5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyên 9 şervanên YAT’ê  hatin oxirkirin

Merasîma oxirkirina cenazeyên 9 şervanên YAT`ê ên ku di qezaya helîkopterê de şehîd bûbûn, li Stadyuma Serdem a li Hesekê dest pê kir û piştre hatin oxirkirin.

Cenazeyên 9 şervanên YAT’ê (Yekîneyên Antî Terorê) ku 15’yê adarê li başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji Nexweşxaneya Şehîd Saryayê ya li Hesekê hatin wergirtin.

Cenazeyên şervanan bi karwanekî wesayîtan birin pêşiya stadyuma Serdem a ku merasîm lê hat lidarxistin. Li vir jî cenaze li ser milan birin nava stadyumê.  Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî spasiya xwe li beşdarên amade kir û bang li ciwanan kir ku tev li YAT’ê bibin, destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Nasnameyên şervanan hatin xwendin, piştre bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.