4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2’yemîn danişîna doza peywirdarê cemaweriyê

 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin. Dadgehê, daxwaza tevlibûnê ya komeleyên jin û zarokan red kir

Peywirdarê cemariyê Orhan A. ku di adara sala 2021’an de li Şirnexê tacîza zayendî li zarokeke 15 salî kiribû, bi sûcê “îstîsmara zayendî li zarok kiriye” doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Bersûc Orhan A. ku bi awayekî negirtî tê darizandin, parêzerên Komeleya Ji Ewil Zarok û Jin, parêzerên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê û parêzerên Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Bajar tev li danişînê bûn.

Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Şandeya dadgehê got ku Baroya Şirnexê û Komeleya Ji Ewil Zarok û Jin yekser ji sûc zirar nedîtine û bi vê hincetê daxwaza wan a mudaxilbûnê red kir.

Di danişînê de ji ewil li şahidan hat guhdarîkirin. Piştre jî parêzerên Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Bajar xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê biryar da ku mutalaa heta danişîneke din were amadekirin, kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û danişîn taloqî 22’yê gulanê kir.

‘Me xwest mudaxilî dosyayê bibin lê nehat qebûlkirin’

Piştî danişînê jî Komeleya Ji Ewil Zarok û Jin û Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan.

Parêzera Komeleya Ji Ewil Jin û Zarok Nûrbanû Satilmiş got ku dê heta dawiyê dozê bişopînin. Rêvebera Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Aycan Îrmez jî ev tişt anî ziman: “Di dosyayê de gelek binpêkirin hene. Me xwest mudaxilî dosyayê bibin lê nehat qebûlkirin. Armanca ewil a baroyan, parastina mafên mirovan e. Çi dibe bila bibe em ê vê dozê bişopînin.”