3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman bîra hevbeş a civakan e

Ji bilî sazî, rêxistinên rojavayê welat û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cejna Zimanê Kurdî, li devêrên din ên mîna bakurê Kurdistanê û dervayê welat nebû mijara pîrozbahiyên girseyî

Çi heyf e ku îsal 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di bin siya nîqaşên hilbijartinên 14’ê gulanê de derbas bû. Ji bilî sazî, rêxistinên rojavayê welat û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Cejna Zimanê Kurdî, li devêrên din ên mîna bakurê Kurdistanê û dervayê welat nebû mijara pîrozbahiyên girseyî. Ji şahiyên rojavayê Kurdistanê ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî pêk hatin, dîmenên xweş ên çanda kurdewar dilê me hênik kirin. Kenê li ser rûyê zarokên Dêrka Hemko, Qamişlo û Amûdê ji rengê bihara şoreşê şewq dida. Ew roj desmala sergovendiyê di destê sazî, memoste û parêzvanên zimên de bû. Xwedê kir ku parêzvana çand û zimanê dayikê, şoreşa gelan a rojava heye!

Rengê nasnameya civakê bi çand û zimên diyar dibe; zimanê zikmakî bi axîn û keseran bi pêş nakeve. Liv, lebat, axaftin û xebat jê re divê. Ji bo pêşdebirina zimanê dayikê, heskirina welêt, dayik û dîrokê divê. Li bakurê Kurdistanê îroj, parastina zimên ji çend sazî, kesayet, mamoste û komeleyên bajaran re hatiye berdan. Pêşxistina zimên, li ser milê çend kesan maye. Mixabin êşa me kurdan a herî mezin, ew e ku em naxwazin xwe di nava vê rastiyê de li moxila dahûrandinê bixin. Em naxwazin xeteriya heyî ya ser çand û zimanê xwe, hîs bikin. Bi awirên çavan, li rewşa heyî temaşe dikin. Ax, ji derdê vê hişmendiya ji nebîhistî tê! Ma em ê xwe heta kengî li pey vê rewşa kambax, kaş bikin? Divê em, xwe ji vî halê nebihîstinê, xilas bikin û lewaziyên heyî derbas bikin.

Xwediyê rasteqîn ê ku zimên pêş bixe, di hembêza xwe de mezin dike û li jiyanê belav bike, ma ne jin e? Belê; parêzvan û dayika zimên, jin e. Zarok, di hembêza dayikê de fêrî bêje û axaftinê dibe. Ma gelo dayikên ciwanên kurd, xwe çiqasî parêzvanên zimanê jiyanê dibînin? Ji bo pêşdebirina zimanê zikmakî, çi xebatên me yên jinan hene? Jin, di rengê jiyana civakî ya zimên de fêrkirin û pêşdebirina zimên de cihê wê li ku ye? Di vê wateyê de şoreşa zimên ku beriya bi deh hezaran salî, li ser xaka Kurdistanê bi pêşengiya jinan geşedan pêk hatiye, mohra xwe li pêşketinên dîroka mirovahiyê daye. Dîrok îro vê rastiyê tînê hişê me ku parêzvaniya zimên, jin bike.

Hêjayî bibîrxistineye ku em rista kes a di pêşdebirina zimanê zikmakî de baş nizanin; lê ziman di esasê xwe de jiyan bi xwe ye. Jiyan, li ser têkiliyan ava dibe. Em ji kevneşopiya zimanê dayikê, serpêhatiyên dapîr-bapîrên xwe hîn dibin. Di herikbariya çîrokên dîrokê de tişta ku ji pêşketinên cîvakî re rê vekir, pêşveçûna zimên bû. Her ku ji pêsira dayikê dilopek şîr niqûtî devê zarokê de, peyv û gotinek çêbû.

Berê, li serê her kuçe-kolanên gund û bajaran, dîwan-şevbuhêrk hebûn, ev civat û dîwan bi kurdî dihatin gerandin, di gerandina her civatekê de qiseker, çîrokbêj û dengbêj hebûn. Behsa bihişta xwezayê, dîrok û çîrokên zamanê berê dikirin. Di gerandina civatan de li ser meseleyên civakî, olî, qesîde dihat gotin. Ji bo malbatên xizan, nîqaşên alîkariyê pêş diketin; hecî ehlê civatê bû, destê alîkariyê dirêjî wan kesên feqîr-fiqare dikirin. Lê îro em bi hesreta gerandina civatên bi kurdî, mane. Wey li wî/ê be ku civatê bi zimanê xelkê biyanî germ bike.

Îca hecî ehlê gunda bûn, ji bo alivdana sewêl-lawirên xwe diviyabû ku di berdestê sibehê de zû rabin; jiyana gundiyan hema bêje hetanî êvarê, bi lez û bezê li wan di bû êvar, ji bo gundiyan sekin tebat tunebû. Her gundiyek rencberê karê xwe bû, debara wan li ser çandiniyê bû. Her çi zehmetiyên heyî, li civatên gund gotebêj bû. Lê ev ji bo wan nîmet bû û xweş bû.

Me xwest bi van çend mînakan qala ruhê civat û dîwanên zemanê berê bikin ku îro em bi hesreta wê çandê ne. Êrê, îro civatên me ne bi kurdî ne, bi zimanê biyanî ne. Di her rabûn û rûniştina civatekê de ew ruhê zibarê yê komînal li pêş bû. Ji axaftina bi kurdî, serpêhatiyên jiyanê serfirazî, menewiyeta mirovên civatê bilind bû.

Ji bo ziman pir tişt têne nivîsandin, analîz û rexne çêdibin. Lê dema ku mijar dibe em, em vê pirsê ji xwe nakin; ‘gelo ji bo pêşxistina zimanê dayikê, min heta niha çi kiriye?’ Jixwe zêdetir em xelkê rexne dikin, pergalê sûcdar dikin. Ji bo rexnekirina der û doran gotin û rexneyên me gelek in, lê dema ku dor tê me, em xwe bêdeng dikin.

Ziman bîra hevbeş a civakan e. Pêşxistin û parastina bîra civakî, bi tevahî girêdayê xîreta ku em nîşan bidin. Aşkeraye ku civata zimanê xwe ji bîr kir, dê çand, hebûn û dîroka xwe jî ji bîr bike. Ji bo ku qira çand û zimanê me neyê, pêwîst e her kurdek xwe bike parêzvanê zimanê xwe. Ziman, xisleta me bi xwe ye. Cejna zimanê kurdî, li dijî polîtîkayên pişavtinê zanebûna kurdan e. Her bîjî ji wê/î kesî re ku bi çand, ziman û nasnameya xwe dijî.