30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Amedê hat veşartin

Zimanzan, dîroknas, nivîskar û parlamenterê HDP’ê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim roja 23’yê adarê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û li nexweşxaneyeke Amedê, li beşa lênêrîna awarte dihat dermankirin. Yildirim duh berê êvarê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku 10 sal berê jî xwîn çûye ser mêjiyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim. Yildirim di kanûna 2020’î de jî bi şewba Kovîd-19’ê ketibû û demeke dirêj li nexweşxaneyê hatibû dermankirin.

Cenazeyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim li goristina Yenîkoyê îro piştî danê nîvro li goristana Yenîkoyê bi girseyî hat veşartin.  

Malbata Yildirim, Hevserokê Kongreya Civaka (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, nivîskar û zimanzan, xwendekar, hezkiriyên wî û gelek kes beşdarî merasîma veşartinê bûn.

Polîsan mudaxeleyî alaya Kurdistanê

Piştî nimêja ji bo cenaze, girseyê darbestê cenazeyê Yildirim hilgirt û bir wesayîta cenazeyê. Girseyê alaya Kurdistanê li darbestê cenazeyê Yildirim pêçand. Lê polîsan berî veşartinê xwest ala bê rakirin, girseyê bertek nişanî helwesta polîsan da û nehişt ku polîs alayê rakin.

Cenazeyê Yildirim bi duayan hat veşartin û kesên ji bo cenazeyê Yildirim hatibûn piştî veşartinê sersaxî dan malbata wî. Piştre girse ji goristanê veqetiya.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim kî ye?

Prof. Dr. Kadrî Yildirim 5’ê sibata 1959’an li navçeya Licê yê Amedê hatiye dinyayê.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim Li Zanîngeha Haranê ya Rihayê Fakulteya Îlahiyatê qedandiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê û Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê mamostetî kiriye. Her wiha li zanîngeha Artûklûyê cîgiriya rektor û koordînatortiya Beşa Ziman û Çanda Kurdî ji kiriye.

Yildirim li ser ziman, wêje, çanda kurdî 14 pirtûk nivîsandine û ji xeynî kurdî bi zimanên erebî, tirkî, farisî û îngilizî dizanibû.