3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê zanînê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Ji bo ku hêz û fonksiyona zanînê baştir were famkirin, divê mirov pêşî hin taybetmendiyên zanînê ji hev derxe û li gor wê bi kar bîne. Zanîn bi pîvan û behreya “afirîneriya mirov ve girêdayî ye.

Meraq, timtêl û kelecana jiyanê, mirov ber bi lêkolîn û lêgerinên kûr û dûr ve dike. Ev lêgerîn û lêkolîn dikin ku mirov hin tiştan hîn bibe û bide hînkirin. Ev hînbûn û hînkirin dibe qada zanînê. Mirov di qada zanînê de, ji aliyekî ve bi cîhana xwe ya hundirîn eleqedar dibe û ji aliyê din ve jî li sedema bûyer û geşedaniyên ku li cîhana derveyî (gerdûnê) diqewimin, digere.

Mirov berî her tiştî dixwaze xwe û tiştên derveyê xwe nas bike. Îcar tiştên ku mirov dixwaze hîn bibe û bi kar bîne jî pêdiviyên jiyanê yên bingehîn in. Ji bo wê jî, tiştên ku tên dahûrandin û lêkolînkirin jî hemû mijarên zanînê bixwe ne.

Bêguman zanîn, hem berhema hişê mirov e û hem jî ji bo kemilandin û stewandina hişê mirov pêdiviyeke bingehîn e. Mirov ji bo ku ji tiştên (hebûn, bûyer, diyarde, hest, raman û hwd.) ku pêdiviya wê/wî pê heye haydar bibe, pêşî  hîn dibe, fam dike û bi qasî ku hişê wê/wî digihêjiyê jî pênase û rave dike. Zanîn, ji ber ku rasterast bi hebûna mirov ve girêdayî ye, têkiliyên mirov ên civakî jî diyar dike. Zanîna civakî li gor şêwaza hilberînê û alavên wê teşe digire.  Agahiyên ku di hişê mirov de bi cih dibin jî hin bi hin li hest û hizirên nû dadigerin. Ew hest û hizir herî baş bi saya ziman tên derbirin. Belê ew zanîn jî dîsa ji agahiyên cîhana derveyî pêk tên. Afirandina çand û hunerê jî bi zimanê zanînê pêkan dibe.

Zanîn bi gelemperî wekî tiştê ku di têkiliya navbera kirde (kes) û bireserê (tişteyê) de pêk tê, tê pênasekirin. Her mirov bi saya pênc sehekiyên xwe ango çav (dîtin), guh (bihîstin), çerm (destdan), ziman (tehmkirin) û poz (bêhnkirin) cîhana derveyî û bi mîlyaran tiştên ku di cîhana derveyî de cih digirin, dinase û bi nav dike.  Di cîhana derveyî (xweza û gerdûnê) de tiştekî bi navê “hiş”, “bîr”, hest”, “raman” û hwd. nîn e. Belê em dizanin ku ev tişt berhemên mejiyê mirov in û hene. Tiştê ku em wan wekî “agahdarî” bi nav dikin li cîhana derveyî (di xwezayê de) nîn in.  Ew hemû di hiş, hizir û sêwirandina  mirov  de pêk tên. Her wisa, têgîna “mirov” bi xwe jî têgînek e ku ji hêla mirov hatiye afirandin.

Zanîn bi du awayên bingehîn tê senifandin; yek, zanîna hebûnên şênber û ya din jî zanîna hebûnên razber e. Tiştê ku têkildarî agahiyê ne, hemû di bin sîwana zanînê û zanîn jî di bin sîwana zimên de dihewe. Ji bo wê, mirov dikare hemû tiştên ku di hişê mirov de wekî têgîn bi cih dibin û bi ziman re der dibin wekî  “zanîn”ê bi nav bike.

