spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka “akorên gîtarê yên 13 salên dawî” derket!

Pirtûka “Repertuwara Stranên Kurdî bo Akorên Gîtarê” yên 13 salên dawîn ku gotinên stranan û qalibên rîtmên wan dihundirîne derket.

Koma vê xebatê ku bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê danasîna vê pirtûkê kir, da xuyakirin ku bi xebatên çandî yên bi vî rengî ew hêvî dikin ku wan hêz daye têkoşîna li hemberî mêtingerîya çandê û asîmîlasyonê. Di pirtûka ku akorên 112 stranên Kurdî dihundirîne de, bêyî ku li asta navdarîya stranbêj û koman were nêrîn, stranên wan ên ku li muzîka Kurdî hatine zêdekirin cih digirin. Koma ku pirtûk amade kir jî ji muzîkjenan pêk tê, wan da xuyakirin wan pirtûk bi armanca lêdana gîtar, ûkûlele û pîyanoyê amade kiriye. Di naveroka pirtûkê de nîşandana akoran, lêdana rîtman û lînkên QR’ê yên vîdeoyên ku lêdana rîtman nîşan didin cih digirin.

Pirtûka ku ji alîyê Ceylan Yayınları (Weşanên Ceylanê) ve hat çapkirin, di serî de ceylankitap.com û gelek malperan dikare bê sîparîşkirin.

Koma Helezonik Kreşendoyê (Helezonikkresendo.com) di pêşgotina pirtûkê de bîr û bawerîya xwe bi vî rengî destnîşan kirin.

Berî niha nêzî 13 salan me wekî komeke muzîkjen û perwerdekarên muzîkê “Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê” amade kiribû û ev xebata ku nêzî 200 stranan dihundirîne me wekî du cîldên pirtûkê çap kiribûn. Pêşgotina vê xebata me ya ku hîna jî hûn dikarin bi awayekî bêheq ji malpera me xwe bigihînine PDF’ya wê, bi vê hevokê bi dawî dibû: “Bila ji milê we gîtara we; ji dilê we ruhê têkoşînê kêm nebe. Piştî wê demê û heta niha li erdnîgarîya me; mêtingerî şer, koçkirin, talan û pêkutî û helbet li hemberî wan jî berxwedan û serhildan kêm nebû.

 Mirovên ji bo cîhaneke azad û wekhev têdikoşin, hê jî bi amûrên cihêreng li hemberî pergalê li ber xwe didin. Di nav vê têkoşînê de, têkoşîna çandê xwedî cihekî girîng e. Ger ku pêkutîya ku dixwaze têkoşînekê bitepisîne, gelekî bêdeng bike û zimanekî bêpeyv bihêle hebe; mirovên ku stranên xwe bi vî zimanî hildiberînin, têkoşîne girîng pêk tînin. Stran dikarin xwe li hemû hestan rapêçin, belkî nikaribin hemû cîhanê biguherin lê belê bandorê li kesên ku cîhanê biguherînin dikin. Ji ber vê yekê jî me xwest em van stranên ku hatine afirandin bigihînin gelek mirovên dîtir.

 Ev pirtûka di destê we de, gotin û akorên hin stranên Kurdî yên di van 10 salên dawîn de dihundirîne. Hûn dikarin van stranan bi enstrumanên weke ûkûlele, gîtar û pîyanoyê lê bidin.

Di pirtûkê de 112 stran hene. Ev stran, ji nav stranên Kurdî yên 10 salên dawîn hatine bijartin. Di bijartina stranan de rêgezên wekî guncawbûna stranê bo lêdana gîtarê û xwedîtîya hunermend a gotin û muzîkê stranê hat esasgirtin. Lê belê ji alîyekî ve jî ji ber ku kesên ji vê pirtûkê sûdê werbigirin zêdetir bi fêrbûna gîtarê re têkildar in an jî lê didin, me rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtin. Her wiha ji ber ku ev pirtûk weke lîsteya pêşnîyar a guhdarkirinê ye, heta ji destê me hat me cih da stranên gelek muzîkjenan.

 Ji bo qaliba rîtmê ya her stranê me dîyagram amade kir û ji bo her qalibê jî me vîdeoyeke nimûne jî kişand. Me vîdeoya her qalibê li rûpelan wekî koda QR ê bi cih kir.

Helbet dibe ku kêmasî û şaşî hebin. Ger ku hûn ji me re ragihînin, hûn ê hêzê bidin vê xebatê. Hûn dikarin ji vê navnîşanê ji me re binivîsin: helezonikkresendo@gmail.com

 Pirtûk bi tu armancên tîcarî nehat amadekirin û keda gelek muzîkjenan tê de heye. Her wiha dema em keda kesên ku ev stran çêkirî, tomar kirî û sererast kirî jî lê zêde bikin, em ê bibînin ku ev pirtûk ne ya tu kesî ye, ya me hemûyan e.  Li ser vê bîr û bawerîyê jî ev pirtûk piştî ku hat belavkirin û di demeke kin de wê ji ser malpera helezonikkresendo.com ê bi awayekî bêheq wek PDF bikare bê daxistin. Ji ber ku ken, heke miletek bikene, ken e!

