8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2 sal in xelkê Serêkaniyê li hêviya vegerê ne

Lijneya Koçberên li Sûriyeyê di salvegera duyemîn a dagirkirinê de bi navê ‘Vegereke bi ewle ya bê dagirkerî’ li kampa Waşokanî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de behsa rewşa herêmê hate kirin û wiha hate gotin: “Du sal di ser dagirkirina Serêkaniyê re derbas bûn û hê jî bajarê me di bin zilm û zordariya dagirkeriyê de dinale.  Komên çete zilm û zorê dikin û demografiya herêmê diguherin.”

Lijneyê berpirsiya Rûsya û Amerîkayê jî bibîr xist û wiha got: “Ev herêmên ku hatin dagirkirin di bin berpirsiyariya Rûsya û DYA’yê de bûn, lewre ew jî berpirsê vê zilm û zorê û guhertinên demografîkin.”

Lijneyê bal hate kişandin ser rewşa zor û zehmet a ku penaber tê de dijîn û wiha berdewam kir: “Em ê kampaniyeke imzeyan bidin destpêkirin. Em ê der barê binpêkirinên ku li herêmê têne kirin raporekê amade bikin. Em ê vê raporê bidin saziyên pêwendîdar ên wekî Neteweyên Yekbûy, Rûsya û Hêzên Koalisyona Navnetewî.”

‘Kaniya aştiyê’

Hêjayî bibîrxistinê ye ku saziya Çavdêriya Maf Mirovan a Sûriyeyê der barê mijarê de çend roj berê daxuyanî dabûn û bal kişandibûn ser şerê bi navê ‘Kaniya Aştiyê’ ku ji alî artêşa tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ve li dijî rojhilat û bakurê Sûriyeyê hatibû lidarxistin. Çavdêriya Mafên Mirovan wiha gotibû: “ 2 sal di ser vê êrîşê re derbas bûn. Gelê Serêkaniyê û Girê Spî ji ber wan êrîşan neçar man cih û warê xwe terk bikin û di kampan de wekî penaber bijîn. Nêzî 2 salan derbas bû hîna jî di bin şert û mercên giran de li hêviya vegera ser mal û milkê de dijî. Ji wê rojê de heta niha ev komên çete ên ku dest danîn ser van bajaran karê çetewarî dikin zilm û zorê li dijî kesên ku mane dikin. Di encama vê yekê de derdora 300 hezar kes ji cih û warê xwe bû û li şûna wan malbatên çeteyan hatine bicihkirin.”

Hêj kes venegeriya ye

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan der barê îdiayên dewleta tirk ku dibêje wan penaber li wan deveran vegerandine wiha dibêje: “Dewleta tirk gelek caran herêmê wekî herêma bi ewle bi nav dike û dibêje ku wan gelek penaber li van deveran vegerandine lê di rastiya xwe de derdora 300 hezar kes ji wan deveran koçber bûne û heta niha rêxistina Çavdêriya vegera yek malbatekê bi tenê jî tespît nekiriye. Li wan deveran di bin çavdêriya artêşa tirk de dizî, talan û zordestî ji alî komên çete ên bi navê ‘ Artêşa Netewî’ ve tên kirin”