Rojnameya Heftane

Ziman û Raman

Helwesta zimanî û çarenûsa zimanî

Piştî navbereke dûvedirêj ji nû ve merheba ji we ra gelî xwînerên heftenameya Xwebûn.  Xwebûn, xwenasîn e. Mîr Celadet Bedirxan di hejmara yekemîn a Hawarê da dibêje, “Zanîn xwenasîn e, xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.  Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.” Heta ku em nebin xwe û xwe nas nekin, em nikarin xwe bidin nasîn û pejirandin. Bi vê bîr û bawerîyê tu xêr hatî Xwebûn!

Ji niha û pê ve ez ê her hefte di vî quncikî da gotarekê pêşkêşî we bikim . Ez ê ji we ra qala çi bikim? Her wekî pêşîyên me gotine, “Çil çîrokên hirçê hene, hemû li ser hirmê ne” ez ê qala zimanê kurdî bikim. Ji ber ku stûna sereke ya Xwebûnê ziman e, yekî/a ku ziman û çanda xwe nas neke, avê ji kanîya zelal a ziman û çanda xwe venexwe, pê tîna dilê xwe neşikêne, ne dibe xwe, ne dikare xwe nas bike û ne jî dikare xwe bide nasîn û pejirandin.

Em ê li vê derê di çarçoveya ezmûna cîhanî û zanista zimannasîyê da qala zimanê xwe û rewşa zimanê xwe bikin. Dema zimannasî tê gotin, belkî bi tenê rêziman were bîra gelek kesan, lê belê qada zimannasîyê gelekî berfireh e, têkilîya zimên bi gelek şaxên zanistê ra heye, ji ber vê yekê  li gel zimannasîya teorîk, zimannasîya pêkarî di nav zanista zimannasîyê da pêk hatiye  û şax vedaye.  Ev şaxa zimannasîyê peywendîya zimên a bi gelek beşên zanistê yên mîna civak, dîrok, derûnî, mêjî ra dike warê lêkolîn û lêhûrbûnê. Bi taybetî ji bo zimanên ku di rewşa zimanê me da ne, zimannasîya civakî, zimannasîya derûnî, zimanwergirî , plansazîya zimanî, vejiyandin û geşepêdana zimanî mijarên girîng in. Em ê di vî quncikî da bala xwîneran bikêşin ser mijarên têkildarî van mijaran.

Di vê nivîsa xwe ya vê hefteyê da me divê em hinekî qala “helwesta zimanî” bikin. Helwesta zimanî jî têgiheke zimannasîyê ye, zêde bala xwe dide helwesta alîyên cur bi cur ên li hemberî zimanekî, di parastin û geşkirina zimanekî da helwesta axêverên wî zimanî pir girîng e. Pirî caran ev helwest çarenûsa zimanekî diyar dike. Me her tim bal kişandiye ser helwesta dewletan û desthilatîyan, lê  helwesta axêverên zimanekî dişên helwesta desthilatîyan jî biguhêrin.

Gelo helwesta me ya zimanî çi ye? Di vî warî da ne tenê xwende û rewşenbîr, helwesta hemû beş û tebeqeyên civakê girîng e, ne tenê helwesta pevrayî, helwesta takekesî jî pir girîng e.  Belkî bala gelek xwînerên rojnameyê kişandibe, şîrketa rapirsînan Rawestê çêkiribû, di vê rapirsînê de helwesta ciwanan a li hemberî zimanê kurdî hatibû pîvan. Li gorî encamên rapirsînê rêjeyeke pir kêm (%18) hem axaftin û hem jî xwendin û nivîsandina bi kurdî dizane. Lê rêjeyeke zêde (% 84) perwerde û hîndekarîya bi zimanê dayikê dixwaze. Rast e, dixwaze lê ji bo vê yekê çi dike? Mixabin piranîya van ciwanan tiştekî nakin. Heke daxwazeke xurt û girseyeke di vî warî da çalak hebûya dê heta niha gelek dibistan û pêşdibistanan di mufredata xwe da cih bida kurdî. Lê mixabin tiştekî wisa pêk nehatiye.

Ji bo vê yekê jî pêwîst e her mirovê kurd helwesta xwe zelal bike. Kesên ku dixwazin dev ji vî zimanî berdin, bi zimanê tirkî bijîn, tu gotina me ji wan ra nîn e. Lê kesên din, ji bo geşkirina ziman û çanda xwe çi bar dikeve ser milê wan, divê wî barî hilgirin.   zimannasîya pêkarî: uygulamalı dilbilim/ applied linguistics

zimanwergirî: dil edinimi/ language acquisition