4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

126’emîn salvegera rojnamegeriya kurdî

Di serdema ku rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê dike da, rûmeta rojnameyan gelek zêde dibe. Hecî Qadirê Koyî wekî mamosteyê zarokên malbata Bedirxaniyan tê nîşandan, zêde li ser girîngiya rojnameyan rawestiyaye

Di serdema ku rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê dike da, rûmeta rojnameyan gelek zêde dibe. Hecî Qadirê Koyî yê ku di gelek çavkaniyan de wekî mamosteyê zarokên malbata Bedirxaniyan tê nîşandan, zêde li ser girîngiya rojnameyan rawestiyaye.
Rojnameya pêşîn a bi kurdî Rojnameya Kurdistanê ye. Wek hemû rojnameyên cîhanê, rojnameya Kurdistanê jî piştî pêvajoyeke dûr û dirêj a di qada çapemeniyê da karibûye derkeve pêşberî xwendevanan. Ji bo ku baştir mijar bê fêmkirinê pêwîst e em bi gelemperî li ser dîroka çapxane, çapemenî û rojnamegeriyê hin agahiyan bidin.
Gelo dema ku Mîqdad Mîdhet Bedixan dest bi weşana rojnameyê dike, atmosfera welêt û ya cîhanê çawa bûne? Li gor rewşa ku em li vir dibînin, em dikarin bibêjin ku rojnameya kurdî bi sed salan piştî rojnameyên cîhanê derketiye holê. (Kaya, 2010:13) Bi kurtî mirov dikare bibêje ku derengmayîna derketina rojnameya kurdî girêdayê bi gelek mercan ve ye. (Hasanpour, 2005:275) Wek pêşketina teknîkî û hin îcadan. Her îcadek jî ji hin pêwîstiyan derdikeve holê. Wek mînak heta îcada nivîsê çênebûya dê rojname jî derneketana. Nivîs di destpêkê da ji bo pêwîstiya hev agahdarkirinê wek wêne li Misrê dertê holê. Piştê nivîsê kaxiz, piştê îcada kaxiz îcada çapxaneyê jî çênebûya dîsa rojname dernediketin. Çapxane di sala 1440’an da li Almanyayê ji aliyê Johann Gutenberg ve hat îcad kirin. Li gorî Emîr Hasanpour cara pêşîn di sedsala duyem da, li Çînê çapxane hatiye îcadkirin. (Hasanpour, 2005:276) Rojnameya pêşîn jî nêzî du sed salan piştî îcada çapxaneyê li Almanyayê di sala 1609’an da bi navê Avisa, Relation oder Zeitung derket. (Dilgeş, 2017:14) Dîsa li Almanyayê li bajarê Kolnê, di sala 1610’an da bi navê Wurdige Zeitung rojnameyek derket. Piştî Almanyayê li Holandayê jî di sala 1619’an da bi navê Nieuwe Tijdinghe rojnameyeke din dest bi weşana xwe dike.
Li Birîtanyayê (London) rojnameya pêşîn bi îngilîzî di sala 1622’yan da bi navê The Weekly News From Îtaly and Germany derket. Li Fransayê di sala 1631’an de, rojnameyek bi navê La Gazette ji aliyê Théophraste Renaudot ve tê derxistin ku wek rojnameya pêşîn a xwedî taybetiyên rojnameyên îroyîn tê qebûl kirin. Li Îtalyayê (Roma) rojnameya pêşîn di sala 1640’î de, bi navê Gazeta Puplica derketiye. Li Polonyayê jî di sala 1661’an de rojnameya pêşîn dertê. Li Amerîkayê rojnameya pêşîn nêzîkê sed sal piştî Almanyayê di sala 1704’an da dest bi weşanê dike.
Împaratoriya osmanî wek gelek kar û barên nûjen yên din li hember bikaranîna çapxaneyê jî gelek astengiyan derxistiye. Cara pêşîn rojnameyek bi navê Takwîm-î Waqayî di 1831’ê de, wek rojnameyeke fermî ji aliyê dewletê ve hatiye derxistin. Piştî wê di sala 1840’î da ji aliyê William Churcilê (?-1864) ku hemwelatiyê Birîtanyayê ye, ve Cerîde-î Hawadîs tê derxistin û di şerê Kirimê (1854) da ku di navbera Dewleta Osmanî û Dewleta Rûsî da ye, cara pêşîn rojnamevaniya qada şer derdikeve. Di sala 1860’î da, ji aliyê Agah Efendî (1832-1885) ve Tercuman-î Ahwal hatiye derxistin ku wek rojnameya pêşîn a ji aliyê kesên ne fermî, bi tirkiya osmanî hatiye weşandin, tê qebûlkirin. Mirov dikare bibêje ku ermeniyan berî tirkan dest bi weşandina rojnameyan kirine. Wek mînak di sala 1839an da, li Îzmîrê rojanmeyeke bi navê Şafakê bi zimanê ermenî derdixin. (Dilgeş, 2017:16) Rûman di sala 1866’an de bi navê Anatolî û Cihûyan jî bi navê Şerqiye di sala 1867’an de rojname derxistine.
