spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdan li Strasboûrgê bang li CPT kirin ku bi erka xwe rabe

Kurd û dostên xwe li Strasboûrgê civiyan û ji bo Konseya Ewropa û CPT li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi erk û berpirsyariya xwe rabin, Kurd tevî dostên xwe li Strasboûrgê li hev civiyan.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever û Hevserokê DEM-NED’ê Engîn Yûrtsever beriya destpêkirina mîtînga li Strasboûrgê ji ANF’ê re axivîn, nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên Ewropayê ya li hemberî tecrîdê dan û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in tecrîdkirî ye, gelê Kurd jî 25 sal in li hemberî tecrîdê li ber saziyên Ewropayê çalakiyan dike.

Engîn Sever got, “Daxwaza gelê Kurd ev e: Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e. Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Divê CPT û Konseya Ewropayê bersiva vê yekê bidin: Li Îmraliyê çi diqewime? Çima hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin?”

Engîn Sever anî ziman ku gelê Kurd wê dema bê çalakiyên hîn mezin bike û pêngava 10’ê Cotmeha 2023’an a ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin bi bîr xist. Engîn Sever got, “Gelê Kurd li her qadê çalakiyên xwe dewam dike. CPT û Konseya Ewropayê divê dawî li hevkarî (bi dewleta Tirk) û bêdengiya xwe bînin û bersivê bidin daxwazên gelê Kurd.”

Hevserokê DEM-NED’ê Engîn Yûrtsever jî destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan misoger bibe û got, “Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de şênber bûye. Azadiya wî azadiay me ye. Tecrîdkirina wî tecrîdkirina me ye.”

Engîn Yûrtsever got, “Rakirina tecrîdê têrê nake, divê azad bibe û di nava gelê xwe de be. Ev yek ji bo me hem deyn e hem jî berpirsyarî ye.” Engîn Yûrtsever bang li gelê Kurd û dostan kir ku tevlî têkoşîna demdirêj a vê yekê bibin.