Sêşem, Nîsan 20, 2021

Zarokên dîsleksî û pîtol

Dîsleksî zehmetî û astengiyên hînbûna zarokan e. Zarokên ku dîsleksî bin dereng dest bi axaftinê dikin. Dema dest bi axaftinê bikin jî di dengderxistin û axaftinê de zehmetiyan dikişînin. Nexweşiyeke zarokan a wiha ye ku dema zarok hîn biçûk in, mirov tê dernaxe. Dîsleksî ne kêmbûna zekayê ye. Zarokên dîsleksî ji aliyê zekayê ve tu kêmasiya wan tune ye. Bi tenê di xwendinê de zehmetî dikişînin. Tîp, kîte û peyvan bi rêzê re nikarin bibînin û bixwînin. Carnan şaş dixwînin û carnan jî bi ser hinek kîte, peyv û hevokan re baz didin ango rast naxwînin. Di polê de li pey hevalê xwe dimînin. Dema dixwînin eciz dibin, ji xwendina xwe fêm nakin. Nikarin konsantre bibin û serê wan diêşe.

Çend cureyên dîsleksiyê hene. Ji wan cureyan du jê yên gelemperî û bingehîn in. Yek jê norolojîk û ya din jî fonolojîk e. Ev her du jî di zikê diya xwe de ji ber sedemên fizyolojîk ên mejî çêdibin. Di mejî de arîşe peyda dibin. Cureya sêyem jî dikare piştî bûyînê ji travma û nexweşiyan çêdibe. Ev cure dîsleksî dikare hem di temenê zaroktî û hem jî di temenê mezintiyê de pêk were.

Mixabin tedawiya nexweşiya dîsleksî tune ye. Zû teşhîskirin girîng e. Li welatê pêşketî zû teşhîs dikin. Bi gelemperî zarok dema dest bi zarokxane û dibistanê pola yekem dikin, mamoste li ser rewşa zarokên xwe radiwestin û heke şagirdên wan ên dîsleksî hebin, mamoste, rektor û dêûbav li gel hev tedbîr digirin û demildest serî li bijîşkên taybet didin. Zarokên dîsleksî dişînin dibistanên taybet. Li dibistanên taybet ji bo zarokên dîsleksî, programên taybet hene. Perwerde û hîndekariya wan li wir li gorî wan programan dom dike.

Li welatên paşvemayî piraniya dêûbav û mamosteyan ji nexweşiya dîsleksiyê ne agahdar in. Dema zarok sala yekem dest bi dibistanê dikin, hemû zarokan dikin polek û perwerde ji bo her kesî ye. Mamoste dersa xwe dide, êdî kî fêr bû û kî fêrnebû. Yên ku nikaribin bixwînin, hem derb dixwin û hem jî bi ser re gotin dixwin. Tên mobîngkirin. Teşhîsa zanistî tune ye, lê ew zarok bi du gotinên hevpar tên sûcdar kirin: “Tembel û kêmaqil in.”

Min bixwe li Amedê 7 sal û li Stockholmê jî 25 sal mamostetî kir. Li Amedê gelek şagirdên min hebûn ku heta pola pêncan nikaribû bi awayekî rast û serûber çend hevokan bixwînin. Dema min digot, “bixwîne,” dikirin inteint û kuftekuft, nikaribûn bixwînin û digotin, “serê min dêşe.” Min jî wek mamosteyên din teşhîsa xwe ji bo wan ji sedî sed dabû: “zeka kêm e, kêmaqil e…” Min ji dêûbavê wan re digot, “serê zaroka we naxebite, loma nikare hîn bibe…”

Li Swêdê çend şagirdên min ên kurd hebûn, dema dest bi dibistanê kiribûn teşhîsa wan a dîsleksiyê hatibû kirin û ew şandibûn dibistana taybet. Ez di hefteyê de carek diçûm wê dibistana taybet û dersa wan a kurdî dida. Ew zarok dema dipeyivin ji zarokên din biaqiltir û zîrektir bûn, lê dema min digot, “haydê em dersê çêbikin”, nedixwestin. Gelek caran min ji wan re dixwend û wan li min guhdarî dikir. Piştre min dipirsî “ka we çi fêm kir?” Bawer bikin ji şagirdên min ên ku li dibistanên normal bûn baştir fêm dikirin.

Zarokên dîsleksî bêtir dixwazin tiştên pratîk bikin, yên ramanî û ne teorîk. Bingeha dibistanên wan jî li ser pratîkê hatine avakirin. Li cîhanê ji dîsleksiyan gelek mirovên pîtol (zîrek, dahî) derketine ku dîroka mirovahiyê, şaristaniyê, guhertine. Ji wan kesên dîsleksî yên navdar çend jê ev in: Einstein, Edison, Pablo Picasso, Leonardo Vinci, Mehmed Eli Keîra, Orlando Bloom, Patrick Dempsey, Steven Spielberg, şahê Swêdê Carl Gustav.