Lê belê kurdan ji aliyê bi cihkirina zanîn û berhemên wek rojnameyan ji van kêmneteweyên xeyrêmislim derengtir dest bi derxistina rojnameyê kirine. Rola mamoste û zanayarê kurd Hecî Qadirê Koyî (1815-1897) di derxistina rojnameya Kurdistanê da girîng e. Ji ber vê divê em bi kurtahî hin agahîyan li ser jîyana wî bidin.
Di serdema ku rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê dike da, rûmeta rojnameyan gelek zêde dibe. Hecî Qadirê Koyî yê ku di gelek çavkaniyan da (Vali, 2005:71-75) wekî mamosteyê zarokên malbata Bedirxaniyan, (Yekdeş û yd. 2014:348) yên wek Mîqdad Mîdhet Bedirxan, Evdirehman Bedirxan û hwd. tê nîşandan, zêde li ser girîngiya rojnameyan rawestiyaye.
Mirov dikare bibêje bandora Hecî Qadirê Koyî li ser derxistina rojnameya Kurdistanê çêbûye. Ji gelek çavkaniyan û ji dîwana wî em fêm dikin ku gelek mînakên rojnameyê ku pesnê zanîn û xwendinê didin ji ber fikrên Koyî hatine girtin. Hecî Qadirê Koyî (Koyî, 2004:85), di sala 1815’an de li başûrê Kurdistanê, li gundê Gorqerecê yê bajarê Koyê hatiye dinê. Li medreseyên Kurdistanê perwerde dibîne. Ji ber ku Hecî zêde li pey zanînî geriyaye di dawiyê de, di sala 1864’an de berê xwe dide Stenbola ku bûye navenda zanyarên serdema osmanî. Li wê derê Mem û Zîna Ehmedê Xanî û berhemên wî yên bi ramanên neteweyî dagirtî dixwîne.
Di hejmara sêyem a Rojnameya Kurdistanê da behsa mirina wî ya salek berê (1897) tê kirin. Heft malikên ku Koyî ji helbestek xwe li ser destxeta Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi destê xwe nivîsiye hatine weşandin. Di kovara Hawarê hejmara 33’yan de, di bin sernavê “Klasîkên Me” da Celadet Bedirxan vê helbestê nivîsiye û gotiye ku ev li ser ‘Memozîna bavê min’ a destxetê ji aliyê Koyî ve hatibû nivîsîn. (Hawar, 1998:817) Ji xwe em dibînin ku di hejmara duyem a Rojnameya Kurdistanê de, hin bi hin dest bi çapkirina Mem û Zîna Ehmedê Xanî tê kirin.
Di dema ku Rojnameya Kurdistanê der ketiye da, hemû cîhan di bin bandora ramanên nû de ye. Li welatên weke Kurdistanê ku bi piranî di bin desthilatdariya Dewleta Osmanî da bûn, hêdî hêdî hestên neteweperwerî û welatperweriyê bi pêş dikevin. Rojnameya Kurdistanê jî ji aliyê kurdên ku xwediyê van hestan e ve tê weşandin. Rojnameya Kurdistanê, di sala 1898’an de roja 22’yê Nîsanê li paytexta Misirê, li Qahîreyê, ji aliyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve tê amadekirin û dest bi weşanê dike. Rojnameya Kurdistanê di çanda nivîskî ya kurdî de weke nîşana destpêka rojnamegeriya kurdî hatiye nirxandin. (Malmîsanij, 2011:11)
Rojnameya Kurdistanê, li gor pîvanên îroyîn ne wek rojnameyeke rojane ye, ji hêla dirêjiya demê ve bêtir dişibe demeke dirêj a derxistina kovarek ku ji panzdeh rojan carekî dertê. Rojnameyên wê serdemê bi piranî rojane derneketine. Di serdema Osmanî da bêjeya “cerîde” bi maneya rojname hatiye bikaranîn. Wek mînak di wê serdemê da ji aliyê Cemîyeta Îtîhad a Osmanî ve bi rêveberiya du kurdan, Dr. Îshak Sikûtî û Dr. Evdila Cewdet, bi navê cerîdeya Osmanî rojnameyek (1897-1904) dihat weşandin. (Hanioglu, 1981:34-5) Ew jî wek Kurdistanê rojane dernediket lê xwe bi navê “Cerîdeya Osmanî” bi nav dikir. (Oguz, 2006) Peywendiya vê rojnameyê bi rojnameya Kurdistanê re hebû. (Tutengil, 2008:90-4)
Ev dema diyarkirî ku wek pazdeh rojan hatibû nivîsîn jî pirê caran têk çûye, hin caran ji şeş mehan zêdetir dem ketiye navbera du hejmarên li pey hev. Wek mînak hejmara 23’yemîn di 24’ê sibatê de, ya 24’emîn di 1’ê îlonê de derketiye.
