3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meya sermestiya kurdan: Govend

Îsal Newroza min a 41’ê bû ku min nêvî li Binxetê û nîvê din jî li Serxetê pîroz kir. Piştî ewqas Newroz di navbera Qamişloka evînê û Ameda serhildêr de dîsa min bi kelecana zarokekî û sermestiya govendgêrekî kurd pêşwazî kir

Govend û dîlan li kêleka agir parçeyekî herî girîng ê jiyana kurda ye. Bi govendê kêfxweş dibin, hemû êş û derdên xwe ji bedena xwe ya westiyayî dadweşînin. Bi govendê kêfxweş dibin, sermest dibin û baskên wan çêdibin. Lewre jî berê 7 şev û heft rojan dawet û şahiyên xwe berdewam dikirin.

Di Newrozan de jî şeva Newrozê govenda li ber agirê Newrozê yek ji adetên herî kevin û herî girîng ê gelê kurd e. Tevî hemû rengên kuştin, çewisandin, girtin û işkenceyê ji alî rejîmên desthilat ve kurdan tu caran dest ji pîrozkirina Newrozê bernedan û her ku çû xwedîderketina li vê cejna neteweyî zêdetir bû.

Ji zaroktiya min heta roja îro ez bûme şahidê derdora 41 Newrozan 20 ji wan li Qamişloka evînê (ji sala 1980 û heta sala 2000) û ji sala 2002’an ve vaye îsal bû Newroza 21’ê ku li Amedê pîroz dikim.

Ji bilî wan nNewrozan, Newroza herî pêşî ez zarokekî 7-8 salî bûm, min li gundê Bilêqiyê yê Qamişlo dît. Wê gavê rehma xwedê lêbe melayekî gundê me hebû, Mele Evdile, mirovekî zana û welatparêzekî hêja bû. Wê gavê min dît gundî tev li hewşa mala wî civiyabûn. Agir vêxistibûn û li derdora agir govend girtibûn, stran digotin û li hev vedigerandin.  Wê rojê min navê Newrozê bihîst wê gavê wiha digotin (Eyda Nîrozê).

Ew Newroz her dem di bîra min de ye. Di wê Newroza pêşî ya ku min dît de, lembeyeke sor û xweşik hebû wê şevê Mele Evdile ew lembeya xwe ya xweşik a bi pîlan dixebitî vêdixist û dixiste paçeya mala xwe, şeva Newrozê heta sibê ew lembeya sor di paceya xalê Mele de bi navberên kurt vêdiket û vedimirî.

Piştî wê dema ku ez çûm ji bo xwendinê li Qamişlo bicih bûm, min heta sala 2000’an derdora 21 Newrozan li Qamişlo pîroz kirin. Heta ew çend salên ku li Helebê min zanîngeh jî xwendin dîsa her Newroz ez dihatim Qamişlo û min li wir Newroz pîroz dikir.  Di nava wan 21 Newrozan de yek ji Newrozên herî zor û zehmet Newroza piştî komkujiya Helebceyê bû. Di wê Newrozê de kîn û hêrsa li dijî wê komkujiyê di pîrozbahiyê de jî xuya dikir û ew bûbû yek ji Newrozên herî mezin û bi heybet.Ew Newroz veguherîbû wekî serhildanekê li dijî zilm û zordariyê.

Di nava 21 Newrozên ku li Amedê jî amade bûm Newroza herî bi coş, kelecan û bi girseya ku êdî di qada newrozê de hilnedihat Newroza 2013’an bû. Newroza ku di dema (pêvajoya çareseriyê) de bû û tê de nameya serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ya wekî (Manîfestoya Çareseriyê) hatibû xwendin. Di wê Newrozê de hêviyeke mezin a kurdan hebû ku êdî pirsa kurdan bi riyên aşityane û bi diyalog ê çareser bibe. Ew cara pêşî bû ku qada Newrozê ya ku têra derdora milyonek kes dike, têra girseya wê Newrozê  nedikir.

Newroza îsal jî wekî gelek rojên newrozê ji bo kurdan di rewşeke gelşekî zor û zehmet de hat ji ber ku di 6’ê sibatê 2 erdhejên dijwar ku navenda wan li Mereşê bû rû dan û bandora xwe li ser derdora 10 bajaran kir.  Amedê jî yek ji wan bajaran bû ku vê erdhejê birînên kûr bi xwe re anîn, nêzî 10 avahiyan hilweşiyan û zêdeyî 100 avahiyan jî zirareke mezin dîtin û bi hezaran kes bê cih û war man.

Newroza me ya îsal jî piştî 40 rojiya şîna me ya erdhejê hat. Ji ber wê yekê gelê me bi dilekî xemgîn berê xwe da qada Newrozê lê di nava wê xemgîniyê de hêrseke mezin jî hebû. Hêrsa li hemberî, sersarî û bêtevdîriya desthilatê ku pêşî li vê felaketa mezin vekir.

Di vê newrozê de ji alî hejmara girseyê ve dibe ku hinekî ji Newrozên beriya xwe kêmtir be lê tiştê ku bala min kişand di vê Newrozê de hejmara zêde ya ciwanan bû. Mirov dikare bêje ku Newroza herî ciwan bû. Her wiha Newroza hêviya mezin a guhertina vê pergalê bû. Lewre jî tevî hemû êş û kulên ku erdhejê li pey xwe hiştin xwîngermiya ciwanan, kelecan û hêviya siberojeke nû car caran bi govendê jî taceser dibû û wekî peyalên kêfxweşiyê di qada Newrozê de bilind dibûn. Ji gava ku tê bîra min em di hemû Newrozan de dibêjin bi hêviya rojên xweş û azad lê vê carê ne dilxweşkirin hêviyeke min a mezin heye ku Newroza 2024’an wê di nava xweşî û azadiyê de bê pîrozkirin. Bi germahiya agirê Newrozan we silav dikim.