4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurteçîroka berik ango xalîçeyan

Mehmet Yildirim

Di dîroka mirovahiyê de gelek nirx hene ku ji bo gelan an jî civakan xwedî cihekî qedîm in. Huner jî yek ji van nirxan e ku di pêşketin û bi hêzbûna civakan de her tim bûye xwedî roleke mezin. Ji ber vê yekê ku huner wekî ziman an jî nasnameyê her tim di malbata çandê de cihê xwe girtiye û wek baskekê çandê hatiye dîtin. Dema em li dîroka şaristaniyan dinêrin ev yek baştir tê fêmkirin.
Di kêliyên dîrokê de em dibînin ku; her şaristanî di serdemên xwe de girîngiyek cuda daye hunerê. Bi berhemên hunerî yên ku afirandine roj hatiye dewlemendiyên xwe raxistine li ber çavan, roj hatiye ji bo dijminên xwe bitirsînin hêza xwe ya çandî derxistine li pêş. Carna jî ji bo ji xweda û xwedawendaran re şikir bikin serî li berhemên hünere dane. Bi şopên serdemên kevin ên li şikeftan, bi peyker û mîmariyên bêhempa yên wekî ji şaristaniyên Misir û Mayayê, bi rengên cur be cur ên li welatê Çînê û carna jî wekî li şaristaniya Babîlê bi ahengiya xwezayê re berhemên hunerî afirandine. Di her berhemê de jî ya ku derdikeve pêş hunera bi destan e.
Erdnîgariya Mezopotamyayê jî yek ji wan navnîşaneyan e ku bi dewlemendiyên xwe yên hunerî di dîroka şaristaniyan de xwedî cihekî taybet e. Bi taybetî di warê hunerên destan de ev erdnîgarî wek dergûşeke bê ser û ber e. Em dikarin navên hezaran cureyên hunerî bidin ku ev hezar sal in reng didin vê erdnîgariyê. Berik ango bi navê wê yê din xalîçe jî yek ji van rengên Mezopotamyayê ne. Ev rastî ji bo wekî her welatên li vê erdnîgariyê, ji bo Kurdistanê jî derbasdar e.

Serboriya berikê

Bi awayekê zelal nayê zanîn ku berik/xalîçe kengê û li kîjan erdnîgariyê derketiye holê. Ev yek jî nîşan dide ku xwedî dîrokeke çiqas kevin e. Lê belê li gorî lêkolînên zanyaran herî zêde Asyaya Navîn wek erndîgariya ku berik derketiye holê tê pênasekirin. Di vî warî de berika/xalîçe herî kevin a ku hatiye dîtin daneyeke balkêş e. Berika bi navê Pazirik a ku li quntara çiyayên Altayê hat dîtin îro li Lenîngardê li muzeya Hermîtagê tê pêşandin. Li gorî daneyan ev berik beriya zayînê di sedsala 5’emîn de hatiye çêkirin. Di çêkirina berikan de herî zêde koçer xwedî rolên mezin in. Lewre di jiyana koçberiyê de pêdivî bi berikan gelek heye. Piştî ku derketiye holê herî zêde di serdema Persan de berik bûne perçeyên jiyanê. Heke îro berikên Îranê di qada navneteweyî de xwedî nav û dengekê mezin bin, sedema vê eleqeya ku Persan nîşanê berikan daye ye. Li gel Asyaya Navîn û erdnîgariya Persan wekî me di serî de jî got li Mezopotamyayê jî xalîçe di warê hunerên destan de bûye xwedî çîrokeke qedîm. Di vî warî de Rêya Armûşê jî bandoreke mezin di pêşketina berikan de bandorker e. Berikên ku li welatên Asyaya Navîn derketine bi salan li ser Rêya Armûşê bûne perçeyên bazirganiyê.

Teknîka çêkirina berikan

Di çêkirina berikan de teknîkeke xwezayî bal dikşîne. Gelek teknîkê wê hene. Lê belê di bingeha her teknîkê de jî şêwaza raçandina tevnê cih digire. “Rast, Çapût, Kîrkît û Tevn”cureyên raçandina berikan ên ku herî zêde tên nasîn in. Li gorî mezinbûna berikan çarçoveya raçandinê jî tê diyarkirin. Tevna we çiqas mezin û fireh be berik jî ewqas mezin dibe. Di raçandina berikan de her bendik an jî rîs nayên bikaranîn. Lewre divê rîsê wê gelek zexm be.
Ji ber vê jî herî zêde rîsê ku ji bizinan tê bidestxistin tê bikaranîn. Di demên kevin de rengên rîsan ji nebatên xwezayî dihatin bidestxistin. Ji xeynê vê boyaxa bi navê “Îngo” ya ku ji Hîndistanê dihat bidestxistin, di rengkirina rîsê xalîçeyan de dihat bikaranîn. Di bingeha pergala raçandinê de jî rêbaza sereke ew e ku; bendê ku ji rîs dihat bidestxstin bi şêwazeke sîmetrîk li ser tevnê tê rêzkirin. Di vir de ya esas ew e ku; ev bend bi şêwazeke du qat tê girêdan. Qatek bin yek jî li ser.

Li Kurdistanê berik

‘Keça filankesê berikek çêkiriye, ji gustilê re derbas dibe.’ Ev gotin di çanda kurdan de girîngiya berikan bi kurtasî vedibêje. Lewre dema em dikevin nav nirxên hunerî yên Kurdistanê, berik bi taybetiyên balkêş derdikevin li pêşberî me. Ji nirxeke hunerî bêhtir, wek kevneşopiyeke qedîm ji aliyê gelê Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin. Ji serdema Ûrartû û Asûran heta niha di her kêliyên dîrokê de wek hunereke destan bûye perçeyeke girîng a jiyana me.
Baş nayê zanîn ku berik kengê bûne perçeyê jiyana li Kurdistanê. Lê belê em dikarin bêjin ku; pêwendiya Kurdistan û berikan xwedî temeneke bi hezaran salan e. Di vê rêwitiya demdirêj de, berik di warê hunerî de pêşketineke balkêş bidestxistiye. Ev pêşketin ji cureyên wê heta reng û şêwaza çêkirina wê di her alî de xwe didin der. Ji ber vê jî dema mijar dibe çêkirina berikan xaleke girîng a hunerê derdikeve pêş. Lê belê di nava nirxê hunerî de ya ku derdikeve pêş ne tenê şêwazên çêkirinê û cureyên berikan e. Dema mijar berik bin, pêwendiyeke nû bal dikşîne. Ev pêwendî jî pêwendiya jin û berikan e.
Di pêşketina çêkirina berikan de bêguman wekî keda jinan keda zilaman jî heye. Lê bele bandora jinan a li ser xalîçeyan/berikan xwedî cihekî taybet e. Di demên berê de çêkirina berikan wek karekê nav malê dihat ditîn. Bi gotineke din wek karê jinan dihat qebûlkirin. Wisa jî bû, piştî ku jin hîn bûn çawa berikan çêbikin, di navbera jin û berikan de pêwendiyeke qedîm destpêkir. Keda ku ji destê jinan derket, bû rengê berikan, bû şêwaza çêkirina berikan û bi kurtasî ji berikan re bûye nasname.
Ev pêwendî di serî de wek pêwistiyeke jiyanê derket holê. Ji ber li malê pêdivî bi xalîçeyan hebû, jin dest bi çêkirina wê kirin. Çêkirina wê jî gelek bi zehmet bû. Hin ji wan piştî kedekî bi rojan berdewam dikir diqediya. Destê wan bi rojan diçûn û dihatin, çavên wan diêşiyan lê belê bi sebreke mezin berik kêlî bi kêlî dihatin honandin.
Ev karê ku bi zehmet ku wek pêdiviyeke malê derket holê, bi derbasbûna salan ve vegûhest hezkirineke mezin. Çêkirina berikan êdî ji pêdiviyê derket, wek eşqeke mezin bû perçeyê jiyana jinan. Bi vê yekê ji bo berikan jî pêvajoyeke nû destpê kir. Di vê pêvajoyê de berik êdî bûn hevalên jinan.
Di nav civakeke feodal de berik/xalîçe wek neynikekî an jî wek rojnîvîskekî li pêşiya jinan cihê xwe girtin. Roj hat jinan bertekên xwe yên li dijî ferasetên feodal honandin li ser berikan, roj hat xemginî, hesret û evînên jinan bûn mijara çêkirina berikan. Roj hat jin xeyalên xwe kêlî bi kêlî li ser berikan nexşkirin. Ev hestên ku jinan li ser berikan nexşkirin di warê hunera berikan de cure û rengên nû afirandin. Cureyên wekî Çilgul, Jîrkan, Canbêzar, Kesneker, Şamarî, Tilik, Kevjal û Geve ji cureyên berikan tenê navê çend mînakan e.
Bi vê yekê ve hunera xalîçayan li Kurdistanê hem pêşketineke ber bi çav bidest xist hem jî bû xwedî cihekî taybet. Hêdî hêdî eleqeyeke balkêş li dijî berikan çêbû, çêkirina berikan, cureyên wan, şêwaz û bendikên ku pê tên çêkirin ji mirovan re bû meraqeke mezin. Ev eleqe hêdî hêdî mezin bû, rê li ber pêvajoya bazirganiya berikan vekir.

Di qada bazirganiyê de berik

Piştî ku li Kurdistanê berik bi keda destê jinan bû xwedî nav û deng ji pêdiviyeke malê derket û wek amûreke bazirganiyê bû çavkaniya debara malbatan. Heta sala 1950’yan berik ji bo kurdistaniyan wek pêdiviyeke li malê dihat dîtin. Ên ku berik çêdikirin, ji bo li mala xwe bikar bînin çêdikirin. Herî zêde jî ji bo malbatên ku jiyana xwe wekî koçer derbas dikirin, pêwistiyeke mezin bi berikan/xalîçeyan hebû. Firotina berikan wek tiştekî şerm dihat dîtin û zêde bi nirx nedihat hesapkirin. Lê belê piştî ku bi saya keda jinan berik bi xweşikbûnekî balkêş bidestxistin, eleqeyeke mezin li dijî berikan çêbû û berik li Kurdistanê derketin sûkê. Bi vê yekê ve bazirganiya berikan jî destpêkir.
Bi taybetî sala 1970’yan di warê bazirganiya berikan de dîrokeke girîng e. Pêvajoya ku bi vê salê ve destpêkir, bû pêvajoya naskirina berikên Kurdistanê. Xalîçe bêhtir bûn xwedî nav û deng. Wek xelateke giranbûha bû perçeyên mal û avahiyan. Ev geşedan bi xwe re sektorek jî afirand. Çêkirina berikan a ku ji bo jinan pêdivî an jî mijûliyeke malê dihat dîtin, hêdî hêdî di sektora kar de jî cihê xwe girt.
Îro li Kurdistanê berik wek nirxeke herêmî bûye perçeyeke jiyanê. Rêbazên çêkirina xwezayê her çend ne wekî demên berê be jî hebûna xwe diparêze. Êdî zêdetir li kargehan bi rêbazên maşîneyan tên raçandin. Lê belê li hin herêman hîna jî wek rêbazeke kevin bi keda destan raçandina berikan didome. Bi taybetî li Wan, Colemêrg û Qersê raçandina berikan didome. Ev nirxa hunerî ya ku wek pêdiviyeke jiyane dest bi rêwitiya xwe kir, dê heta kengê bidome ne diyar e. Lê belê em dikarin bêjin ku heta keda destan hebe û pêwendiya jin û berikan qels nebe dê berik jî wek nirxekî qedîm û perçeyekî jiyana me taybetiyên xwe biparêze.