Di bin navê rojnameya Kurdistanê da, bi tirkiya osmanî wiha dinivîse: “Kürdleri ikaz ve tahsil-i sınayi’e teşvik içün şimdilik on beş günde bir neşrolunur Kürdçe gazetedir/ rojnameyek kurdî ye ku niha ji panzdeh rojan carekî tête weşandin bo kurdan hişyar bike û wan teşwîqê hînkirina pîşeyan bike.”
Di hejmara yekem da Mîqdad Mîdhet berî ku bi kurtî armanca rojnameyê binivîse, dibêje ku li dinyayê çiqas misilman hene di hemû gund û bajarên wan de, dibistan û rojname hene ku li dinyayê çi bibe di rojnameyên wan de tê nivîsîn. (Kurdistan, 2006) Piştî vê hinek pesnê kurdan dide û dibêje mixabin heta niha tu rojnameyek kurdan tune ye, ji ber vê ez dê rojnameyekê bi navê Kurdistanê biweşînim. Balê dikişîne ser kêmaniya tiştên nû dertên û daxwazê ji kesên kêmaniyên rojnameyê bibînin dike ku jê re binivîsin. Di hejmara yekem da wiha nivîsiye:
“Heta niha kesek rojnameyeka weha nenivîsiye; ev rojnama min a ha, ya pêşîn e. Loma dê gelek kêmayî hebin. Ez hêvî dikim kêmayiya rojnamê ji min re binivîsin. Hemî tişt dema nû çêdibin kêm in, paşê hingî diçe dikeve rê de.” (Bozarslan, 1991:7)
Wêje û Ziman di Rojnameya Kurdistanê da
Rojnameya Kurdistanê ceribandina yekem a bi zimanê kurdî ye ku bi tîpên erebî û bi rênivîsa farsî hatiye çapkirin. Berî vê ceribandinê, berhemên zimanê kurdî bi destan dihatin nivîsîn.
Zimanê rojnameya Kurdistanê di hejmarên pêşîn da bi tevayî kurdî ye. Lê her ku rêveberên rojnameyê ji zimanê kurdî dûr ketine bêtir zimanê siyasî yê wê serdemê ku ew jî tirkiya osmanî bû derketiye pêş. Ji xwe hejmara dawîn êdî bi tevayî bi zimanê tirkî ye. Naverok jî hemû bûye mijarên sîyasî. Belkî ji ber vê rewşa wê, êdî derneketiye.
Dema em pêwendiya rojnameyê bi wêjeyê re bigirin ber çavan em dibînin ku di hejmara duyem da, di bin navê rojnameya Kurdistanê de, di kunyeya rojnameyê da bi tirkî ‘Bazı ümera-i Ekradın arzularına mebnî bundan böyle ahval-ı cariye ve edebiyat-ı Kürdiyeden dahi bahsolunacaktır’ (Bozarslan, 1991:121) dinivîse ku li ser daxwaza hin mîrên kurdan rewşa niha û edebiyata kurdî jî dê bêne behskirin. Ev nivîs di hejmara yekem da tune ye. Di bin vê nivîsê da, di rûpela pêşîn a nasnameya rojnameya Kurdistanê da, jî dîsa bi tirkî dinivîse; nameyên bi erebî, tirkî, farsî ku li gor helwesta rojnameya me ne, dê bi wergera kurdî bêne weşandin. Bi vê helwesta rojnameyê jî em dibînin ku di destpêkê da zimanê kurdî derketiye pêş.
Bi vî awayî di hejmara duyem a rojnameya Kurdistanê de, berî ku dest bi çapkirina beşên “Mem û Zînê” bike daxuyaniyek wiha jî dide: “Hin ji mîr û axayên kurda kaxiz rêkirine ji min re, dixwazin ku ez vê cerîdeyê de behsa halê nuho û edebiyata kurdî, ango hin şê‘r û beytên kurmancî binivîsim. Loma, paş nuho, bi îzna Xwedê ez dê behsa halê nuho bikim û her car hin beyt û şê‘rên kurmancî û hîkatên qenc binivîsim.” (Kurdistan, 2006:18)
Ji hêla ziman ve bi piranî tîpa “n”yê ya di gireka/qertafa pirjimariyê, “an”ê de hatiye avêtin. Hema mirov kare bibêje ku ev rewş heta serdema ku Mîr Celadet Bedirxan rêzimana kurmancî bi tîpên latînî dinivîse heye. Peyva “tişt” wek ku li devera Botanê mê ye hatiye bikaranîn.
