26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zewaca bizaroktî tundiya li dijî zarokan e

Zarokhevjînî an go zewaca bi zaroktî: Li gor peymannameya mafê zarokan zarok ew kes e ku temenê wê-wî kêmî 18 salî ye. Zewaca bi zaroktî ewe ku kesên temenê wan kêmî 18 salî (zarok) bin û bi zorê wan tûşî zewacê bikin e. Bi zewaca zorê zarokan ji mafê xwe bêpar dikin.

Li gor pênaseyên cûr bi cûr zewaca zûwext an jî zarokhevjînî tê wê wateyê ku yek hevjîn negihiştibe temenê 18 saliyê. Bi gotineke din zarokhevjînî tê wateya zewaca temenê zaroktiyê. Zarokhevjînî şîdeta li dijî zarokan tê binavkirin. Li gorî daneyên li cîhanê her sal nêzîkî 12 mîlyon zarok dibin qurbanî.

Pirî caran ew şîdet/tundî, ji aliyê malbatê ve pêk tê. Malbat ji ber kêşeyên aboriyê zarokên xwe di temenê zarokantiyê de dizewicînin. Zarokên xwe ji azadiya zarokatiyê bêpar dikin. Ew zaroka ku resm û edetên dayikbûnê nizane ku bixwe hewcedarî bi himêza dayika xwe heye, ew dema ji dayik dibe û tê nava mezinan; mafê zarokatiyê ji dest tê girtin. Li vir amadehiya wê tuneye. Ew bixwe zarok e. Çawa dikare ji kesek din re dayikiyê bike!

Yek ji xalên girîng ew e: Yek ji wan zewacên keçên temen biçûk ewe ku bi mêrên herî zêde ji xwe mezintir re dizewicin. Ev mijareke zêde di nava civaka kevneperest de rû dide.

Ji bilî kêşeyên aboriyê sedemên duyem wiha ne: 1) Resm û edetên ferhengî, 2) Baweriyên dînî “Di îslamê de ku destûra bav hebe zewaca zarokên kêmî 9 salî rewa ye”, 3) Mêrsalarî û namûsperestî, 4) Perwerde, 5) Kêmasiya zagonên bergiriyê, 6) Nedarî û şîdeta malê, 7) Sedema nexwendina jinan û tundiya civakê, dayikên nexwende ne. Zewaca zaroktiyê dibe sedem ku zarok derfeta xwendinê nebîne. Herî zêde bandora neyînî li ser zarokên jin kiriye.

Li gorî daneyên Unescoyê di sala 2019’an de nêzî 115 mîlyon mêr bi zarokantî zewicî ne!

Her wiha ji bo zewaca zarokên kur ev sedem hatine nişandan: 1) Terka xwendinê, 2) Neçarî bi qebûlkirina karên asta binî, 3) Zexta zêde ji bo bi destxistina xerca malbatê, 4) Bêparmayîna wan ji pêwîstiyên serdema zarokatiyê…

Zarokên ku dizewicin, hêj di aliyê fikirî û fîzîkî de negihiştine û xav in. Nikare biryara xwe ya der barê pêşeroja jiyana xwe de bidin. Ew kesên ku dikarin zewac û jiyana hevbeş pêk bînin, divê bigihêje têgiha aqilî ,mezinbûna fikirî, aborî, ferhengî ku bikare hilbijartineke baş û rast bike.

Sedem û encamên ku ji ber zarokhebjiniyê pêş dikevin; 1) Goşegirî (Tenetî), 2) Xemokî, 3) Penceşêra malzarokê, 4) Metirsiya nexweşiyên zayendî jî hene ku pêre mirina zayokan jî zêdetir bibe, 5) Dîsa dê xemokiya piştî zayînê jî bibe sedema xwekujiya jinan û mirina dema zayînê, 6) Tundûtîjiya bedenî û zayendî jî bi tena serê xwe mijarek e.

Ji ber rê li ber zewaca zaroktiyê nehat girtin, zarok bû dayik! Li gorî daneyan

Di 6 mehên dawiyê de, 791 dayikên 10 – 14 salî welidîne (Bûne dayik)

Ji van dayikan 4 jê 10 salî, 17 jê 11 salî, 50 jê 12 salî, 275 jê 13 salî û Hezar û 289 dayik jî 14 salî welidîne. (An go bûne dayik)

-Hişdariya saziyeke navnetewî

derbarê kartêkirina nexweşiya koronayê li ser zarokan

Saziya xêrxwazî ya “zarokan biparêze” – save the children- agahî da ku nexweşiya koronayê dê bibe sedema bilindbûna herî zêde ya hejmara zewaca zarokan di 25 salên bê de.

Li gor agahiya saziya navborî heya sala 2025’an û di dawiyê de nexweşiya koronayê dê nêzî 2.5 mîlyon keçên kêmtemen li cîhanê mecbûrî “zarokhevjiniyê” bêne hiştin.

Pisporên vê saziya xêrxwazî vê hijmara zêde der barê zarokhevjiniyê heta sala 2025 û dawiya wê pêşbînî kirine ku dikare ji bo serkevtinên bidestxistî re ên vî warî de metirsîdar bin.