26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Poşmantî’ tê ferzkirin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Tirkiyeyê dema mijar dibe kurd û doza azadiyê ne mimkune ku mirov bikaribe qala maf û hiqûqê bike. Di vê mijarê de hemû partiyên hatine ser textê desthilatdariyê xwedî heman têgehê bûn. Lê AKP ji van cûda ye!
Rêveberiya Erdogan ji roja hatiye ser erkê heya îro hertim bi pêkanînên xwe yên li dijî kurdan ketiye rojevê. Ji ber van pêkanînên desthilatdariyê di nava civakê de jî li dijî gelê kurd gelek caran êrişên nijadperestan pêşketin.

Ev êriş û binpêkirin bi qanûnên taybet belavî hemû beşên civakê hatine kirin. Bi taybet ev qanûn ji bo îradeya kurdên têkoşer bişkînin hatin derxistin.
Ji bo kesên ku xwedî îrade, têkoşer, çalakvan û şoreşger ji doza xwe durbikevin di destûra bingehîn de hin xalên taybet hatin bicîh kirin. Bi vê ve girêdayî desthilatdariya AKP’ê ji xwe re di warê qaşo qanûnî de zemînek avakir.
Di vê guhertina mijara gotinê de herî zêde girtiyên azadiyê bi bandor bûn. Ji ber ku li girtîgehan çi diqewime zêde nayê zanîn, bêqanûniya li ser girtiya tê ferzkirin jî naye dîtin ango nexwestin bibînin.

Girtiyên azadiyê bi çalakiyên cûda hertim hewildan dengê xwe bidin bihîstin. Di vê mijarê de hin sazî û rêxistinên mafên girtiyan diparêzin kêm be jî bûn dengê girtiyan. Lê ji ber bêqanûnî li tevahî welat û saziyên wê belavbûye kesî gûh neda dengê wan jî.
Ev qanûna dijminane ya li dijî girtiyên azadiyê êdî hatiye radeyek pir xeter. Di roja me ya îroyîn de pêkanînên li girtîgehan di rewşeke ku her diçe xirabtir dibe de ye.
Li tevahiya cîhanê girtîgeh hemû wek cihên herî qirêj ên li dijî mirovahiyê ye. Kesên dikevin girtîgehan ji hamû mafan bêpar tên hiştin. Ji xwe navê “GIRTÎGEH” tê wateya qûtiya girtî û tekîliya bi derve re nîne. Tu dijî lê tune yî. Tevî vê jî rejîmên faşîst bi vê jî têr nabin û çav berdidin nefesa ku girtî digrin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê jî rewş ev e. Bi qanûnên taybet statuya gelek girtîgehan hat guhertin. Ji bo girtiyan ji hev dur bixin, wan bê îrade bihêlin, di wan de hêsta azadiyê bikujin serî li gelek rê û rêbazên qirêj dan. Ev polîtîkaya ku bi dethilatdariya AKP’ê re pêşket bi vê yekê jî sînordar nema. Niha jî bi şêwazekî qirêj poşmantî li ser girtiyan tê ferzkirin.

Bi dehan girtiyên newxweş tevî ku cezayê xwe temam kirine nayên berdan. Sedem çiye? Ji ber ku ne poşman e. Ji bo çi poşman be? Kesên ku daxwaza azadiya xwe bike çima poşman bibe. Kesê ku ji bo pergaleke demokratir têkoşiyabe dê çima poşman bibe. Kesê ku ji bo azadiya raman û fikirê xebat dabe meşandin çima poşman be. Kesê ku mafê mirovan parastibe çima poşman bibe.
Ji ber ku ev daxwaz di têgeha AKP’ê de nîne û wek mijarê qedexekirî hatine pênasekirin qedexene. Lewma kesên daxwaza van mafan dikin jî divê bên cezakirin. Lewma desthilatdariya AKP’ê bi vê qanûna dermirovî hewl dide girtiyan ceza bike û îradeya wan bişkîne.

Bi vê bêqanûniyê bi dehan girtiyên nexweş jî tevî raporên doktoran ku dibêjin; “rewşa wî/ê dest nade di girtîgehê de bimîne” jî nayên berdan. Bi zanebûn mirin li ser wan tê ferz kirin. Yek ji van kesan jî Mehmet Emîn Ozkan ê 83’ê salî ye. Jixwe Mehmet Emîn Ozkan di hevdîtinek xwe de ji malbata xwe re gotibû “li benda mirina min in.”
Dewleta vê pêkanîna dermirovî ji girtiyên azadiyê re rewa dibîne li himber kesên tecawizkar, diz, çete, qatîlan jî xwedî rahm e. Kesên zarokan tecawiz dikin, jinan dikujin, dikevin xwîna kesan jî di nava çend hefteyan de tên berdan. Ev jî li Tirkiyeyê asta hiqûqa heyî radixe ber çavan.
Tevî van zext û înkarê jî bi dehan girtiyên Azadiyê xwedî li îradeya xwe derdikevin. Ji bo wan têkoşîn armanca serekeye. Li himberî van pêkanînên faşîst serînetewandin jî têkoşîna herî bi wate û girîng e.
Lewma divê em bikaribin li dijî van pêkanînên li ser girtiyên azadiyê tên ferzkirin dengê xwe bilind bikin û bibin dengê bi hezaran girtiyên xwedî rûmet. Ev erka me hemiyan e.