4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêtingeriya li rojhilatê Kurdistanê

Abdullah Ocalan

Împaratoriya Îranê ku ji beriya şerê parvekirinê yê yekemîn yê emperyalîst ji aliyê Îngilistan û Çartiya Rûs ve biryara parvekirina wê hatibû girtin, piştî şer bi temamî ket pêvajoyeke belavbûnê. Li aliyekî di bin dagiriya îngilîzan de parçebûna feodal pêş diket, lê li aliyê din hikûmeta Sovyetê peymanên ku Çartiyê çêkiribûn qebûl nekir û alîkarî da tevgerên şoreşgerî yên ku bi şiklekî parçe parçe pêş diketin. Van mercan Îran dehf da nav rewşeke şoreş û dij şoreşê. Lê Riza Xanê ku hê bi hêztir bû, berjewendiyên axayên feodal û burjuwaziyê temsîl dikir; ji xwe re kiribû hedef ku artêşeke neteweyî ya merkezî avabike, dawî li parçebûna feodal bîne, ekonomiya welêt pêş bixe û tevgerên şoreşger tasfiye bike, welat xist kontrola xwe. Xanedaniya Kaçar welat firot hêzên emperyalîst û bi talanên li ser pişta gel feydeyên mezin bidest xistin.

Riza Xan ku nerazîbûnên gel baş bi kar dianî, di bin navê ‘pehlevî’ de ji xwe re xanedaniyeke nû ava kir û dubare Îran bi şiklê împaratoriyekê birêxistin kir. Împaratoriya ku rewşa serdestbûnê ya neteweya farsperast û berpirsiyariya pêşxistina berjewendiyên axayên feodal û burjuwaziyê girt ser milên xwe, di şerê parvekirinê yê yekemîn ê emperyalîst de ji nû ve hat dagirkirin.

Di dawiyê şer de bi alîkariya Artêşa Sor, Komarên Azerbaycan û Mehabadê hatin avakirin. Ev her du komar, li ser bi paş ve kişana Artêşa Sor bi desteka emperyalistên ku alîkarî didan Îranê jî, ji aliyê Îran ve bi hêsanî ji holê hatin rakirin. Dema ku hewldanên Musadiq ên neteweyîkirina ekonomiyê, bi saya alîkariyên aktîf ên ClA’yê ve ji aliyê Şah Muhamed Riza ve hatin perçiqandin, Îran ket pêvajoya bûn mêtingeha nû ya DYA’yê. Şah ku rejîmeke bêeman a zilm û zorê ava kiriye, bi xism û karên xwe û axa burjuwakirinê, hewl dide hakîmiyeta xwe ya li Îranê bidomîne.

Aşkera ye, li Îrana ku fars rewşa xwe ya bûn neteweya xwediyê ferq û cewazî diparêzin, gelên azerî, kurd û belucî di bin çewisîna neteweyî û feodal de tên ragirtin, her ku mêtingeriya nû pêş dikeve wê rewş hê bêhtir jî xirab be. Di Îrana roja me ya îro de ku emperyalîzm, derdora şah, axayên feodal ên mezin û burjuwaziya noker ku xwe dispêre sanayiya montajê li ser esasê berjewendiyên xwe li hev kirine, li dijî mêtingeriya nû ya ku li ser neteweya fars pêş dikeve û li dijî mêtingeriya klasîk ku ji aliyê monarşiya fars ve li ser neteweyên azerî, kurd û belucî tê pêkanîn, têkoşîneke şîrîk a gelan pêş dikeve.

Ev têkoşîna li Îranê, wezîfeyên esasî yên kurdên li rojhilatê Kurdistanê, têkoşîna kurdan a neteweyî ya serxwebûn û demokrasiyê, bi têkoşîna serxwebûna neteweyî û demokrasiyê ya gelên din re di cepheyekî de gihandina hev e. Têkoşîna serxwebûnê ya neteweyî û demokrasiyê ya ku kurd li dijî axayên xayin ên feodal, emperyalîzm û xizmetkarê wê ku monarşiya Şah e pêş bixe, bi têkoşîna gelên azerî, fars û belucî re hev temam dikin. Di vê têkoşînê de wezîfeya destpêkê, hilweşandina monarşiya Şah e.

Wekî encam, mêtingeriya ku li çar parçeyên Kurdistanê cuda cuda û di nav alîkariyeke diyar de wekî ku berjewendiyên hev li ber çav bigirin hatiye pêşxistin, heta ku têkoşîna Kurdistanê ya serxwebûna neteweyî û hevgirtina neteweyî înisiyatîfê neke destê xwe an jî heta ku di asta cîhanî de guherînek pêk neyê wê hê jî girantir be û her berdewam bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê