spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo bersivdayîna Îranê wezîrên Israîlê dicivin

Li gorî ajansa Reuters’ê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî israîlî aniye ziman ku Dîwana Şer a Îsraîlê ji bo êrîşa Îranê nîqaş bike, dê îro ji nû ve li hev bicive

Çavkaniyek ji rayedarên hikûmeta Îsraîlê bi ajansa nûçeyan a Reuters’ê re axivî. Çavkanî anî ziman ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu ji bo êrişa Îranê nîqaş bike dê îro bi saeta herêmî 14.00’an dîwana şer ji nû ve bicivîne.

Di dîwana şer a Îsraîlê de, tevî Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yoav Gallent, ji wezirên parastinê yên berê Benny Gantz û gelek çavdêrîvan hene. Herwiha çavkanî da zanîn ku dîwan di şeva 14’ê nîsanê roja yekşemê de jî civiyaye.