinin. Dîsa leşker hatin gund û gundiyan hemû li hev kom kirin. Xezûr, hevjînê min û kurê xalê wî birin û cezayê girtîgehê li wan birîn. Ji ber ku wan girtin jî neçarî min carekedin malê bir gund. Piştre jî ji ber ku ji malbatê tevli PKK’ê bûn me rihet bernedan, zextê li me kirin. Em carekedin ji gund hatin navenda Amedê.”

Zilm bê navber didome

Yenî da zanîn ku dewletê ji wan xwastiye herin ber avahiya HDP’ê û wiha domand: “Du caran hevalê min revandin pirsa zarokên we çûne ku jê kirin. Me tim ji dijmin re digot ku zarokên me ji ber zilma we reviyan. Ji me re digotin ku hûn bibin sîxur tiştên hûn bixwazin em ê bidin we. Ji sala 1995’an heta niha bênavber zilama wan li ser me didome. Ji ber vê yekê hevjînê min li vir nikaribû bisekiniya ew û kurê min Harûn çûn dervayî welat. Dijmin her gav telefon dike pirsa Harûn li ku derê ye ji me dikin. Kurê min Berxwedan tevlî PKK’ê bû. Ji Êlihê telefon kirin gotin, ‘herin ber deriyê HDP’ê bila Berxwedan ji PKK’ê biqete were’. Me çûna ber HDP’ê qebûl nekir.

Zîndan Yenî li ku derê ye?

Yenî wiha qala serpêhatiya kurê xwe Zîndan Yenî yê ku cenazeyên wî di qûtiyê de radestî wan kirin kir: “Dijwar Şerzan di sala 2014’an dema şerê Kobanê de tevli rêxistinê bû. Sê meh di ser çûna wî de derbas bû dewlet ji bo em biçin îfade bidin li tiyê min geriya. Serê sibê dema em çûn Zîndan ji me pirs kirin. Dema Zîndan çû ji min re got ku ez ê herim dawetê û werim. Tiştê ku ji Zîndan ji min re got min eynî wisa ji wan re got. Dijwar Şerzan di sala 2021’an meha îlonê de li Pirejmanê şehid bû. Di 9’ê îlonê de dijmin ji Pîranê telefonî xeta min ku kurê min bikartîne geriyan û jê re got, ‘me birayê te kuştiye werin wî bibin.’ Li ser telefona wan em çûn Pîranê. Li wir ji me re gotin ku wan dosyayê şandiye Amedê. Em hatin dozgeriya Amedê, dozger cenaze neda me. Parêzerê me bertek nîşanda jî dozger got, ‘ev kar wisa ye’. Her carê tiştekî ji me re gotin. Ge gotin çene tenê ma ye, geh gotin hestiyê serî tenê maye geh jî gotin li Stenbolê ye. Hevjînê min rabû çû Stenbolê. Çendekî piştre ez jî çûm. Me tu tiştek bi dest nexist.”

‘Min got şehîd çavên wan fereh bû’

Di berdewamiya axaftina xwe de Yenî bi lev kir ku dewletê cenazeyê kurê wê 8 meh şûnda daye û wiha axivî: “Me careke din dosyayê bir Pîran ê. Dema ez çûm Pîranê pirsa tu ji bo çi hatî ji min kirin. Min got ez ji bo Zîndan Yenî yê ku li Pîranê şehid bû hatime. Ji ber min got şehîd çavê wan fireh bû matmayî man. Li wir dîsa gotin ku birine Stenbolê. Di wê pêvajoyê de ji me re digotin werin tevli malbatên ku li ber avahiya HDP’ê rûniştine bibin. Me vê yekê qebûl nekir. Polîs du car kûrê min Harûn revandin û jêre gotin, ‘tu ya em dixwazin nekî em ê diya te, bavê te û birayê te bikujin’. Di 23’yê gulana 2022’an de li me geriyan ji bo cenaze bidin. Ji hevjînê min xwastin ku kes ne tevli girtina cenaze ne jî tevli merasîmê bibe. Gotin ku ji çar kesan zêdetir werin em cenaze nadin. Ji bo em cenaze nebin gund ji qerekola gund jî telefon kirin. Hevjînê min ji qereqolê re got, ‘çi dibe bila bibe ez ê cenaze bînim gund. Hûn li ku nehêlin ez ê li wir defin bikim.’ Tiyê min jî telefon kir got ku agir dibare cenaze neynin. Hevjînê min jê re jî got, ‘Ji xwe agir li min bariya ye. Hûn herin malê xwe ez ê cenaze bînim.’ Em çar kes çûn dijmin bi hezaran hatin. Wesayita cenaze nedan me wesayitê jî peyda kir.”

‘Agir li min bariya ye’   

Yenî anî ziman ku di dema bi rêketina cenaze de polîs lê hatine hev û destê xwe danîne ser devê wê û wiha got: “Ji ber ku hestî tenê mabû û xistibûn zikê kutiyê hevjînê min nehiştin ez bibîn. Çawa cenaze xistin wesayitê û wesayît bi rê ket min tiliyê xwe rakir û dirûşma ‘şehîd namirin’ berz kir. Cenaze dan sekinandin. Min got hûn bidin nedin ez li ser soza kurê xwe me û ez ji ya xwe nayêm xwarê. Cenaze dan em bi rê ketin. Dijmin heta gundê Başnîqê bi me re hat. Dijmin ketin û derketina gund qedexe kiribû. Goristanê dorpêçkiribûn û ne hiştin ku kes biçe gorê bikole, ne jî hiştin kepçe bikole. Fermadarê qereqolê ji hevjînê min re telefon kir got ku kesî cenazê kûrê te nekolaye. Hevjînê min jî ji rê got, ‘ez ê werim bikolim’. Heta me gorê kola û cenaze defin kir dijmin jî li wir sekin. Ne hiştin ku em şîna xwe li Mala Şînê deyni. Heta şîn bi dawî bû jî dijmin dihat gund ka me şînê biriye Mala Şinê yan nebiriye.”

Ji hêzê cewher çêdibin

Yenî bi van gotina axaftina xwe bi dawî kir: “Ji ber ku em dest ji daw û doza xwe bernadin dijmin ji hestiyê me jî ditirse. Wisa dikin ku malbat fikrê xwe biguherînin. Lê em jê natirsin, em bitirsiyana em îro ê ne li vir bûn. Em çiqas kêfxweşin ku em çar kes çûn dijmin bi hezaran hatin. Heta hestiyê zarokên me di bîra me da be kes nikare vîna me bişkîne. Em bi xêra hestiyê zarokên xwe li ser piyane. Em hêza xwe ji şehîd û girtiya digrin. Em bi hêz bûn. Ji hêzê jî cewher çêdibin. Heta dilopek xwîna me hebe em ê li pey daw û doza cewhera bin.”