5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eleqeya ji bo Mîhrîcana Şanoyê zêde ye

9’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ku 8 roj li pey xwe hişt rastî eleqeyek mezin dê. Di mihrîcanê de şanoyên Rojhilat, Başûr û Bakur derketin ser dikê û seminer hatin lidarxistin. 

9’emîn Mîhricana Şanoyê ya Amedê ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê û bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, bi kelecaneke mezin li Qesra Îskender Paşa ya li navçeya Sûr a Amedê starta xwe da û didome. Mîhrîcan ku di 18’ê nîsanê de bi dirûşma “Bi Hebûna xwe, bi Xwebûna xwe” starta wê hat dayîn, 8 roj in rastî eleqeyeke mezin tê.  Mîhrîcana dê heta 27’ê nîsanê  bidome. Dê 19 lîstikên bi 2 zimanan derdikevin pêşberî şanohezan û bi gotûbêjan jî rewşa şanoya kurdî ya li 3 aliyê Kurdistanê û dîasporayê û ji bo pêşketina şanoya kurdî tên niqaş kirin.

Bernameya Mîhîrcanê dê heta 27’ê nîsanê jî li Çand Ma’yê gotûbêj, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed û Eywana Şanoya Bajêr a Amedê jî lîstik bên lîstin. Lîstika herî dawî ya mîhrîcanê Gomîdas ku behsa jiyana ermenekî dike, dê li Dêra Ermenan a Surp Giragos bê lîstin û mîhrîcan dê bi vê lîstikê bi dawî bibe.

Dê di mîhrîcanê de komên şanoyê yên bajarên Kerkûk, Duhok, Urmiye û Seqiz ên Kurdistanê jî  derketin ser dikê. Ji 19 lîstikên mîhrîcanê 5’ê ji wan bi tirkî û 14’ê wan jî bi kurdî ne. Mîhrîcan, piştî bernameya vekirinê  bi performansa komên şanoyê yên Yenî Sahne û Şermola Performansê dest pê kir û bi şanoyên din berdewam kir. Di mîhrîcanê de lîstikên Buka Lekî (Şermola Performans), Afet Île Dîana (BGST), Salma (Koma Hawar), Derwêş yan Gudû (Duhok), Efsaneya Hespên Azad (Ûrmiye), Kabîl û Habîl (Koma Rîtûel), Odip (Koma Ronya-Seqiz), Kral û Travîs (ŞanoAr), Çînûr (Teatra Ba), Zîd û Han (Dubare Kumpanya), Mirina Jeanne D’arce ya din (Şanoya Bajêr a Amedê), Ceyran (Teatroger), Strip-Tease (Dimilki- Şanoya Bajêr a Amedê), Kalabalik Tiyatrosû (Fiziksel Tiyatro Araştirmalari) derketin ser dikê. Di 2 rojên dawîn de jî dê Bernarda (Tiyatro Proje No2), Înfaz (Şaneşin Performans), Otopsî (Golge Tiyatro Toplûlûgû), Gomîdas (Yolcû Tiyatro) bên lîstin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê