26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran Qedrî Kaya bi bîr anîn

Rojnamegeran di pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê de li gel malbata Rojnameger Qedrî Kaya ew li Goristana Yenî Koyê ya Amedê li ser gora wî bibîr anîn.

Nûnerê Amedê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, Qedrî Kaya (Mamoste), di sêyemîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Nûnerên saziyên çapemeniya azad di pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DGF) de li gel Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), malbata Rojnameger Qedrî Kaya û MED DER’ê li ser gora Qedrî Kaya ew bibir anîn. Girseyê ewil ji bo hemû şehîdên çapemeniyê deqeyekê rêz girtin.  Piştî rezgirtinê Hevserokê DFG’ê Serdar Altan bal kişand ser jiyana Qedrî Kaya û wiha got: “Mamoste Qedrî 3 sal berê di 2018’an de bi wefata xwe di dilê hemû xebatkarên çapemenîya azad ên ku bi wî re hevaltî kirin û bûn şagirtê wî xemgîniyek mezin çêkir. Mamoste Qedrî di nava çapamenîya azad de bi hebûn û dilsoziya xwe û bi xebata xwe ruhek ava kir. Mamoste Qedrî bi tevahiya jiyana xwe, bi hez û xebatên xwe ji bo çapemeniya azad bû mînak. Her tim hewl da çapemeniya azad bêtir pêş bixe.”

Altan, anî ziman ku carek din soz didin şehîdên çapemenîyê û wiha got: “Ji bo em têkoşîna wan a çapemeniya azad bigihînin asta jor em li ser goristana wî soz didin.”

Hevserokê MED DER’ê Rifat Ronî ji li ser gora Qedrî Kaya axivî û wiha got: “Ji ciwantiya xwe heta jiyana xwe ji dest da her tim ji bo azadîya çapemeniya azad tekoşiya. Îro em wî  bi rêzdarî bi bîr tînin. Reya ku wan meşandiyê em ê zîndîtir bimeşînin.”

Piştî axaftinan hempîşeyên Qedrî Kaya, hevalên wî û malbata wî qurnefil danîn ser gora wî û belav bûn.