26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên Iraqê û rêxistinên Başûr li dijî êrîşan tevgeriyan

Li dijî operasyona artêşa Tirkiyeyê ya li ser herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ku 23’ê nîsanê de dabû destpêkirin bertek û nerazîbûnên gel, sazî, rêxistin û partiyên kurd her ku diçe zêde dibin.

51 parlamenterên Iraqê daxwazname radestî meclisê kirin

Bi armanca dijderketina êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî axa başûrê Kurdistanê 51 parlamenterên Iraqê daxwazname dan meclisa Iraqê. Perlamenterên Iraqê xwestin li hemberî van êrîşan helwesta xwe bidin nîşan û bi vê boneyê daxwaznameyeke bi îmzeya 51 parlamenterên Iraqê pêşkêşî meclisê kirin. Di daxwaznameyê de armanc rawestandina êrîş û talankirinên Tirkiyeyê yên li ser herêm û xwezaya Kurdistanê ye.

Li dijî êrîşên dewleta tirk 4 parlamenterên kurd ên endamên Parlamentoya Iraqê; Serkewt Şemsedîn, Xalib Mihemed, Mawe Mihemed, Musena Emîn  daxwaznameyek amade kirin û daxwaznameyê radestî serokatiya parlamentoya Iraqê kirin.

Ji parlamentoya Iraqê 51 parlamenterên Iraqê daxwazname îmze kirin û wiha gotin: “Me li dijî hewldanên dewleta tirk ên ji bo wêrankirina xwezaya Kurdistanê, serî li pêngavên yasayî daye. Piştî êrîş û destdirêjiya dewleta tirk ya li ser gundên Dihok, Hewlêr, Silêmanî û anîna şireketên ji bo wêrankirina xweza û xaka Kurdistanê, bi îmzeya 51 parlamenteran, me ji parlamentoya Iraqê xwestiye lijneyek taybet were avakirin. Ev lijneya navxweyî, parastin û peywendiyên derve, wê ji bo ku herêm vegere ser aramiya xwe ya berê bixebite. Wê hemû alî ji bo rê li ber birîna daran û talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta tirk ve bê girtin, werin agahdarkirin.

Ji 7 rêxistinên Hewlêrê banga Tirkiyeyê

Li Hewlêrê 7 rêxistinên sivîl, li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser axa Herêma Federe ya Kurdistanê û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bang li serokatiya Iraqê, serokatiya Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî (NY), konsolosxane û nûnertiyên welatan ên li Iraq û Herêma Kurdistanê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jîngehê kirin ku êrîşên li ser kurdan û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bidin rawestandin.

Serokê Rêxistina Dîdara Aştiyê Mihemed Sabeh li ser navê rêxistinan daxuyanî da û got: “Tirkiye bi kûrahiya 40 kîlometreyan xaka başûrê Kurdistanê dagir kiriye û serweriy axa Herêma Kurdistanê û Iraqê bin pê kiriye. Dest bi wêrankirina jîngehê, şewitandin û birîna daran, şehîdkirin û derxistina welatiyên sivîl ji warê wan kiriye. Ev yek berevajiya peymanên navneteweyî ye. Ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hedefgirtina welatiyên sivîl û têkdana jîngeha Herêma Kurdistanê binpêkirina mafê mirovan e, divê raya giştî ya navneteweyî demildest dawî li van komkujiyên jîngehî û mirovî ya li ser Kurdan bîne. Divê êdî rê neyê dayîn dewleta Tirkiyeyê sînorê hewayî û bejahî yê Herêma Kurdistanê derbas bike. Divê êdî welatiyên sivîl nebe sotemeniya destê tu hêz û welatekê. Divê aştî û aramî vegere herêmê.”

Li Silêmaniyê 17 rêxistinan daxuyanî dan

Li parêzgeha Silêmaniyê jî bi armanca dijderketina êrîşên dewleta tirk 17 rêxistinên jîngehê û civaka sivîl daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Rêxistinan li navenda Partiya Kesk ya Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê daxuyanî belav kirin û wiha gotin: “Ev talana dewleta Tirk jenosîda xwezaya Kurdistanê ye. Em bang li serokomar, serokwezîr, serokê Parlamentoya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin, li Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî, ji bo rawestandina êrîş û destdirêjiyan, giliyê Tirkiyeyê bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de serokê Partiya Kesk ya Kurdistanê Milko Bazyan bersiva waliyê Dihokê da, ku gotibû; “Wêneyê darên hatine birîn, kevin in” û got; “Waliyê Dihokê dibêje ew wêne kevin in û yên sala borî ne. Lê ne wisa ne, nûnerê me serdana wê herêmê kiriye. Tirkiye şirketek darbirînê aniye herêmê. Tenê li Herêma Dihokê di nava 5 rojan de 700 hezar dar hatine birîn. Em ê li konsolosên welatan, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, Iraq û Herêma Kurdistanê giliyê yasayî li dijî dewleta Tirk bikin. Em bang li mamostayên olî jî dikin, di peyamên xwe yên roja înê de, behsa talana xwezaya Kurdistanê bikin.”

Bazyan têkildarî helwesta Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê de jî wiha got: “Divê Desteya Jîngeha Herêmê demildest belav bibe û di serî de serokê wê dev ji kar berde. Ji ber ku tu helwestek ya vê desteyê derbarê vê mijarê de nîne.”