26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zanyarê petrolê Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir

Yek ji rûspiyên civaka kurd a li Kazakistanê, endezyar û zanyarê navdar ê cîhanî Nadir Nadirov koça dawî kir. Serokê organîzasyona Berbang Nadir Nadirov di 89 saliya xwe de ji dinyaye xatir xwest. Nadirov bi vedîtinên xwe yên li ser petrokîmyayê li cîhanê navdar bû. Karsaza kurd Narîn Nadirov agahiya li ser mirina Nadirov parve kir. Nadir Nadirov, teknîka cihêkirina petrolê ji molekulên avê dîtibû ku ev yek bi bikaranîna enerjiya elektrîkê dikir. Nadirov ji ber vê vedîtinê û karên xwe yên li ser petrolê li Kazakistanê hêjayî xelata ‘Mareşalê zanistiyê’ hatibû dîtin.

Profesor Nadirov gelek caran li Sûriye û Lubnanê serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiribû. Nadirov ku tevlî karên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî bû, salên dûr û dirêj xizmet ji Têkoşîna Azadiyê ya kurd re kir. Nadirov li herêma xweser a Nahçivan a Azerbaycanê weke kurê malbateke Kurd ji dayik bû. Hîn 5 salî bû sirgûnî dît. Bi sirgûna Azeriyan hat Kazakistanê û di nava şert û mercên zehmet de dest bi dibistanê kir.

Sala 1945’an ji ber ku nekarî ji dewleta Kazak destûra çûyîna zanîngehê werbigire, salekê navber da xwendinê. Kete Beşa Kîmya û Biyolojiyê ya Enstîtuya Pedagojî ya Dewletê ya Gogol. Piştî ku ji vir mezûn bû, demekê mamostetî kir.

Nadirov sala 1956’an li Moskowayê çû Enstîtuya Lenîn û lê mastir kir. Sala 1967’an li beşa zanistiya kîmyayê bû doktor, sala 1970’î bû profesor û sala 1983’an jî bû akademîsyen.

Nadirov tevî wezîfeyên xwe yên endamê Konseya Akademiya Zanistiyê ya Navneteweyî, Serokatiya Akademiya Endezyariya Kîmyayê ya Kazakistanê û Konseya Rêveber a Zanîngeha Endezyariyê ya Kazakistanê, li kovara gaz û petrolê redaktorî kir.

Li ser petrol û kîmyayê 8 pirtûk, 750 gotarên zanistî, 28 monografî, 260 vedîtinên zanistî kir.

Pirtûka “Petrol û Gaza Xwezayî ya Kazakistanê” ya Nadirov sala 1996’an hêjayî xelata “Pirtûka herî baş a salê” hate dîtin.