30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Urdunê bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê xist

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku jetên Urdunê li herêmên bakur û navîn ên Urdunê bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê yên ber bi Îsraîlê xistin.

Artêşa Muxafizên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku weke bersiva li êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Konsolosxaneya Îranê ya li Sûriyeyê wan bi dehan balafirên bêmirov û fuze avêtine Îsraîlê. Piştî ku DYE’yê soza piştgiriya da Îsraîlê, êrîş weke sedema rûdana aloziyeke mezin a li herêmê hate şîrovekirin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku gihîştina zêdeyî sed balafirên bêmirov ên ji Îranê hatin şandin û dê bi saetan dewam bike. Ajansa nûçeyan a dewletê ya Îranê jî li gorî çavkaniyekî ragihand ku artêşê fuzeyên balîstîk ên pêla destpêkê yên li dijî Îsraîlê avêtiye. Qenala 12 a Îsraîlê diyar kir ku hin ji fuzeyan li Sûriyeyê hinek jî li Urdunê hatine xistin.

Li gorî du çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî, jetên Urdunê li herêmên bakur û navîn ên Urdunê bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê yên ber bi Îsraîlê ve diçûn hatine xistin.

Rayedarên DYE’ê anîn ziman ku artêşa Îsraîlê balafira bêmirov a Îranê ya ber bi Îsraîlê ve diçû xistiye. Urdunê ragihand ku artêş di rewşa alarmê ya bilind de ye û sîstema radarê liv û tevgera her cûre droneyên ji aliyê Iraq û Sûriyeyê ve tên dişopîne.