spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû bidome

Malbatên girtiyan daxuyanî dan û diyar kirin ku dê Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dabûn destpêkirin bi şêwazên nû bidomînin.

Malbatên girtiyan têkildarî Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li gelek bajaran dabûn destpêkirin, li Amed, Wan û Îzmîrê daxuyanî dan çapemeniyê.

Amed

Malbatên girtiyan xwestin bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li pêşiya komeleyê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan daxuyanî asteng kirin. Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re MED’ê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat bertek nîşan da û anî ziman ku dê zext û tecrîdê qebûl nekin û têkoşîna xwe mezintir bikin.

Xizmên girtiyan piştre derbasî avahiya komeleyê bûn û daxuyanî dan. Rêvebera TUHAD FED’ê Emîne Kaya daxuyanî da û got: “DNobeta Edaletê veguherînin şêwazekî nû yê çalakiyan. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in di nava şert û mercên tecrîdê yên derhiqûqî û dermirovî de tê ragirtin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ji 25’ê adara 2021’an heta niha bi rewşa agahînegirtina mutleq tê domandin.

Birêz Abdullah Ocalan; kir ku gelê kurd ê bi sedan sale ye bi nasnameya wê hatiye lîstin û hewl dan navê wan jî bidin jibîrkirin jinûve ava kir. Tenê bi vê jî bisînor nema, di heman demê de li gorî rastiya dîrokî û civakî, paradîgmayek pêş xist. Bi vê paradîgmaya xwe; bû avakerê aştiyeke birûmet û rasteqîn a gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. Ji bo şer bisekine, gel bikarin bêhnekî bistînin û ev tecrîda derhiqûqî, dermirovî û derexlaqî were şikandin, di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê, li seranserî cîhanê gelek kampanya hatin destpêkirin. Di serî de çalakiyên greva birçîbûnê yê girtiyan li zindanan dane destpêkirin, li Kurdistan û Tirkiyeyê; bi Nobetên Edaletê, Meşên Azadiyê, serlêdanên rêxistinên maf û hiqûqê yên ji bo saziyên neteweyî û navneteweyî hatine kirin, li gelek deverên cîhanê çalakiyên xwendina pirtûkên birêz Abdullah Ocalan û hwd., di raya giştî de heta astekî hestiyarî û tevgerînek hate afirandin. Bi hezaran girtiyên di zindanan de di 4’ê nîsana 2024’an de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirin û ji raya giştî re gotin; ‘Ji bo em jî di şert û mercên birêz Abdullah Ocalan de bijîn, em ê neçin dadgehan, dernekevin hevdîtinan û hevdîtinên li ser telefonê nekin.’

Di vê qonaxê de eşkereye ku çalakiyên Nobeta Edaletê yên ku di 4’ê kanûna 2023’yan de li Amed, Elih, Mêrdîn, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê hatibûn destpêkirin jî dê bi rêbaz û çalakiyên cuda bên mezinkirin.

Bang

Şikandina tecrîdê pêdiviyeke rûmeta mirovahiyê ye. Di heman demê de berpirsyartiyeke wijdanî ye. Li ser vî esasî, di serî jin û ciwan; banga me ji bo tevahiya gelên bindest, sazî û dezgehên şoreşger-demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, raya giştî ya li gel aştiyeke birûmet ew e ku ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dengê xwe derxînin û bihestiyarî tevbigerin.”

Wan

TUHAY-DER a Wanê û xizmên girtiyan jî bi heman armancê li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wawên, parlamenterên DEM Partiyê û gelek xizmên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Wan TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar daxuyanî da. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û bi çepikan bi dawî bû.

Îzmîr

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li avahya Rêxistina DEM Partiyê ya Konak a Îzmîrê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuru, hevserok û rêveberên navçeyê û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. Rêvebera EGE-TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz metna hevpar a çalakiya Nobeta Edaletê xwend.

Piştî daxuyaniyê jî dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Mêrsîn

Çukurova TUAYDER’ê jî bi pankarta “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Perîhan Koca û Alî Bozan û bi dehan rêveberên komeleyê û welatî tev li bûn. Daxuyanî di nava tililî û çepikan de hate dayîn û dirûşma “Bijî berxedana zindanan” hate berzkirin. Hevserokê komeleyê Ergîn Altutaş daxuyanî da.

Edene

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Seyhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya demokratîk bibin dengê zindanan” hilgirtin. Rêveberê komeleyê Saît Sunduk daxuyaniya hevpar xwend. Çalakî bi çepikan bi dawî bû.

Êlih

Li Êlihê jî li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajar daxuyanî dan. TUAY-DER, Meclisa Dayikên Aştiyê, TJA, DEM Partî, DBP, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan “ û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berzkirin. Dayika Aştiyê Sûltan Azboy di daxuyaniyê de axivî û xwest her kes deng bide berxwedana li zindanan û banga mezinkirina têkoşînê da. Endamê TUAY-DER’ê Kadrî Tekîn daxuyanî xwend.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê