30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gel bertekan tezkere hat qebûlkirin

Tezkereya ku wê leşker ji bo Lîbyayê bên şandin, li Desteya Giştî ya Meclîsê bi dengê AKP-MHP’ê hat qebûlkirin. Di dengdana vekirî ji 509 dengan 325 dengên erê, 184 deng jî na hatin dayîn. Biryara êrekirinê, ji hêla siyasetmedarên Tirkiyeyê ve, di serî de serokê Amerîkayê Donald Trump, Yekitiya Ereban, Misir û welatên din ve hat rexnekirin.

Serokê DYA’yê Donald Trump der barê mijarê de hişyarî da û got: “Ev yek wê bibe destwerdana li karên navxweyî yên Lîbyayê.” Wezareta Derve ya Misrê bi daxuyaniyekê erêkirina tezkereyê şermezar kir û diyar kir ev biryara meclîsê wê pêvajoya Berlînê bi awayekî neyînî bandor bike.Rêveberiya Kahîreyê jî bi heman bertekê daxuyanî da û got, Tirkiyeyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îhlal kiriye û dê ev biryar li Deryaya Spî bandorê li îstîkrarê bike. Yekitiya Ereban jî biryara Tirkiyeyê bi tundî rexne kir û diyar kir ku ev biryar wê pevçûna li herêmê gurtir bike. Îsraîl, Qibris û Yewnanistan jî nerazîbûn nîşan dan ku destwerdana dewleta tirk a li Lîbyayê gefê li aramiya herêmî dixwe. Yekitiya Ewropayê piştî ku dewleta tirk tezkereya Lîbyayê ragihand, diyar kir ku ew ‘bi fikar in’ û wiha hat ragihandin: “Yekitiya Ewropayê baweriya xwe timî dubare dike ku krîza li Lîbyayê bi rêbaza leşkerî çareser nabe. Destekên ji bo aktorên vî şerî wê aloziya li welat û herêmê girantir bike.”