6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jiyan li Şengalê xweş e

Jinên Şengalî li gel hemû hewldan û polîtîkayên PDK û Iraqê yên koçberkirina êzidiyan a ji Şengalê, girêdan û hezkirina axê bi hilberîn û xebatên xwe nîşan didin. Jinên êzidî li Şengalê bi ked û hezkirina xwe girêdana xwe ya axê û jiyanê tînin ziman. Jin, di bin êrîşên PDK, Tirkiye û Iraqê de li Şengalê jiyanek nû ava dikin. Li gundê Behrava yê Şengalê jin di bin serayan de xiyaran diçînin û debara xwe bi çandiniya xiyaran dikin. Yek ji jinên ku li gundê Behrava yê Şengalê çandiniya xiyaran dike Delal Hisên e. Delal Hisên ji Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) re axivî.

Delal Hisên ji gundê Behrava ye. Lê di fermana 2014’an de li gundê Xanesorê bûye, Delal nikaribû ji gundê xwe dûr bimîne lewma berê xwe da gundê xwe. Ji bo jiyana bi rûmet bi keda xwe jiyana xwe ava kir. Delal Hisên, qala jiyana li Şengalê kir û wiha got: “Jiyana me li Şengalê xweş e. Em bi keda destên xwe dijîn. Li Şengalê jiyan her sal ji sala berê xweşiktir dibe. Ev 2 sal in me xiyar çendine. Li vir pezê me jî heye. Em pez jî xwedî dikin. Ji ber em li ser axa xwe dijîn em kêfxweş û aram in.”

‘Şengal dê bi kedê xweşik bibe’

Delal Hisên da zanîn ku Şengal ecnax bi keda xwediyên xwe ava bibe û wiha axivî: “Êzidyên ku li kampa başûrê Kurdistanê dijîn dibêjin ku Şengal nexweş e. Kar tê de tune ye. Ev tişt ne rast e. Mirov li ku bijî dê bi keda destên xwe jiyana xwe ava bike. Tu nikarî li benda kesek bimînî ji bo ji tere kar bike. Tuyê bi xwe ji bo xwe kar bikî. Li Şengalê wiha ye. Eger em kar nekin û ked nedin kesekî ji bo me nake. Lazim e êzidî êdî dev ji bazdanê berdin û neçin axa kesên din. Ev axa me ye. 4 malên me hebûn. DAIŞ’ê her çar malên me hilweşandin. Lê me dîsa axa xwe berneda.”

‘Axa me mala me ye’

Delal Hisên, destnîşan kir ku ew gelek ji karên çandina xiyaran hez dike û wiha berdewam kir: “Ez û hevjînê xwe û keça xwe me dest bi vî karî kir. Em tenê danê sibehê zû xeyaran kom dikin. Em pelên wan qut dikin ji bo ji nexweşiyan biparêzin. Ev kar zehmet e lê dîsa jî em ji xwe re hêsan dikin û nakin derd. Çiqas zehmet be jî axa me ye, mala me ye û karê me ye.”

Delal Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li hemû êzidiyên ku li kampên başûrê Kurdistanê dijîn kir ku vegerin ser axa xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger ne îro be wê sibê be, eger ne sibê be wê salekî din be wê her vegerin. Çiqas zû vegerin wê ji bo wan baştir be. Bila zextan li ser xwe qebûl nekin. Êzidî ne ew kes in ku serê xwe bitewînin. Em civakeke ku bi berxwedaniya xwe heya îro hatine û em ê her hebin jî.”

Çavkanî: https://jinhaagency.com/ku/ked-u-abori/bi-desten-jinan-de-jiyana-li-Sengale-xwestir-bibe-32427