spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê dîsa dema talankirin û diziyê ye

Bi hatina demsala zeytûnan re dîsa girêza devê çeteyan zêde bû. Komên çeteyan dîsa dest bi talan, dizî û ferzkirina baceyan kirin.

Bi hatina demsala komkirinai zeytûnan re dîsa ji Efrînê gelek raporên der barê diziya zeytûnan a ji alî çete û endamên komên çekdar ve her roj belav dibin. Ew diziya ku tê kirin bi piranî li zeviyên dûrî malan û bi şev pêk tên. Koma çeteyan ya El Hemza li gundewarên Efrînê ên wekî Marata, Bablêt û Kefir Şibil komên taybet ên ji bo diziya zeytûnan avakirine.

Ev koma dizan di bin çavdêriya çeteyên El Hemza de ji wan gundên navborî berhemên 300 darên zeytûnan dizîne. Li gundê Hesen Dêra jî 190 dar dizîne û şandine maseriya gund ku ji sala 2018’an ve piştî dagirkirinê dest danîbûn ser.

Li gorî daneyê Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka vê mehê heta niha 24 hezar û 800 darên zeytûnan hatin dizîn. Ji wan 7 hezar ji gundê Qizilbaş ê Bilbilê 17 hezar ji gundê Ebudan, Qarenê û Şêxorzê ji alî çeteyên Siqûr El Şam) ve hatine dizîn. Her wiha 750 ji gundê Omer Semo yê navçeya Şeranê ji alî çeteyên Nuxbe ve hatine dizîn, 50 dar li navçeya Şêx Hedî ji alî çeteyên El Emşat ve hatine dizîn. Ji bilî wan 120 dar li gundê Şêxorze ji alî çeteyên (Nuxbe) ve hatine jêkirin.

Her wiha çeteyên El Hemzat bacên ji xwediyên zeviyên zeytûnan distînin ku caranan digihê heta 1000 dolarî. Serçeteyê bi navê Ebû Emşa muxtarên gundan civandin û ji wan re gotine xwediyê zeytûnan dê ji sedî 25 ji berhemên xwe bidin çeteyên El Emşat.