4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gefa ‘hûn Torosên Spî dixwazin!’

Parêzer Ramazan Karaalp da zanîn ku li nexweşxaneyê li bavê Zarokê bi navê Y. Dîkan gef hatiye xwarin û got ku dê giliyê îşkencekaran bikin

Şevê din li navçeya Lice ya Amedê 4 polîsan zarokê bi navê Y. Dîkan (14) revandin devereke vala, dev, dest û lingên wî bi lisqê girê dan û îşkence lê kirin. Dîkan, niha li Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê tê tedawîkirin. Piştî ku bavê Dîkan, Yilmaz Dîkan bûyerê dibihîze, çû Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê û li wir rastî gefa polîsan hat.

Polîs nehişt rapora derbkirinê bidin

Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp da zanîn ku gundiyekî T. Dîkan rakiriye Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê û piştre jî bavê wî hatiye agahdarkirin. Bi domdarî Karaalp ev tişt anî ziman: “Ji ber ku hatibû derbkirin û zarok bû, nexweşxaneyê agahî da polîsan. Polîsên ku bûyerê hîn bûn, zext li bijîşk kirin ku rapora derbkirinê nede. Li ser vê yekê jî bav Yilmaz Dîkan bertek nîşan da. Polîsan jî gefa ‘ev bi têrî we nakin, hûn dixwazin dîsa Torosên Spî vegerin da ku rojê nebînin’ li bav Dîkan xwar.”

‘Em ê CPS’eyekî bêxin cilên te’

Bi domdarî Karaalp, îşkenceya li zarok hatiye kirin wiha vegot: “Kelemçeya pola xistine destê wî yê çepê û lingê wî. Piştre birin devera çiravê û kelemçeya bi piyê wî ve derxistine. Piştre jî bi qontaxa tifingê li serê wî xistine, gef lê xwarinê û jê re gotine; ‘heke tu Sirûda Îstîklalê û Xîtabeta bo Ciwanan heta serê sibehê ji ber nekî em ê guleyekî li serê te bixin.’ Li gorî şahidê bûyerê; polîsan gefa ‘em ê CPS’eyekî bêxin cilên te, tu bi ku de biçî em ê te bişopînin, heke tu vê bûyerê ji kesekî re vebêjî yan jî gilî bikî em te li ku bibînin dê bikujin’ li zarok xwarine.”

‘Ev polîtîkaye ji demên berê ve didomin’

Bav Yilmaz Dîkan jî got ku tiştên bi serê zarokê wî hatin bi sala ye li kurdan tên kirin û wiha bertek nîşan da: “Ev polîtîkaye ji demên berê ve didomin. Di nava dewletê de dewlet heye. Polîtîkayên ku mirov bi hev didin kuştin her tim hene. Heke sibe du sibe ev zarok rahêjin çekan, dê bên ji min re bibêjin çima çek rakirine. Heke tu vê zilmê li van zarokan bikî, ma ew zarok sibe du sibe li hemberî te çekê ranake? Ma zarok dê nebe dijminê vê dewletê?”

Karaalp da zanîn ku dê giliyê îşkencekaran bikin.