Her mirovek hebûnek yekane, taybet û bi serê xwe ye.  Belê heman gavê jî neçar e ku ji zanîna kesên din jî sûdê wergire. Qada zanînê jî wekî hemû qadên jiyanê hevpar, tevayî û kolektîf e. Qada zanînê, dişibe  maleke mezin a ku odeyên wê cihê, belê deriyê odeyên wê ji hev re vekirî bin û her yek ji wan peywirekê pêk bînîn û bi kêrî tiştekî werin. Jiyana civakî ji bo bidestxistina hin pêdiviyan, mirov neçarî zanînê dike. Ew zanîn jî gelek caran mirov ber bi pisporiyê ve dike. Ew pisporî jî dike ku mirov di hin mijaran de ji kesên din zanatir û di hin mijaran de ji kesên din nezantir be. Her ku zanîna mirov zêde dibe, bi awayekî xwezayî qadên zanînê ango hewzên zanînê jî zêde dibin. Di vê pêvajoyê de çendani, çawanî  û tesnîfkirina zanînê hêdî hêdî diguhere. Mirov her gav di rewşa “bûyin”, ‘hebûn’ û “xwebûn”ê de ye. Heke haya mirov jê tune be jî, li gor zagonên xwezayê her kêliyê diguhere û li kesayetiyeke din dadigere. Mirov hişyar be jî û di xew de be jî mejiyê wî/wê dilive û dilebite; bênavber û sereqet di nav çalakiyê de ye. Agahî û hişyariyên ku ji civak û derdorê werdigire, pêşî di şaneyên mejiyê xwe de tomar dike. Peyre di bîr û binhişê xwe de bi cih dike û dawiyê jî tesnîf dike û bi hest û hizira xwe re derdibire.

Mirov ji bo ku bijî, divê berî her tiştî haya wê/wî ji pêdiviyên jiyanê yên ku bi zanînê re bi dest dikevin hebe.  Kesên ku haya wan ji hebûna wan hebe, bi awayekî xwezayî dê haya wan ji tiştên ku li dora wan diqewimin jî hebe.  Çendî ku mirov  di hin mijaran de zane û di hin mijaran de nezan be jî, di gerdûneke bêserûber de nezaniya mirov her gav ji zanebûna wî/wê pirtir û zanebûna wê/wî ji nezaniya wê/wî hindiktir e. Ji ber ku mirov hê bi ser razên/sirên xweza û gerdûnê ve nebûye, hê gelek tıştên haya wê/wê ji tune ye, hene.  Lewre her guherîn û vegiherîna ku di xwezayê de pêk tê, pêdiviya zanîneke nû bi xwe re tîne.

Mirov hewl dide ku xwe li gor şert û mercên ku tê de dijî siberojekê ava bike. Ev rewş li ser esasê du cureyên bigehîn ên têgihîştina hebûnê dişêwe. Yek jê li gor hebûna cîhana derveyî ye ku di gerdûnê û derdorê de pêk tê û ya din jî li gor hebûna cîhana hundirîn e ku di hest, hizir û bîra/hişê mirov de pêk tê. Têgihîştina mirov a cîhana hundirîn û cîhana derveyê bi hev ve girêdayî ne. Tiştên  ku di bîra mirov de bi cih dibin hemû têkildarî hev in. Pêşnûma, nîgarî, sêwirandin, xewn û xeyal  û hwd hemû têkildarî hev in; li gel hev û bi hev re wêneyekî mezin derdixin holê. Girêdana navbera  cîhana hundirîn û derveyî  girêdan û têkiliya navbera kirde û bireserê  ye. Bi vegotineke din; zanîn rewşa hişmendiyê ye ku ji kirdeyê ber bi bireser ve û ji bireserê ber bi gerdûnê ve diçe. Ji bo ku kiryara zanînê pêk were, divê mirov li ser hebûna gerdûnê û zimanê zanîna hûr bibe.

Heyînên ku di hişê mirov de bi du awayan şopa xwe dihêlin ew in ku hem wekî heyînên berbiçav û şênber di cîhana mirov a derveyî  de û hem jî wekî nav, têgih û wateyên razber di cîhana mirov a hundirîn de bi cih dibin. Ev tişt hemû bi xwezayê û pêvajoya mirovbûnê re têkildar in. Hêmanên zanînê ên şênber ku berî têgînên razber tên navandin, bi saya hizir û darazên razberkirî tên sêwirandin.

Ji bo ku hêz û fonksîyona zanînê baştir were famkirin, divê mirov pêşî hin taybetmendiyên zanînê ji hev derxe û li gor wê bi kar bîne. Ji ber ku zanîn rasterast bi  pîvan û behreya “afirîneriya mirov ve girêdayî ye, divê beriya her tiştî meyldariya mirov a têkildarî zimanê zanînê were vedîtin. Afirînerî jî bi ramanê dest pê dike û bi saya ziman tê derbirin.  Gava ramînê ya sereke, hînkirina têgih û wateyê ye. Ev jî bi behreya afirîneriya mirov a zimanê zanînê re der dibe.  Zanîn jî li gor hebûna mirov û bikaranîna zimanê zanînê pêş ve diçe.