26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

4 emîrên DAIŞ’î li Serêkaniyê ne

Di van rojên dawî de raporên der barê hebûna çeteyên DAIŞ’ê yên di nava komên çekdar ên qaşo muxalefeta Sûriyeyê de ne derdikevin holê. Di heman demê de hişyariyên navdewletî yên der barê veger û çalakbûna çeteyên DAIŞ’ê jî zêde bûne.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), der barê çend çete û emîrên DAIŞ’ê ên di nava komên çekdar ên girêdayî (Artêşa Netewî) ên li Serêkaniyê agahiyên balkêş weşandin.

Saziya Çavdêriya behsa hebûna 4 emîrên DAIŞ’ê ên hemwelatiyên Sûriyê ku ji Helebê û Dêra Zorê ne dike. SOHR diyar dike ku ew niha di nava Artêşa Netewî ya girêdayî artêşa tirk de kar dikin û li Serêkaniyê hatine bicih kirin. Hêjayî gotinê ye ku di dema dawî de dîsa li gelek deverên Sûriye û Iraqê çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wê yên razayî êdî dest bi çalakbûnê kirine.