5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zêdetirî emrê wî li zindanê derbas bû

Girtiyê siyasî Hurşît Çetîn ê 52 salî piştî 30 salan girtî ma û cezayê wî qediya ji zindanê derket.

Hurşît Çetîn (52) ku ji ber sedemên siyasî hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a Şakran a Îzmîrê hate berdan. Çetîn, di sala 1994’an de li Bedlîsê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin. Dadgehê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê li Çetîn birî. Çetîn ku di 22 saliya xwe de kete girtîgehê, di 52 saliya xwe de derket. Çetîn, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) ve hate pêşwazîkirin.

Çetîn li pêşiya girtîgehê axivî, keyfxweşiya xwe anî ziman. Çetîn anî ziman ku ji niha û şûnde têkoşîna wî dê bidome