Pêwendiya Rojnameya Kurdistanê ya bi wêjeya kurdî re jî di çapkirina Mem û Zîna Ehmedê Xanî de diyar dibe. Cara yekem e ku Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi rêya Rojnameya Kurdistanê tê weşandin. Berî Rojnameya Kurdistanê hemû Mem û Zîn bi dest dihatin nivîsîn. Ji ber ku temenê rojnameyê ne dirêj bûye, têra weşana hemû malikên Mem û Zînê nekiriye. Heta malika 755’an hatiye weşandin. Malikên 71 û 621’ê di rojnameyê de nehatine çapkirin. Dibe destxeta li ber dest nehatibe xwendin.

Hejmara 19’emîn a winda ye
Li gora rêza malikan diyar dibe ku ji malika 578’an heta ya 592’ya 15 malik jî di hejmara 19’an a wenda de hatine çapkirin. Em li virê dixwazin bidin zanîn ku ev malikên Mem û Zînê û nivîsa bi sernavê “Şîrketê Baxiye” diselimînin (îspat dikin) ku hejmara 19’emîn a Rojnameya Kurdistanê derketiye.
Em dikarin di heqê xizmeta Rojnameya Kurdistanê ji bo wêjeyê da bibêjim ku ev 755 malikên hatine weşandin jî xizmetek pir girîng e.
Wek encama em dikarin bibêjin ku ji destpêka weşangeriya kurdî ve zext û zorên li ser berhemên zimanê kurdî her hebûne. Çi pirtûk be wek “El Hedîyetu-el Hemîdîye Fîl-Lugeti-el Kurdîye”, bi tevî ku hatiye diyarîkirin ji bo siltanê osmanî Evdilhemîdê duyem jî ji vê fişarê rizgar nebûye. Çi jî rojname be, wek rojnameya Kurdistanê ku ji hejmara yekem ve bi fermana siltanê osmanî Evdilhemîdê duyem, piştî hefteyek di sihê nîsanê da hatiye qedexekirin. (Malmîsanij, 2011:121)

ÇAVKANÎ
Bozarslan, M. Emın, Kurdistan Rojnameya Kurdî ya Pêşîn/İlk Kürd Gazete-si (1898-1902), Cild 1, Weşanxana Deng, Çirîya Paşîn, Upsala 1991
Dilgeş, Felat, Rojnameya Kurdî ya Herî Pêşîn KURDISTAN, Weşana Nûbiharê, Çapa 2. Stenbol 2017
Hanioğlu, Şükrü, Bir Siyasal Düşünür Olarak Doktor Abdullah Cevdet ve Dönemi, üçdal Neşriyat, Stenbol 1981 (r.34-35)
Hasanpour, Amir, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil, Avesta 2005
Hawar berg 2. Weşanên Nûdem, Stokholm 1998
Kaya, Fetullah, Kürt Basını/Çapemeniya Kurd, Hîvda, Stenbol Sibat 2010
Koyî, Hacî Qadirê, Dîwan, edt. Arif Zêrevan, weş. Nefel, Sweden, 2004, (r. 85), çapa dijîtal: http://www.nefel.com/epirtuk/pdf/haci_qadire_koyi_diwan_02.pdf?NR:79, 16.12.2013.
Kurdistan Yekemîn Rojnameya Kurdî, Tehran 2006 hejmar: 1, r. 1
Malmîsanij, İlk Kürt Gazetesi Kurdistan’ı Yayımlayan Abdurrahman Bedirhan (1868-1936), Vate, İstanbul 2011
Oguz, Gûlser, Teza masterê ya Gülser OĞUZ bi navê “Osmanlı Gazetesi (1897-1904)” ku di sala 2006an de li Zanîngeha Hacettepeyê amade kiriye, di malpera YÖKê de heye.
Tütengil, C. Orhan: “Yeni Osmanlılar”dan Bu Yana İngiltere’de Türk Gazeteciliği 1897-1967, T.İş Bankası Yayınları, İstanbul 2008
Vali, Abbas, Kürt Milliyetçiliğinin Kökenleri/Kokên Neteweperwerîya Kurd, werger: Fahriye Adsay, Ümit Aydoğmuş, Sema Kılıç, Avesta, Stenbol 2005
Yekdeş, Ömer Faruk ve Servet Erdem, Tanzimat ve Edebiyat, Osmanlı İstanbul’unda Modern Edebi Kültür, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, İstanbul 2014