27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser sînorê rojava Kurdistanê amadekariyên şer tên kirin

Di dema ku Tirkiye bi rêya medyaya xwe propagandaya êrîşeke nû li dijî rojavayê Kurdistanê dike de, li ser sinorê Sûriyeyê lez daye tevgerên xwe ya leşekrî.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê dewleta tirk di van rojên dawî de dest bi veguhestina çekdarên girêdayî xwe kiriye. Li gorî agahiyên heman çavkaniyê dewleta tirk gelek çete ji komên çekdar ên wekî Firqrt el Hemza, Feyleq El Rehman, Sultan Murad, Ahrar El Şerqiye û Silêman Şah di deriyê sînor re derbasî Tirkiyê kirine û ji wir ew derbasî Girê Spî kirine.

Ji aliyekşî din ve artêşa Sûriyeyê jî hin tevgerên leşkerî dike û hejmareke leşkerên xwe li derdora Ayn Îsayê bicih kiriye. Di heman demê de hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî hejmara şervanên xwe li ser xetên temasa wan bi komên çekdar ên girêdayî artêş tirk re heye zêde kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku van komên çete berê jî di destpêka şer û pevçûnên Sûriyeyê de hewldana dagirkirina herêmên Rojava kiribûn. Lê ew rastî berxwedaneke mezin a şervanên kurd hatibûn û hewldanên wan vala derketibûn. Niha jî bi piştgiriya artêşa tirk dixwazin dîsa van deveran dagir bikin û niştecihên wê koçber bikin.