30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Walî ji bo dîmenê belavkirina kartolan gel sûcdar kir!

Kartol û pîvazên ku ji aliyê Ofisê Berhemên Erdê ya girêdayî Wezareta Daristan û Çandiniyê ve tên kirîn, li malbatên pêwîstiyên wan hene tên belavkirin. Li taxa Mûradiye ya navçeya Rezan a Amedê jî  kartol li welatiyan hatibûn belavkirin. Kartolên ku bi qamyonê hatibûn belavkirin li taxê bûbûn sedema heşirê.

Walîtiya Amedê, têkildarî mijarê daxuyanî da û angaşt kir ku weke di dîmenan de derketiye holê belavkirin nehatiye kirin û heşira ku pêk hat jî weke “provokasyonê” nirxand. Walî îdia kir ku Li taxa Mûradiye 4-5 kesan 15 torbe kartol ji wesayîtê avêtine xwarê û têkildarî mijarê lêpirsîn dane destpêkirin.

Rewşa aborî ya Tirkiyeyê her ku diçe xerab dibe lê rayedarên hikûmetê hewl didin rastiya heyî veşêrin. Hêjayî gotinê ye ku çend roj berê li Rihayê jî heman dîmen derketibûn holê.

AMED