 Di pirtûkê de akorên stranên li jêr cih digirin:

AGÎT IŞIK – ÇÎROKA WÊ BAYÊ

AGÎT IŞIK – BER DERÊ KÎ Û KÎ

ANADOLU QUARTET – DÎJLOKA MIN

ANADOLU QUARTET – PEYMAN JI YARÊ

AWAZÊ ÇÎYA – DE PÎRO

AWAZÊ ÇÎYA – EM BERNADIN VÊ DÎLANÊ

AYNÛR DOGAN – REWEND

BABETNA – DÛR

BAJAR – DÎYARBEKIR

BAJAR – SÎ Û ÇAR HEB

BAJAR – NEWROZ

BERFÎN AKTAY – GER

BERFÎN MAMEDOVA – KOÇBER

BÛRHAN BERKEN – TENÊBÛN

BÛRHAN BERKEN – GEROK

CEMÎL QOÇGIRÎ – HÎVA ZERÎ

DEVRÎM DEMÎR – TU KÎ YÎ

DILJEN RONÎ – EVÎNDAR IM

  1. AHMET KAYA & M.AKBAŞ – ŞERVAN

ERCAN BÎNGOL – KÛÇIK HATIN

ERDAL MED – PAYÎZ

ERDOGAN EMÎR – ÎNSANÊ KAMIL

ERDOGAN EMÎR – ELKANA VAYI

FERÎD SEVÎM – RASTHATINEK

FIRAT MED – ROBOSKÎ

FÎKRÎ KUTLAY – PASSÎFLORA KURDÎ

GRUP MUNZUR – EM MIROV IN

GRUP VARDÎYA – VENGÊ TO

GULBAHAR KAVCÛ – DEV JÊ BERDE

HARÛN ELKÎ – XENGILOK

HARÛN ELKÎ – REV

HARÛN ELKÎ – HERE

HÊJA – DERÎ LÊ KET

HÎVRON – EVÎN

HÎVRON – JARO

HUNERGEHA WELAT – LI QAMIŞLO LI BER DERÎ

HUNERGEHA WELAT – SERÊKANÎYÊ Û AVAŞÎN

HUNERGEHA WELAT – ŞERVANO

JAN ARSLAN – XEWREVÎN

JAN AXÎN – ZERÎBA

JEHRMAR – BÊJE

JINMA – EZ JÎN IM

KADÎR ÇAT – HEVAL HATIN

KALDIRIM – ŞODIRÊ HARDO

KALÊ BADÎ – NOŞ

KASIM TAŞDOGAN – RÊ

KASIM TAŞDOGAN – VÎNA SOR

KASIM TAŞDOGAN – REŞKÊ

KEREM GERDENZERÎ – KEÇA PERÎ

KEREM SEVÎNÇ – PERPERIK

KEREM SEVÎNÇ – BAO

ARYEN KOM – DE RABIN

LAWJE – WERNE RAYÊ

MAVÎŞ GUNEŞER – KAM SONO

MEHMET AKBAŞ & HANI – BERDE

MEHMET ATLI – GULA DIL

MEHMET ATLI – MORÎ MIRCAN

MEHMET ATLI – STRANA NÎVÇE

MEM ARARAT – XAÇIREK

MEM ARARAT – KULÎLK

MEM ARARAT – DIL DISOJE

MIKAÎL ASLAN – ÇEMO VANO

MIKAÎL ASLAN – ADIRÊ ZERRÊ MA

MIKAÎL ASLAN – MÎRAZ

MIRADY – WAY DELALÊ

NIZAMETTIN ARIÇ & MIZGÎN TAHIR & NEZÎR PALO – ÊŞA ROJAVA

MUCAHÎD GOKER – EFO BERZ

MUCAHÎD GOKER – EVDALO

OLGUN EREN – DEV JÊ BERDA

OZAN IRMAK – BERF

OZAN IRMAK – BÎRANÎNA AZADÎYÊ

PERVÎN ÇAKAR – RUHÊ MIN TEYR E

PRAKSÎS – AZADÎ

PRAKSÎS – SÎNOR

RAPERÎN – ZAROKÊN ŞER

REWŞAN & TARA MAMEDOVA – XUÇÊ

REWŞAN ÇELÎKER – WEXT LAZIM BÛ

ROHAT CIWAN – TAWANBAR

ROJDA – ŞENGAL

RÛKEN YILMAZ- DÎLBERA NAZIK

RÛŞEN ALKAR – RABE

SAKÎNA – KO

SEMYANÎ PERÎZADE – BIRYAREKÎ

SERDAR ALAZ – ÊSÎR

SEYDA PERINÇEK & LAVÎN – AWÊNE

SEYÎDXAN SEVÎNÇ – ÇI HACET

SÎDAR – BÊJE

SÎDAR FERÎD – NÎV

SÎMIR RÛDAN – BIRÎNA REŞ

SÎYA ŞEVÊ – TU XEM NEKŞÎNE

SÎYA ŞEVÊ – GURÎ

SÎYA ŞEVÊ – RÛPAYÎZ

TARA JAFF – HER WAREK BI BILBILEK

TARA MAMEDOVA – SÎNO

TEQ Û REQ – ÇAR ZAROK

TEQ Û REQ – XEWNEREŞK

TEŞQELE – BI KÎJAN MEQAMÎ

VEDAT TANIŞ – BALADA ŞIVANEKÎ

XALIT TARÎ – GEWRÊ

XÊRO ABBAS – DIMEŞÎYA

YAHHYA – MAHÎTAB

YÛNIS DAS – AZADÎ

YÛNIS DAS – MIJ Û BERF

YÛNÛS DÎŞKAYA – DERMAN

YÛNÛS DÎŞKAYA – GULÊ

YÛNÛS DÎŞKAYA – LI ÇI DIGERÎ

ZE TIJE- CEMÎLA MIN

ZE TIJE – BIHUYÊ

ZE TIJE – WARWAY

ABBAS AHMED – MESELE NE EVA

HOGIR FATIH RASUL – SER KIZ NAKEM

JAN AXÎN – KUL Û KULÎLK